Kombûna Jinan a Zenûbiya: Em ê bi edaleta jinê hesab bipirsin

Jinan êrişên dewleta Tirk ên li dijî rojnamevanan şermezar kirin û diyar kirin ku wê bêdeng nemînin. Jinan gotin, "Em ê bi edaleta jinê hesabê van sûcan bipirsin."

Minbic – Li Minbicê bi dehan jinan nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclis Malbatên Şehîdan û Meclisa Jinan a Sûriyeyê ji bo şermezarkirina êrişa dewleta Tirk a a li bajarê Silêmaniyê ya li dijî wesayita rojnamevanan û şehîdkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatin ba hev.

Li wir Meclisa Kombûna Jinan a Zenubiya  ya Kantona Minbicê daxuyanî da. Daxuyaniy ji aliyê endama meclisê Nesrîn Hesen Meleve hat xwendin.

Nesrîn Hesen Meleve êrişa  dewleta Tirk a li dijî rojnamevanan şermezar kir û got: "Bi zanebûn rojnamevanên azad û azadiya derbirînê kirin hedef. Ev êriş binpêkirina qanûnên navneteweyî û qanûnên mafên mirovan e."

Nesrîn Hesen Meleve bang li civaka navneteweyî kir ku erkên xwe bi cih bînin û zextê li dewleta Tirk bikin bila êrişên xwe li ser gelên herêmê û çapemeniya azadî bisekinine. Nesrîn Hesen Meleve got: "Dengê şoreşa ’Jin, Jiyan, Azadî’ li cîhanê belav dibe. Em ê bêdeng nemînin. Em ê ji bîr nekin, em ê bi edaleta jinê hesab bipirsin."