Komeleya Jinên Afrîner ji bo hişyariya penceşêrê hevdîtinek organîze kirin

Komeleya Jinên Afrîner bi hevkariya komîteya saziyan a tevgera Fetihê di 31'ê Cotmehê de komxebateke ji bo hişyariya penceşêra pêsîrê bi dirûşmek ji bo dermankirinê li dar xist.

REFÎF ESLÎM 
Xeza- Nûnera Komîteya Saziyan a Tevgera Fetihê Nevîn Ebdil El-Al diyar kir ku ev çalakî bi hevkariya Komeleya Jinên Afrîner û alîkariya pisporeke ji wezareta tenduristiyê ku bi awayekî zanistî xetera nexweşiyê nîşanî jinan dide û destnîşan kir ku çalakî li 6 parêzgehên Xezayê hatine lidarxistin.
Yek ji organîzatorên dewreyên li komeleya jinên Afrîner Ola Ebdil Al anî ziman ku sazî ji serdema piştî şer ve hewl dide giraniyê bide xebatên derûnî û tenduristiyê yên zarokan û jinan li herêma El-Wehda her wiha teqez kir ku bi hevdîtinê armanc ew e ku balê bikşînin ser girîngiya muayeneya zû loma tevlibûneke zêde ya jinan ji komeleyê re heye. 
"Hişyariya di warê penceşêra pêsîrê de divê berdewam bike" 
Pispora perwerdeya tenduristiyê ya wezareta tenduristiyê ya Filistînê Îman Şeqûra diyar kir ku însyatîfên tesbîtkirina zû ji bo hişyarkirina penceşêra pêsîrê divê tenê bi dawiya vê mehê bi sînor nemîne, di tevahiya salê de berdewam bike û destnîşan kir ku tesbîtkirina zû ji sedî 90 dê nexweşan teşwîqê dermankirina nexweşiyê bike.
Yek ji beşdarên komxbatê Ebîr Şihab a 29 salî got ku ew dixwaze beşdarî dersên perwerdeya tenduristiyê bibe û da zanîn ku feydeya van rûniştinan bi berfirehî ji bo naskirina nexweşiyê, heye. Her wiha nîşaneyên ku jin di kîjan temenî de bi vê nexweşiyê dikevin û riyên peşîlêgirtina wan hene ji bilî fêrbûna xwe muayenekirinê û dema ku pêwîst be serdena doktor bikin û rontgenê bikşînin.
"Jin bi bersivdayîna xwe tê qîmetê dibîne ne bi awirên xwe"
Her wiha yek ji jinên ku ji nexweşiya penceşêra pêsîrê hat dermankirin Texrîd Bikir a 49 salî got ku wê israr kir beşdarî rûniştinê bibe ji bo ramana penceşêra pêsîrê ya ku mirinê tîne bîra mirov biguherîne. Her wiha diyar kir ku ev nexweşî jî mîna yên din e û dikarin bi wê re bijîn ger zû were tesbîtkirin û bal kişand ku ew ji dîtina civakê û pirsên dubare yên dibêjin çi ji bedena te hatiye derxistin" aciz dibe lê dibîne ku ev tişt bêkêr in û jin bi bersivdayîna xwe  qîmet dibîne, ne bi awirên xwe.