Kombûna Jinên Zenûbiya xebatên xwe berfireh dike

Jinên bi bûneya berfirehkirina xebatên Kombûna Jinên Zenûbiya li Dêrezorê civiyan dan zanîn ku ewê ji bo nasnameya jinê di Rojhilata Navîn de mayînde bikin xebatê xwe fireh bikin.

ZEYNEB XELÎF
Dêrezor – Kombûna Jinên Zenûbiya ku 1’ê Hezîranê bi diruşma ‘Bi têkoşînkirina rêxistinkirî ya jinan em ê şoreşa xwe biparêzin û aştiyê pêkbînin’ kongra xwe li bajarê Reqayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidarxistibûn. Ji bo wê demê ve dibin banê xebatên kongrayê de civînan çêdikin û xebatên xwe bi jinan didin nasîn. Di çarçoveya heman xebatê de duh civînek ji jinên Hecîna Dêrezorê re çêkirin. Civînê li avahiya Meclisa Şehîd Ebduweheb El-Sibêh bi deqeyek rêzgirtinê despê kir. Jinên di civînê de amadebûn di derbarê naveroka civînê û xebatên ji niha û şonde bên kirin de nirxandinên giring kirin.
“Bi perwerde û lêhurbûnê em dikarin li hemberî pirsgirêkan bisekinin”
Endama Komîteya Jinan a Meclisa Gel a Hecînê Xitam Xido diyar kir ku bi saya van hevdîtinan ew fêrdibin ku çawan doza mafê xwe yê azadiyê bikin û wiha domand: “Hewceye em xwe baş perwerde bikin ku bikarin li hemberî hemû pirsgirêkan bisekinin û ti astengiyan li pêşiya xwe nebînin. Ger jin hêza xwe baş bixebitîne dikare azadiya xwe bi dest bixe û pêşengiyê ji civakê re bike, ji ber em jin tişta dixin serê xwe li peyî diçin ji bo wê jî hêvî heye em encamên baş ji xebatên Kombûna Jinên Zenûbya bigirin.”
“Divê em nasnameya jinê di Rojhilata Navîn de mayînde bikin” 
Endama Organa Îdarî ya Kombûna Jinên Zenûbiya ya Dêrezorê Şehrezad El-Casim jî got: “Divê em ji bo bidestxistina mafê jinan xebatê mezin bikin û zagonên parastina jinan zelal bikin. Hewceye em xebatek wisan bidim meşandin ku di Rojhilata Navîn de jin bibin xwedî nasnameyek bingehîn.”