Koliyên alîkariyê yên AFAD'ê ji otobusa Wezîra AKP'î derket

Wekîla CHP'ê ya Enqereyê Gamze Taşçier têkildarî koliyên alîkariyê yên AFAD'ê ji otobusa hilbijartinê ya Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik derdikevin vîdyoyek weşand û wiha pirs kir: “Çi karê koliyên AFAD'ê di wesayîda hilbijartinê de hene?"

Navenda Nûçeyan – Erdhejên ku navenda wan Mereş bû veguherîn karesatek mezin û bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Li 11 parêzgehên ku ji erdhejê bi bandor bûne, zehmetî û kêmasiyên bi sed hezaran kesan di gihandina pêdiviyên xwe yên wekî xurek, paqijî, stargeh û ava paqij de berdewam dikin. Hevgirtina dilxwazên çûyînê herêma erdhejê jî didomin.

Ji roja ewil a erdhejê vir ve bertekên li dijî Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn a Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê (AFAD) berdewam dike, koliyên alîkariyê yên AFAD’ê di xebatên hilbijartinê de tên bikaranîn.

'Çi karê koliyên AFAD’ê di wesayîda hilbijartinê de heye?’

Parlamentera CHP’ê ya Enqereyê Gamze Taşçier vîdyoya koliyên alîkariyê yên AFAD'ê ji otobusa hilbijartinê ya Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik derdikevin, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal a Twîtirê parve kir. Gamze Taşçier di parvekirina xwe de ji Derya Yanîk bersiv xwest, wiha got:

“Derya Xanim hûn dikarin parve bikin? Ji bo namzediya we ya şexşî, belavkirina malzemeyên ku bi bac û bexşên gel tên standin, di wesayîda partiyê tê çi wateyê? Çi karê koliyên AFAD’ê di wesayîda hilbijartinê de heye? We balafir, wesayîd û hemû derfetên dewletê seferber kirin, ma têr nekir?"