Koma Sabaya Sanad bû dengê Şahbayê

Ji bo dayîkên li Suweydayê, salek e her roj û her saet bi bendewariyeke bi êş derbas dibe. Malbatên ku di navbera hêviya saxbûnê û tirsa mirina zarokên xwe de asê mane, di nobeda mûman a Koma 'Sabaya Sanad' de banga hevgirtinê kirin.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Kesên beşdarî çalakiya heftane ya ‘Sabaya Senad’ bûn, bang li saziyên fermî û rêxistinên navneteweyî, bi taybet Xaça Sor, kirin ku hewlên xwe ji bo eşkerekirina aqûbeta kesên ku bi zorê hatine windakirin zêde bikin û her agahiyên piştrastkirî bidin malbatan. Wan tekez kir ku salekê li bendêmayîn tenê êşa malbatan zêde kiriye.

Koma ‘Sabaya Sanad’ di êvara 17’ê Tîrmehê de, wek beşek ji kampanyaya xwe ya hevgirtinê ya salekê ku daxwaza zelalkirina aqûbeta kesên ku bi zorê hatine windakirin û revandin dike û careke din nobed li dar xist. Ev nobed hemwext di salvegera revandina sivîlên ji aliyê çekdarên Heyet Tehrîr el-Şam ve hatine revandin re hate li darxistin. Beşdaran diyar kirin ku ev sivîl bêçek bûn û sedemên girtin an windabûna wan hîn jî nayên zanîn.

Banga hewldanên ji bo berdana girtiyan hate kirin

Aktivîsta sivîl a rêxistina ‘Mala min mala teye’, Lamîs Munther diyar kir ku ji bo kesên winda bi ewle vegerin û ronîkirina aqûbate wan, beşdarî çalakiya bi mûman a ji aliyê ‘Sabaya Sanad’ ve hatiye lidarxistin bûye û got: “Tevî gotegotên ku dibêjin hin ji wan li girtîgeha  Adrayê têne girtin, hîn jî tu agahî derbarê rewş û cihê lê tê girtin tune ye.”

Lamîs Munther bang li Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî kir ku hewlên lêgerîn û lêpirsînê li girtîgeha Adra û navendên din ên binçavkirinê zêde bikin û ji bo êşa malbatên ku li benda vegera hezkiriyên xwe ne sivik bikin hewl bidin. Da zanîn ku mijara windakirina bi zorê yek ji pirsgirêkên herî girîng ên li Suweydayê ye ku nehatiye çareserkirin û wiha got:

“Eşkerekirina aqûbeta zêdetirî 125 kesên winda dikare ji bo malbatên wan bibe çirûska hêviyê, di nav windayan de kesên extiyar jî hene û di nav 29 kesên extiyar, de kurek 16 salî yê bi navê Hamza Wasim Aql, heye.” Da zanîn ku hemû kesên winda bê sedem ji malên xwe hatine girtin û hêviya vegera wan a bi ewle anî ziman.

‘Hevgirtina me aştiya navxweyî dide me’

Ji koma ‘Sabaya Sanad’ Jumana Nassîf da zanîn ku wan vê çalakiya nobedê tam salek piştî windabûna ciwanên ku aqûteta wan hîn ne diyar e li dar xistiye û ev tişt got: “Dayîkên ku ev salek e ji zarokên xwe tiştek nebihîstine û tu agahî derbarê cih û rewşa wan de nizanin hene. Dê nobeda meya heftane heta ku kesê dawî yê ku hatiye revandin, windakirin, an jî girtî neyê berdan dê bidomînin. Kom li kêleka dayîk û jinên ku li benda nûçeyên li ser hezkiriyên xwe ne. Rondikên wan gelek hêja ne û em ê piştgiriyê bidin wan û her dem emê li gel wan bin.”

Jumana Nassîf bal kişand ser hevgirtina civakî ya xurt li bajarê Şahba û tekez kir ku endamên civakê qet dev ji hev bernadin û mîna yek malbatekê dijîn, şahî û xemgîniyê parve dikin. Ew bawer dike ku berdewamiya vê hevgirtin û hezkirinê baweriyê dide wan ku aştî û evîn di dawiyê de dê bi ser bikevin.

Her wiha derbarê bûyerên windabûna sivîlan nêrînên xwe anî ziman û got: “Em geşbîn in ku ew kesên ku tên herêmê ‘birayên ku ji hêla welatê Sûriyeyê ve yek bûne’ ne, lê em ji bûyerên  kuştin û revandinan matmayî man.”

‘Kurê min sivîl bû’

Ranîa Ebû Hesûn, dayîka Daniel Muwaffaq el-Harfoush ê windabûyî, êşa ku ev saleke piştî windabûna kurê xwe hîs dike anî ziman û got: “Kurê min zanîngeh temam kiribû û li derveyî Sûriyê dixebitî û tenê ji bo serdana malbata xwe ji bo mehekê vegeriyabû. Ew sivîl bû û ne girêdayî ti aliyekî bû û windabûna wî, malbata wî di bendewariyek bi êş de hiştiye, bêyî ku ti agahî li ser cihê wî hebe.”

Ranîa Ebû Hesûn da zanîn ku berî ku kurê wê windabibe bi pismamên xwe re çûye zeviyekê. Dayîkê, daxwaz kir ku rayedar û saziyên peywendîdar her agahdariya berdest a li ser kurên wan bi malbatan re parve bikin, diyar kir ku sala borî sala herî dijwar a jiyana wê bû û got: “Her roja vê salê tarî bû, ne tenê meha Tîrmehê.”

Ranîa Ebû Hesûn destnîşan kir ku kurê wê tekane zarokê wê ye û tenê dixwaza dengê wî bi bihîse. Anî ziman ku ev salek e beşdarî nobedê dibe û heta xeberekê ji kurê xwe bigre û heta ku ji destê wê tê dê dewam bike, hêviya xwe ku di demek nêz de kurê xwe bibîne anî ziman.

‘Em nizanin zarokên me saxin an mirîne’

Dayîka Eşref el-Harfouşê winda got ku kur û çar pismamên wê piştî ku di 19’ê Tîrmeha sala borî de çûne zeviyekê li herêma Deir Shair winda bûne. Ji wê demê ve, malbatê tu agahî li ser cihê kurê xwe negirtiye. Dayîkê kurê xwe wek ‘zana û zirarê nade moriyek’ bi nav kir û got: “Em nizanin ka ew sax in an mirî ne, salek e ji bo her dayîkekê ezmûnek pir bi êş e.”

Dayîkê diyar kir ku malbat her roj bi hêviya ku xeberekê bêbihîstin şiyar dibin û dema telefon lê dide, ew ber bi derve ve diçûn û difikirîn ku dibe ku ev agahî li ser aqûbeta kurên wan bîne. Anî ziman ku ev salek e li bendê ne û bang li her kesê ku dikare alîkariyê bike an jî agahî heye kir ku ji bo aqûbeta kesên winda eşkere bibe û wan vegerîne malbatên wan her tişt bike .