Komeleya Dengê Jinan: Pêkneanîna zagonê tundiya li ser jinan zêdetir dike

Komeleya Dengê Jinan a Tûnisî bûyerên şîdetê yên vê dawiyê ku li gelek dever û herêmên cuda yên welat hejmareke jin hatin kuştin, bi tundî şermezar kir.

 
Tûnis – Komeleya Dengê Jinan, di daxuyaniyeke ku roja Sêşemê hat weşandin de diyar kir ku diyardeya şîdeta li dijî jinan li Tûnisê, ji ber bêdengiya hikûmetê, zêde bûye.
Di daxuyaniya xwe de, komeleyê behsa çend bûyerên tundiyê kir ku di demên dawî de çend jin hatine hedefgirtin û hat gotin ku ji ber xemsariya rayedaran di pêkanîna Qanûna Jimare 58 ya 2017'an de, têkildarî tekoşîna li dijî tundiya li ser jinan bi pêş neketiye.
Komeleya Dengê Jinan komeleyek Tûnisê ye ku di 2011'an de hatiye damezirandin. Armanca wê ew e ku jinên Tûnisê bike yek û di jiyana giştî û siyasî de cihê xwe yê guncav bigrin.
Bi zagonê dikare pêşî li şîdeta li dijî jinan were girtin
Daxuyaniyê teqez kir ku nebûna pêkanîna zagona 58 çandek nebûna berpirsyarî û bêcezatiyê bi xwe re aniye û ev yek statuya jinan li Tûnisê bêtir tehdît dike.
Zagon armanc dike ku tedbîrên jiholêrakirina her cure şîdeta li dijî jinan, bigre, ev bi pejirandina nêzîkatiyek berfireh a li ser bingeha navnîşkirina celebên cuda yên şîdetê, şopandina kiryarên wê, cezakirina wan û parastina kesên ku rastî şîdetê hatine, pêk tê.
Her wiha di daxuyaniya xwe de, komeleyê çanda bêdengiya hikûmetê ya der barê  bûyerên şîdeta li dijî jinan de rexne kir.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, komeleyê bang li aliyên têkildar kir ku berpirsyariyên xwe di sepandina qanûn û bicihanîna peywirên ku ji wan re hatine spartin bigirin.