Komeleya Jinan a Star bi jin û zarokên penaber re dicive
Komeleya Jinan a Star ku ji roja hatiye damezrandin û vir ve ji bo pêşxistina polîtîkayên pêşîlêgirtina şîdetê xebatan dimeşîne û li qadê cihê xwe digre, bi projeyên xwe yên der barê jinan de balê dikşîne. Komeleya ku herî dawî ji bo jin û zarokên Afganî dest bi xebata projeyê kir, di warê piştgiriye de dibe bijareya yekemîn a jinên ku li bajêr dijîn.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Wan - Komeleya Jinan a Star ku di Hezîrana 2020’an de dest bi xebatên xwe kir û bi xebatên xwe yên ji bo jin û zarokan tê naskirin, ji destpêka damezrandina xwe ve heta niha li tevahiya bajêr zêdetirî 200 kesî serlêdana wê kir. Komeleya ku li bajêr bi bûyerên şîdeta li ser jinan û îstîsmara zarokan re mijûl dibe, di vê nuqteyê de ji jinan re piştgiriya hiqûqî û derûnî pêşkeş dike. Komeleya ku ji bilî serlêdanan, polîtîkayên pêşîlêgirtina şîdetê dimeşîne, niha jî bi projeya xwe ya ji bo jin û zarokên Afganî bi jinên penaber re dicive.
“Me hemû xebatên alternatîf pêk anî”
Seroka Komeleya Jinan a Star parêzer Dîlan Kunt ku em pê re li ser xebat û polîtîkaya komeleyê axivîn, diyar kir ku li bajêr yekane komele ne ku tundiya li ser jinan tînin ziman û polîtîkayan hildiberinîn. Dîlan Kunt diyar kir ku ji ber qedexeyên çalakiyan ku hezar û 800 roj in li bajêr didomin nikarin li qadan bin û got ku li dijî vê yekê hemû xebatên xwe yên alternatîf dikin.
“Ji jin û zarokên Afgan re perwerdeya ziman tê dayîn”
Dîlan Kunt diyar kir ku ji bilî girtina serlêdanên şîdet û îstîsmara li ser jinan projeyan jî pêk anîne û bi kurtasî behsa xebatên komeleyê kir: “Di pêvajoya dawî de, me bi Komeleya Piştevaniya Jinê ya Bursa Mor Salkimê re projeya “Em pêşî li şîdetê digrin” pêk anî. Di çarçoveya vê projeyê de me perwerde da şofêrên texsiyê. Dîsa me hewl da dosyayên têkildarî îstîsmara zarokan bişopînin. Li ser vê yekê jinên Afgan ên li bajêr serlêdana me kirin. Daxwaza wan hebû, dixwestin fêrî ziman bibin. Li ser vê yekê me projeya xwe ji balyoza Fransayê re nivîsand. Em ji bilî şîdeta li ser jinan, ji bo ku jinên Afganî di nav civakê de entegre bibin kursên ziman didin. Di heman demê de em plan dikin ku perwerdeya zayendiya civakê bidin van jinan. Ji bo ku em vî karî bimeşînin, em li bendê ne prosedurên qedexeyan bi dawî bibin. Niha di komeleya me de zêdetirî sed jin û zarokên keç ên Afganî hene. Her roja Şemiyê jin û zarok tên perwerdekirin.”
"Zêdetirî 200 kesan serlêdan kir"
Dîlan Kunt diyar kir ku li tevahiya bajêr zêdetirî 200 serlêdanan girtine û wiha got: “Mixabin, piraniya van serlêdanan ji jinên rastî şîdeta fîzîkî hatine û dixwazin biçin stargehan pêk tên. Beşek ji sedî 35 ê van serlêdanan ji jinên ku piştgiriya hiqûqî xwestine pêkte. Dîsa dayikên rastî şîdetê hatine û rastî îstîsmarê hatine serlêdana me kirin. Me ev zarok şandin ba pedagogan û me jinên ku dixwazin tedawiya psîkolojîk bibînin jî şand gel hevalên xwe yên derûnînas ên di komeleyê de dixebitîn.
"Em jinên ku serlêden dikin dişînin cihên pêwendîdar "
Dîlan Kunt got: "Ji bilî roleke aktîf, em jinên ku serî li me didin, dişînin cihên pêwendîdar û erka tampon jî pêk tinin" û destnîşan kir ku weke komele karê wan ne tenê wergirtina serlêdanan e. Dîlan Kunt, diyar kir ku piştî girtina stargehên bi tayînkirina qeyûmên şaredariyên bajêr, hemû serlêdanên li bajêr tenê bi rêya ŞONÎM (Navenda Pêşîgirtina û Şopandina Şîdetê) tên wergirtin.
"Dê xebatên me bênavber berdewam bikin"
Dîlan Kunt bal kişand ku piştî avakirina komeleya jinan bijarteya yekemîn a jinan Komeleya Star bû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi girtina malên stargehan re ŞONÎM bûn yekane barê xebatê li ser dewletê. Gelek jin vê derê nas nakin û dema ku rasterast biçin qereqola polîsan nizanin bi çi re rû bi rû dimînin. Mixabin ji ber çerxa şîdetê em li bajêr ji aliyê jinan ve tên tercîhkirin. Hem çalakiyên me yên aktîf ên ji bo wan berdewam dikin, hem jî çalakiyên ku di 25’ê Mijdarê de bên lidarxistin hebin. Em ê bênavber xebatên xwe bidomînin.”