Komeleya Berê Jin hewl dide têgihîştina ‘wekheviyê’ ya di civakê de biguherîne

Komeleya Berê Jin a li Tûnisê bi “Projeya Qadên Zayenda Civakî” hewl dide têgihîştina ‘wekheviyê’ ya di civakê de rûniştiye bi perwerdeyan biguherîne. Di çarçoveya projeyê de bi rehbera ku hatiye amadekirin mafên jinan tê vegotin.

ÎXLAS HAMRUNÎ

Tûnis – Têkoşîna jinên Tûnisê ya ji bo mafên xwe û destkeftiyan didin didome. Komeleya Berê Jin a di 14’ê Sibata 2019’an de li Tûnisê hat damezirandin, bi projeyên ku xistine meriyetê, piştgirî dide jin û zarokan. Yek ji projeyên ku komeleyê, li eyaletên Sîdî Bouzid, Qefsa û El-Qesrên xistine meriyetê jî “Projeya Qadên Zayenda Civakî” ye. Di çarçoveya projeyê de, li wan hersê eyaletan 6 navendên ciwanan hatine avakirin. Komele li wan navendan ji bo xebatkarên civaka sivîl û ciwanên temenê wan di navbera 14-25 salan de perwerde dide û bi wê yekê hewl dide di warê ‘wekheviyê’ de şiyarî çêbibe.

Piştî komxebatê rehber hat amadekirin

Seroka Komeleya Berê Jin, Hayat Qadirî, behsa xebatên di çarçoveya projeyê de kir û anî ziman ku di wê çarçoveyê de ew hewl didin wekheviya jin û mêr di civakê de weke ‘rêgez’ bidin pejirandin. Hayat Qadirî, got ku di merheleya yekem a projeyê de li eyaletên Sidî Bouzid, Qefsa û El-Qesrên, aktivîstan, bi beşdariya ciwanan û berpirsên Malên Ciwanan perwerdeyan li dar xistine. Hayat Qadirî diyar kir ku bi kesên beşdarî perwerdeyan bûne re komxebat li dar xistine û ji bo “Qadên Zayenda Civakî” bixin tevgerê rehberek ji bo perwerdeyê amade kirine û da zanîn ku dê rehber ji bo kêmbûna cudakariya nava malê bibe alîkar.

‘Balê dikşîne ser qalibên di nava civakê de’

Hayat Qadirî got ku di rehbera perwerdeyê ya di beşa duyem a projeyê de jî li ser pêkanîna pêşniyaran, wan komxebat li dar xistine û da zanîn ku ji bo pêkanîna rehberê, ji bo aktivîstan perwerde hatine dayîn. Hayat Qadirî bal kişand ku dê merheleya dawî ya projeyê jî bi perwerdeyan bidome û wiha domand: “Dê ji bo tevlibûna ciwanan pêşî were vekirin, rehbera perwerdeyê were şopandin.” Hayat Qadirî li ser rehbera ku amade kirine jî ev agahî dan:

“Di vê rehberê de me xwest em pirsgirêka karê nava malê jî bînin rojevê. Me xwest vê pirsgirêkê ne tenê jin her kes bigre ser xwe û were çareserkirin. Di rehberê de bal hatiye kişandin ser şîdetê û têgehên din ên têkildarî wekheviya zayendî û li ser berpirsyariyên jin û mêr, qalibên ku di nava civakê de hatine rûniştandin; yek bi yek hatine rexnekirin. Her wiha ji bo nîşandana mewzuatên zagonî yên têkildarî mafên jinan jî rê vedike.”

Hayat Qadirî diyar kir ku weke komele ew ê piştgiriyê bidin jinên di qada giştî de, di warê aborî û civakî de, ji bo wan bi hêz bikin xebatên xwe bidomînin û da zanîn ku ji bo vê yekê bi Wezareta Jinan re bernameyên hevpar li dar xistine. Hayat Qadirî got ku ji bo ciwan û zarokan jî xebitîne û wiha bi dawî kir: “Em bi Mala Ciwanan û Kompleksa Zarokan a li Raqabê re, bi taybetî ji bo zarokên ku dest ji dibistanê berdane xebatan dimeşînin.”