Koma Aso ya Nû piştgiriya mamostayên bi peyman kirin

Piştgiriya ji bo mamostayên bi peyman her roja ku diçe zêdetir dibe, îro Koma Aso ya Nû ku ji komek çalakvan, rojnamevan û rewşenbîran pêktê piştgriya mamostayên bi peyman kirin.

Silêmanî- Li Herêma Kurdistanê mamostayên bi peyman ev du heftene li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê dest bi çalakiyan kirine û ev çalakî hîna jî dom dikin. Mamosta ji hikumetê dixwazin bi fermî werin tayînkirin, lê hikumet piştî hilbijartin bi dawî bû carek din bêdengiya ya li hemberî daxwazên welatî û karmendan diparêze. Îro jî li Hewlêr, Silêmanî, Helebce, Ranye, Seyîdsadiq, Dukan, Çemçemalê mamostayên bi peyman çalakî lidarxistin û ji hikumetê xwestin werin tayînkirin.
Koma Aso ya Nû ku ji komek rojnamevan, çalakvan û rewşenbîran pêktê, piştgirî dan çalakiyên mamostayan. Li ser navê Koma Aso ya Nû rojnamevan Hêmin Mamend axivî û got: “Em piştgiriyê didin daxwazên mamostayan û  heta daxwazên mamostayan neyê bi cih anîn emê jî li gel mamostayên bi peyman li qadan bin.”