Kombûna Jinan a Zenûbiya 2'yemîn Kongreya xwe li dar dixe

Kombûna Jinan a Zenûbiya, bi dirûşma "Bi birêxistinbûn û vîna jinan em civakeke azad û demokratîk ava bikin" kongreya xwe ya 2'yemîn li dar dixe.

Reqa – Kongreya 2'yemîn a Kombûna Jinan a Zenûbiya, li Hola Mişwar a Reqayê, dest pê kir. Di kongreyê de endamên nivîsgehên kombûnê yên Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, YPJ, YPG'ê, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Rêxistinên Civaka Sivîl, Yekitiya Jinên Ciwan, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) beşdar bûn.

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqa Xod El Îsa bixêrhatina beşdaran kir û got: "Em vê kongreyê li ramyar û Rêber Abdullah Ocalan, li şehîdan, li jinên li dijî zîhniyeta baviksalariyê li Îran, Efganistan, Iraq û Tirkiyeyê li ber xwe didin, pîroz dikin.

Em di pêkanîn û pêşxistina pransîbên bingehîn ên ji jinên azad re pêşeng bûn û hîna pêşeng in. Kombûna Jinan a Zenûbiya di 2 salan de kapasîteya xwe di aliyên rêvebirî, rêxistinî û zindîkirina jiyana jinan de zêde kir. Kombûnê gavên nû di xweavakirinê û birêxistinbûna jinan de pêk anîn. Em ê têkoşîna xwe bidomînin da ku xwe bigihînin hemû jinan û mêran ji zîhniyeta baviksalar rizgar bikin."

Kongre bi axaftin û sînevîzyona li ser xebatên 2 salan ên kombûnê, xwendina nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê birêxistinbûna jinan û nîqaşkirina rêziknameyê de dewam dike.

Kongreya Darmezirîner a 1'emîn a Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê di 1'ê Hezîrana 2021'ê de hate lidarixistin û jê 4 nivîsgeh li Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê hatin avakirin.

Her wiha li ser bernameya kar û xebatan li gorî xalên li jêr hatin lihevkirin:

*Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, têkoşîn bê mezinkirin, hemle û çalakiyên têkildarî bên zêdekirin.

*Li hember êrişên dewleta Tirk a li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mezinkirina têkoşînê, amadekirina bernameyan û hemleyan.

*Ji bo rêgirtina li pêşiya tundiya li ser jinan û rizgarkirina wê ji zihniyeta baviksalariyê ya desthilatdar, divê têkoşîn were mezinkirin.

*Destpêkirina hemleyên rêxistinî ji komînan a meclisan.

*Ji bo xurtkirina pergala hevserokatiyê, lidarxistina civînan û amadekirina bernameyan.

*Pêwîst e têgeha ekolojiyê bi rêya hemleyên zanakirinê bê belavkirin.

*Lidarxistina bername û hemleyên zanakirinê têkildarî tenduristiya jinan û zarokan.

*Ji bo xurtkirina jinan di tevahiya aliyan de, vekirina dewreyên meslekî û fikrî yên vekirî û girtî.

*Vekirina werşeyên fikrî, siyasî û aboriyê.

*Çalakirina projeyên aboriyê di gelek aliyan de ji bo pêxistina aboriya jinan û peydakirina derfetên kar ji gelek jinan re.”