Kombûna Jinan a Zenûbya: Li dijî kiryarên dewleta Tirk demildest têkevin tevgerê

Kombûna Jinan a Zenûbya têkildarî êrişên dewleta Tirk li dijî şêniyên li bendava Tişrînê daxuyanî weşand. Di daxuyaniyê de bang li saziyên navnetewî hat kirin ku li dijî kiryarên dewleta Tirk têkevin nav tevgerê.

Navenda Nûçeyan- Bertekên êrîşên dewleta Tirk ên li ser sîvîlên ku ji bo parastina Bendava Tişrînê berê xwe dan bendavê zêde dibin. Kombûna Jinan a Zenûbya têkildarî êrişên dewleta Tirk li dijî şêniyên li bendava Tişrînê daxuyanî weşand nivîskî Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dewlata Tirk ya dagirker tu carî guh nedaye sûcên mirovî yên ku dike, rasterast êrişî bedena bendavê dike, ku eger zirar li bendavê bibe wê karesatek jîngehê û mirovî çêbibe. Her wiha kiryarên kuştina sivîlan dewam dike, di nav wan de jin û zarok jî hene, jinên ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşa xwe hêzeke mezin nîşan dan. "

Kombûna Jinan a Zenûbya di daxuyaniya xwe de  û sersaxî ji malbatên şehîdên re xwest û wiha dewam kir: "Em ê heta pêkanîna serkeftinê û têkbirina hêzên tarî, li ser şopa şahîdan bimeşin.”

Kombûna Jinan a Zenûbya  têkoşîna "qehremanî ya hêzên me yên leheng di parastina xak û destkeftiyên de bi taybet Yekîneyên Parastina Jin" silav kir  û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî û mafên mirovan dikin ku li hember karesatên ku Tirkiye li herêma me pêk tîne, demildest û bi lez tevbigerin. "