Komale Mafê Mirovan: Ev êrîş gefek nû li hember herêmê ye

Komela Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyek nivîskî êrîşên dewleta tirk ên herî dawî şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş hewildanek nû ye ku dewleta Tirk e ku qeyrana Tirkiyê yên hundirîn derbasî Sûriyê dike.

Qamişlo - Komela Mafê Mırovan a Herêma Cizîrê der barê êrîşên herî dawî yên li dijî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya ku hate dayîn wiha bû:

“Dewleta tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi balafirên keşfê yên li ser Herêma Cizîrê yên Rêveberiya Xweser, yên ku zêde bûne û binesaziya herêmê yên ku sivîl têde kar dikin armanc digire. Ev yek wek tehdîtek nû ji bo binpêkirina aramî û ewlehiya herêmê ye. Ev yek hewildanek nû ye ku qeyrana Tirkiyê yên hundirîn derbasî Sûriyê dike. Sûriyê rewşa wê ya ewlehiyê zêde nebaş e, ji ber tehdîtên dewamkar ji aliyê dewleta tirk li ser sinorên Bakurê Sûriyê û Tirkiyê. Di encamê de binpêkirinên hov, yên zagonên navdewletî ya mirovî û mafê mirovan pêk tê. Tirkiyê gelek sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê pêk aniye.”

Komale herî dawî êrîş şermezar kir û wiha hate gotin: “Em wek Komeleya Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê van êrîşên herî dawî li dijî herêma me şermezar dikin. Ev êrîş sazî û binesaziya herêmê di van çend salên dawî de di xeterî de dihêle. Bê ku helwesteke cidî ji aliyê hêzên xwecihî, herêmî û navdewletî yên berpirs û garantor ji bo sekinandina van êrîşan.”