Jin bi hevgirtinê civakek nû ava dikin
Tevî ku jinên Ereb destpêkê di aliyê nêzîkbûna jinên Kurd de bi fikar bûn jî, jinan yekîtiya xwe ava kirin û niha li Bakur û Rojhilatê Sûriye, ji bo bihêzkirin û pêkanîna wekheviya gelên li herêmê dixebitin.
XEDÎCE EL EBDULAH (Rojnameger)
Li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji tevahî pêkhateyan têkiliyên jinan yên bi hev re, modelek ku hevgirtina gelan û çandan bi hev re nîşan dide ye. Ev têkilî ne tenê têkiliyek civakî ye, di heman demê de hatiye îsbatkirin ku civakek wekhev were avakirin û rihê kur û bi rûyî hemû zoriyan bisekine.
Avakirina pêşerojek aştî û edaletê
Di lêkolîna modela Rêveberiya Xweser de diyar dibe ku jinên ji hemû pêkhateyan ji vê ezmûnê derfet dîtin ku rol û statûya xwe di civakê de bilind bikin. Jin bi awayek bi bandor beşdarî gelek qadên civakî, siyasî, leşkerî û heta xebatên çandî û zanistî bûn û di demeke gelek kurt de hêza îrade û hevgirtinê nîşan dan. Ev têkiliyên nêz, tevî şertên baş û zor yên li herêmê, ji bo bihêzkirina mafan û pêkanîna wekheviya di navbera jinên Bakur û Rojhilatê Sûriye de, bi gelek hewldanên hevpar hat kirin. Ev hevkarî ne encama şertên siyasî ye, encama daxwaza avakirina pêşerojek aştî û edaletê ye. Bi saya van pêwendiyên xurt, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê karîbûn modelek mînak a hevkarî û hevgirtinê pêşkêş bikin. Ev jî ji bo jinên li herêmê deriyek baştir dê ji pêşerojê ve veke.
Di nav çar salên dawî de gavên gelek girîng avêtin
Jinan karîbûn bi taybetî piştî ku herêm ji komên terorîst rizgar kirin, di qada ragihandinê de piştgirî bidin hev. Tevî fikarên jinên Ereb ên wekî emê çawa bi jinên Kurd re têkilî deynin, biser ketin. Ji bo ku van astengiyan derbas bikin, piştevaniyek mezin dan hev û di nav çar salan de gavên giring avêtin. Berê jî ji bo jinên li Dêrazorê cîh bigirin, tu gavên teşwîqkirinê nehatin avêtin. Di civakek gundewar de derketina jinan a ji malê, tê rexnekirin û tenê mîna dayîk tê dîtin. Lê belê bi saya vê hevkarî û piştevaniya di navbera jinan de, di nava çar salên dawî de gavên gelek girîng hatin avêtin.
Qalibên kevneşopî yên li ser rola jinê şikandin
Qebûlkirina jinan a çandên hevdu, bû sedema xurtkirina hezkirina wan a ji kar û îradeya tevlîbûna di hemû qadên jiyanê de. Jin bi hev re beşdarî amadekirina raporan û ronîkirina êş û azarên jinên herêmê bûn û bi rexne û zoriyên civakê re hevrû bûn. Di heman demê de, jinan karîbûn têkiliyên nêz ava bikin û di pirsgirêkên şexsî de li hev guhdarî bikin. Fikra Rêveberiya Xweser, wek têgînek bihêzkirina rola jinê hat qebûlkirin. Ji roja ku ev fikr derketiye holê ve, civakê jinê di qadên rêveberî û biryargirtinê de entegre kiriye. Bi vî awayî qalibên kevneşopî yên li ser rola jinê şikandin. Jin ne tenê di qadên rêveberiyê de, di van pêvajoyan de jî wek pêşeng cîh girtin û ev jî ji bo gelek civakan modelek mînak ava kir. Jin dikare bi gelek awayan bandorê li civakê bike. Bi riya çalakiyên civakî, çandî û hunerî di civakê de rêveberiya bi bandor nîşan didin. Bi tevlîkirina nifşên nû yên di têgînên mirovahî û wekheviyê de ku rola erênî ya jinê di hemû qadan de zêde dike, beşdarî guhertinên civakî bibin.
Jinên Ereb ji bo şikandina sînoran daxwazek xurt nîşan dan
Jinên Ereb rastî gelek astengiyan tên. Kevneşopî û adetên ku azadiya jinê sînordar dikin çavkaniya van astengiyan e. Pergala civakî û sîstemên eşîrî gelek caran di diyarkirina rola jinan de faktorên bi bandor in, ev jî daxwazên wan sînordar dikin. Bi vê ve girêdayî gelek jinên Ereb ji bo şikandina van sînoran û bidestxistina wekheviyên mezintir, daxwazeke xurt nîşan didin. Di salên dawî de jinên Ereb di aliyê bihêzkirina civakî û siyasî de xwestin gavan bavêjin û di mijara hevrûbûna pirsgirêkên ku dijîn de cesaret nîşan dan. Tevî pirsgirêkan jinên Ereb karîbûn dengê xwe di qadên cûda de bilind bikin. Ji xebatên civakî heta qadên siyasî kêrhatiyên xwe nîşan dan. Di pêşerojê de jin li bendê ne ku di civakê de bibin xwedî rolek girîngtir. Bi zêdebûna hişmendiya xwe ya li ser girîngiya xwe, mîna hêzek bi bandor di aramî û pêşkeftina civakê de, beşdarî tevgerên zêdetir maf û wekheviyê dibin. Bi tevlîbûna wan a li pêvajoyên civakî û siyasî de, dikare bibe alîkar ku di civakên Ereb de guhertinên berfireh destpê bikin.
YPJ ji cîhanê re bû mînak
Hêz û bandora jinan di hemû qadên jiyanê de, sûd dide bihêzkirina nirxên neteweyî û civakî. Jin ji bo bidestxistina mafên xwe û bi destxistina pêşketinê têdikoşin. Her du kom di aliyê têkbirina astengiyên li pêşiya jinan de û ji bo avakirina civakek bi hêz û pêşketî, mînaka zindî ava dikin. Beşdariya jinan a li qadên civakî û siyasî, gavek girîng e ji bo bidestxistina aramî û nûjeniya di nav civakên Ereb û Kurdan de. Em nikarin bêjin jinan hemû mafên xwe bi dest xistine, lê belê ew di rêya azadiyê de bipêş dikevin û hebûna xwe di her qadê de nîşan dane, astegeyên li pêşiya wan in derbas dikin. Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji hemû pêkhate, partî û rêxistinên jinan, bi sedan civîn pêk anîn û di mijara xurtkirina yekitiya jinan de nêrînên zelal derketin. Ji ber vê yekê bi nêrînên xwe beşdarî siyaset, dîplomasî, aborî, xebatên civakî, tenduristî, perwerdehî û hemû qadên jiyanê bûn. Bi armanca parastina civakê, di şexsê Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) de di hemû dinyayê de bûye mînakek ku şoreşa jinê dide nasîn.
Jin gihîştin armanca yekbûnê
Jinan bi têgîna xurtkirina yekitiyê di komun, navçe, partî û saziyan de birêxistin kirin û ji mijarên malbatê dest pê kirin, analîz kirin, çareser kirin, heta bi avakirina pergala Rêveberiya Xweser rêxistinên xwe ava kirin û bi dehan sazî û meclîsên jinan ava kirin. Armanc ew bû ku tu jin bê rêxistin nemîne û jin hêza xwe kom bikin, ji bo rola xwe ya pêşengtiyê ya yek îrade nîşan bidin. Jin gihîştin vê armanca xwe.