Komek xwezaparêzên Serdeşt dest bi paqijiya seyrangehê kirin

Komek xwezaparêz, çalakvanên sivîl û çiyagerên bajarê Serdeştê ji bo bîranîna 36’emîn salvegera kimyabaran bajarê Serdeşt, çalakiya paqijiyê xwezayê dan destpêkirin.

ROJÎN QADRÎ

Serdeşt- Bajarê Serdeşt yek ji bajarên Urmiye ye û bajarokên di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ye. Di 28’ê Hezîrana sala 1987’an de ji aliyê hêzên rejîma baas ya Îraqê ve hatiye kimyabaran kirin û gaza sarin hat bikaranîn. Ji ber vê jî bi sedan kes hatin qetilkirin û bi hezaran kes jî birindar bûn.

Di 26’ê Hezîranê de çalakvanên sivîl û çiyagerên bajarê Serdeştê ji bo bîranîna 36’emîn salvegera kimyabarana bajarê Serdeştê, bi hevkariya komek xwezaparêz dest bi paqijkirina seyrangeha Bêwran ku li Serdeşt cihek xweşik û geştiyariyê ye û herêmên dewr û ber kirin.

‘Bombardûman û kimyabaran bandorek nerênî li ser xwezayê dike’

Xwezaparêz Şîlan a ku nexwest navê xwe yê rast bide yek ji wan çalakvanên sivil ya bajare der barê bandorên neyênî yên kimyabaranê û paqijkirina xwezayê de wiha got: “Kimyabaranên herêmên cûda ên Kurdistanê Serdeşt, Helepçe, Kirmanşan, Dersim û h.w.d di demen bûrî de û niha jî ji aliyê dewleta dagirker a Tirk li ser herêmên parastina medya bandorek nerênî li ser xwezayê dike. Ev kimyabaran ji derveyî ziyanên canî û birindarbûna mirovan, dibe sedemê qirêjbûna hewa, av û xakê. Gaza bi jehr ya di êrîşên kimyayî de dibe sedemê mirin, ziyangihandina ajal û xwezayê. Ev bandora nerênî ya li ser xwezayê dibe sedemê ji holêrabûna eko sîstemê û kêmbûna cûr be cûrên zindî û ji destdana çavkaniya xwezayê. Ji derveyî vê jî bandorek neyênî li ser tendirûstiya mirovan dike. Ji bo vegerandina xwezayek paqij û bi tendirûst pêwistiya me bi dem û hewlek zêde heye.”