Komeleya Jinên Demokratîk a Tunisê: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
Komeleya Jinên Demokratîk a Tunisê daxuyanî da û got: “Biryara rawestandinê rasterast hedefgirtina dengê jinan e, em ê têkoşîna xwe bidomînin”
Tunis – Komeleya Jinên Demokratîk a Tunisê piştrast kir ku biryara rawestandina çalakiyên wan ji bo mehekê rasterast hedefgirtina dengê jinan û hewldanek ji bo bêdengkirina civaka sivîl e. Komele destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ji bo avakirina civakeke adil û parastina mafên bingehîn ên jinan bidomîne.
Komeleya Jinên Demokratîk a Tunisê îro, sêşemê 25ê mijdarê 2025’an, daxuyaniyek da ku di çarçoveya pêngava 16 rojan a li dijî tundûtûjiya li ser jinan de tê, hevgirtina xwe bi hemû jinan ên ku rastî tundiyê tên ragihand.
‘Em bêdengkirina dengê jinê qebûl nakin’
Daxuyaniya komeleyê wiha ye:
“Komeleya Jinên Demokratîk a Tunisê di mercên îstîsnayî de pêngava 16 rojan a salan a li dijî her cure tundûtûjiya li ser jinan dest pê dike. Ev ne tenê ji ber dijwariya binpêkirinan û astengiyên ku her ku diçe zêdetir dibin di qada sivîl û siyasî de ye, lê belê ji ber ku komele îro vedigere çalakiyên xwe yên berî 30 rojan, piştî taloqkirina aktîvîteyên wê. Di encamê de, navendên guhdarîkirin û rêvebirina jinên qurbaniyên tundiyê hatin girtin.”
Daxuyanî balkişand ser bandora vê qutbûna bi zorê û tekez kir: “Biryara taloqkirinê rasterast hedefgirtina dengê jinan bû û hewldanek nû ji bo bêdengkirina civaka sivîl bi giştî û tirsandina wê ye. Îro komele bi ruhê jinên ku xwe dispêre dîrokeke dirêj a têkoşîn û berxwedanê, vedigere da ku têkoşîna jinan li dijî paşverûtiyê û popûlîzmê temsîl bike. Em wek jinên parêzvanên mafên mirovahiyê yên jinan û demokrasiyê, di pratîka sivîl de berdewam dikin.”
Daxuyanî berdewam kir: “Em qebûl nakin ku qada xebatên jinan bê girtin an jî navendên guhdarîkirina qurbaniyên tundiyê bê bandor kirin. Kesên parêzvanên mafên mirovahiyê neyên cezalandirine, û dewlet veneguhere desthilatdariyek li ser civaka sivîl serwer. Divê dewlet bi civakê re bibe yek û ji tecrûbeyên wê ezmûn bigire.”
Hevgirtin bi komeleyên din re û hişyarî li hember reşkirina komeleyan
Komeleya Jinên Demokratîk a Tunisê eşkere kir ku astengiyên li ser komleyan rê nedaye ku bi komeleyên hevpar re hevgirtina xwe bi awayekî eşkere ragihînin. Lê belê, ew hevgirtina xwe bi çalakiyên komeleya “Bera’it El-Tifolê” û hemû komeleyên ku hatine cemdandin ragihand.
Daxuyanî hişyarî da kesên ku karê komleyan reş dikin: “Bes e hewldanên reşkirin û danasîna wekî şeytan a komeleyan û rola wan a şopandinê û mafan. Ev komele beşek ji kokê civaka me ye û pencereyek e ku pêwîstiyên wê dibêje û îradeya ferdên xwe yên azad nîşan dide. Daxwaza wan beşdariyê di rêveberiya raya giştî de ye.”
Daxuyanî tekez kir ku armanca komeleyê eşkere kirina binpêkirinan û rizgarkirina jinan ji tundiyê û kuştinê ye.
Şopa tengavkirina li ser civaka sivîl
Daxuyanî destnîşan kir ku biryarên dadwerî yên taloqkirina aktîvîteyên komeleyên sivîl polîtîk in di bin navekî dadwerî de. Ev çeloxarbûnek xeternak e ji rewa bûnê bê par, derbe li garantiyên zagonî dide û rê li ber tengavkirina civaka sivîl vedike. Di vê çarçoveyê de, qelsbûna jinan zêdetir dibe, xizantî berfireh dibe, bêkarî kûrtir dibe û nexweşiyên xeternak zêdetir dibin – bi taybetî li cihên qirêj wekî Gabes, ku ji çareseriyeke hêdî tê hiştin. Şûna tedbîrên lezgîn, projeyên avakirina zindanan diçin rojevê, şûna polîtîkayên civakî yên edaletparêz ku civakê ji elîtên lewaz biparêze, bi taybetî jinan.
Komeleya Tunisî diyar kir ku ew bi hevkarên xwe re li ser bingeha jin û projeya demokrasî û civakî kar dike. Ew xwe dispêre nêrîna têkoşeriyê ji bo civakeke wekhev di navbera jin û mêran de, ku bi hemwelatiya jinan pêk tê. Tekez kir ku jinên herî qels, yên herî zêde rastî tundiyê û cihê rengiyê tên – bi taybetî li heremên hundur ku barê polîtîkayên aborî hildigirin.
Zêdebûna binpêkirinan
Komeleya Tunisê di daxuyaniya xwe de zêdebûna hejmara girtiyan ji ber bikaranîna azadiya çalakî, îfade û ramanê, çalakiyên siyasî û sivîl ragihand. Her wiha zêdebûna bêdengkirina dengên muxalefetê, kêmkirina medyayê, rêjeyên xizantî û bêkarî, hilweşîna bi nîvî ya pergala tenduristiyê û destwerdana li şaxa cîbicîkar – ku rola saziyên destûrî û serxwebûna dadweriyê lawaz dike – wekî zêdebûna sîstematîk a li dijî maf û azadiyên giştî û takekesî hesiband.
Li gorî daxuyaniyê, girtina qadên sivîl ên ku bi komên civakî yên cihêreng re dixebite, cezayek e ji bo wan komên ku ji xizmetên komeleyan sûd werdigirin û derxistina biryarên dadwerî ji bo rawestandina çalakiyên komeleyên sivîl biryareke bi temamî siyasî ye û di sepandina Fermana Jimare 88-2011 de şaşiyeke cidî ye.
‘Meşa me ji bo Tûniseke demokratîk berdewam dike’
Komeleya Tunisê xwest ku dawî li îstismara dadweriyê ya ji bo têkbirina civaka sivîl û siyasî were anîn. Ew bi awayekî tund red dike hemû biryarnameyên bêdengkirinê, bi taybetî Destura 54. Komaleyê ev daxwaz kir: “Serbestberdana hemû girtiyên jin û mêr, aktîvîstên sivîl û siyasî; avakirina Dadgeha Destûrî û Konseya Dadwerî ya Bilind wekî garantiya serxwebûna dadweriyê; û pêşxistina polîtîkayên jîngehê ji bo kêmkirina karesatên ku tenduristiya Tûnisiyan tehdît dikin.”
Daxuyanî tekez kir: “Meşa me ji bo Tûniseke demokratîk, dadperwer, azad û piralî berdewam dike, ku jin tê de neyên dûrxistin û ramanên muxalif neyên girtin. Em vedigerin navendên guhdarîkirin û rêberiyê ji bo jinên mexdûrên tundûtûjiyê.” Ev daxwaz ji bo parastina mafên mirovan ên jinan e, ku neheqiya li dijî hemû bindestan rake. Her wiha, ew çalakvana femînîst Bushra Belhaj Hamîda temsîl dike, ku ji ber dozên qanûnî û zulma siyasî li Tûnisê bi zorê ji cih û warê xwe hatiye derxistin û bi cezayê girtîgehê yê ne amade ji ber giliyeke kevn a li dijî wezîrek berê ku wê bi gendeliyê tawanbar dikir, rû bi rû ye.