Buroya Jin a Tev-Demê qetilkirina Mursel Nebîzade şermezar kir
Buroya Jin a Tev-Demê qetilkirina Nûnera Afganistanê Mursel Nebîzade şermezar kir û da zanîn ku ev pêkanînên dijmirovî yên li dijî jinan wê îradeya wan neşikîne.

Qamişlo- Parlamenter Mursel Nebîzade di 15’ê Çile de li paytexta Afganîstan Kabîlê li mala xwe hate qetilkirin. Êrîşa çekdarî li wê hat kirin, di encamê de gule li serî û sînga wê ket. Buroya Jin a Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem) der barê vê mijarê de daxuyaniyek da çapemeniyê û bi tundî ev kiryar şermezar kir. Di heman demê de teqez kir ku ev bûyer ji qetilkirina hemû jinên me yên têkoşer ne dûr e.
Daxuyanî ji aliyê rêvebera Buroya Jin a Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem de Zeyneb Hesen ve hat xwendin.
Di metna daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di serî de em weke Buroya Jin a Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem) qetilkirina Nûnera Afganistanê Mursel Nebîzade ya li mala xwe bi destên hin kesan hat qetilkirin, bi tundî şermezar dikin. Komên tundrew û tirsonek ku hewl didin qetilkirina jinan bikin navgîna kontrolkirin zîhniyeta otorîter a jinan li seranserê Afganistanê. Tevî ku Mursel îsrar kir ku li welatê xwe bimîne piştî ku Talîbanê herêm kontrol kir. Li cihê ku Mursel Nebîzade îsrareke mezin li ser parastina mafên jinan di parlamentoya Afganistanê de hebû berî ku Talîban dest deyne ser Afganistanê û roleke wê ya berbiçav hebû di warê siyaset û parastina mafên jinan û xebata ji bo vegerandina tiştê ku ji destên wê hatiye talankirin. Her wiha ji bo ku rola xwe di civakê de bike û dawî li desthilatdariya mêr a desthilatdar ku civakê ji cewhera wê vediguherîne komên tundrew ên ku rola jinan înkar dikin, kedeke mezin kir.”
‘Mursel Nebîzade şoreşê li Afganistanê bi rê ve dibir’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye mînaka zindî ya asta pêşketina ramana azadiya zayendî û zemînek berfireh ji şoreşa jinan re afirandiye ku derbasî Rojhilatê Kurdistan û Îranê bibe ji aliyê jinên bi hêvî û bawerî ve û wiha hat gotin: “Îro hemû herêm bi pêşengiya têkoşîna jinê ya li dijî neheqî, mêtingerî û li dijî zîhniyeta desthilatdar a baviksalarî û terorê ber bi avakirina îradeya civakî ya azad ve diçe. Jin îro xwedî mîrateya berxwedanê ne, têkoşîna nûjen di bin dirûşma; Jin Jiyan Azadî de deng li hemû cîhanê veda. Em matmayî namînin ku ev ruhê jina şoreşger bandorê li fikir û wijdanê nûnera Afganistanê Mursel Nebîzade dike ku bi tevlibûna dirûşma; Jin Jiyan Azadî dikaribû şoreşeke nû li Afganistanê bi rê ve bibe lê destên xiyanetê têk bir. Wesiyeta wê, weke rêbaza qetilkirina wê, ji rêbaza qetilkirina Jîna Emînî û gelek rêhevalên din Sakîne Cansiz, Fîdan, Leyla, Zeyneb Saroxan û ya dawîn jî Evîn Kara ne dûr e ji ber zîhniyeta otorîter û fanatîk heman e. Em careke din vê
kiryara sûc e li dijî şervana jin û parêzvanên mafên mirovan Mursel Nebîzade şermezar dikin. Ev ê bandorê li pêşketin û têkoşîna jinan neke, berevajî wê bi pêş bikeve û bi ser bikeve. Rûmet û serkeftin ji giyanê wê re. Serkeftin ji bo şoreşa têkoşîna jinan.
Daxuyanî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.