‘Jin jiyan azadî li Rojhilata Navîn bû manîfestoya şoreşa jinê’

Endam û Rêveberên Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê salvegera serhildana Rojhilatê Kurdistan-Îran silav kirin û gotin: “Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ bû felsefe, neqşeya rê û perspektîfa serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê.”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- Di 16’ê Îlona 2022’yan de jina Kurd Jîna Emînî ya ji bajarê Saqiz a Rojhilatê Kurdistanê ji ber porê wê xuya dike ji aliyê Polîsên Exlaq ên Îranê ve rastî îşkenceyê hat û hat qetilkirin. Piştî qetilkirina Jîna Emînî gel rabûn serhildanê û ev serhildan bi pêşengtiya jinan û bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ belavî tevahî cîhanê bû. Di salvegera yekemîn a vê serhildanê de heta niha jî gel li ser piyan e û li dijî her cure êrîş, kiryar û desthilatdariya Îranê têdikoşin.

Bi boneya salvegera serhildana Rojhilatê Kurdistan- Îranê Endam û Rêveberên Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêrînên xwe parve kirin.

‘Serhildana Rojhilatê Kurdistan-Îranê pîroz e’

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif, bi qetilkirina Jîna Emînî re serhildana gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê wiha nirxand: “Bi ruhê şoreşa Rojavayê Kurdistanê re em serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê silav dikin. Şoreşa ku bi vîna jin û bi têla pora Jîna Emînî destpêkir ku bû bingeha serhildan, hest û dilxwaziya mezin ji bo azadî û xwederxistina ji pergala ku divê sedsalî de xwe li ser gel û bi taybet li ser jin ferizkiriye. Bi qêrîna Jîna Emînî re hemû jin û gel beşdarî serhildanê bûn. Şoreşek pîroz bi hevkirina gel û jinan destpêkir. Dema em ji Rojavayê Kurdistanê, li şoreşa Rojhilatê Kurdistan-Îran dişopînin bi germahî û eşqek mezin nêz dibin. Bila gel bi hev re desthilatdariya heyî hilweşînin û guhertin û veguhertin di Rojhilata Navîn çêbikin. Em dixwazin di Rojhilata Navîn a demokratîk de, bi hevsengiyek wekhev bijîn. Jin pêşengtiya şoreş û dîrokek nû dike. Em salvegerê bi bîr tînin û berxwedana ku tê meşandin pîroz dibînin. Em dil û vîna xwe tevlî serhildana Rojhilatê Kurdistanê dikin û em dibêjin em ê bi hev re vê serhildanê bi ser bixînin.”  

‘Têkoşîn û berxwedana jinan dê hemû jinan azad bike’

Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Remziye Mihemed, Jîna Emînî bi bîr anî û kiryarên li dijî jinan pêk tên wiha rêz kir: “Em di serî de salvegera ‘jin jiyan azadî’, bîranîna şehadeta Jîna Emînî û tevahî serhildana Rojhilatê Kurdistan-Îranê bi bîr tînin. Kiryarên ku li ser tevahî jinan ji Rojhilatê Kurdistan heta Bakurê Kurdistan, ji Başurê Kurdistan heta Rojavayê Kurdistanê di şexsê jinên kurd de li ser tevahî jinan tê meşandin. Bi taybet jinên Êzîdî yên ku li Şengalê hatin revandin û di sûkan de hatin firotin ku îro li Efrîn û Serêkanî jî kiryarên li dijî jinan bi eynî şêweyî dewam dike. Ev kiryarên ku li dijî jinan pêk tên, kiryarên derveyî mirovahiyê ne. Ji lewra serhildana jinan li hember van kiryaran nasekine û wê hîn bêtir têkoşîn û berxwedana jinan xurtir bibe. Hevgirtin û yekitiya jinan ji bona bilindkirina têkoşînê li hember kiryar û dagirkeriyê wê her dewam bike. Dê berxwedan û têkoşîna jinan hemû jinan azad bike.”

‘Jin jiyan azadî, bû felsefe, neqşeya rê û perspektîfa serhildanê’

Endama Akademiya Jineolojî Buhar Ewrîn, serhildana Rojhilatê Kurdistan-Îranê ku bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ dest pê kir bandorek çawa li cîhanê kir wiha anî ziman: “Jinên Rojhilatê Kurdistan-Îranê bi salane di bin hikma desthilatdariya Îranê de dijîn. Pêngava Jin jiyan azadî, derfetek mezin ji wan jinan re avakir ku daxwazên demokratîk û azadiya jinê, mafê jiyanê bi awayekî azad bînin ziman. Dirûşma Jin jiyan azadî bû felsefe, neqşeya rê û perspektîfa vê serhildanê. Di heman demê de ev dirûşma tenê di Îran û Rojhilatê Kurdistanê de sinordar nema, belavî tevahî cîhanê bû. Yek jî taybetmendiyên sereke, yê vê serhildanê bi pêşengtiya jinê pêk hat. Ev serhildan bû sedem ku hemû gelê bindest mafê xwe bixwazin, yek ji wan netewan Belûc bû, bi salane rastî zilim û newekheviya desthilatdariya Îranê re rû bi rû ne. Destkeftiya din jî daxwaza wekhevî û avabûna yekitiya gelan bû. Di wê pêvajoyê de gelê kurd û Belûcî bi piştevaniyek pir xurt hevdu temam kirin. Çirûska ku bi Jîna Emînî re destpêkir, bû bingeh ku dirûşma Jin jiyan azadî, dikare ji bo pêşeroja avabûna Rojhilata Navîn a demokratîk pêk bîne. Êdî asta zanebûna gelê Îranê gihiştiye wê merheleyê ku êdî naxwazin vê zilim û zorê bijîn. Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ di Rojhilata Navîn de bû manîfestoya şoreşa jinê. Di salvegera şoreşê de divê careke din agirê şoreşê geş bibe û gel bi daxwaza azadî û wekheviyê derkevin qadan.”

‘Pergal xwe li ser qirkirina gelan ava dike’

Endama Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Dalya Henan, di nava salekî de bi hezaran çalakvanên serhildana Jin jiyan azadî rastî îşkence û tundiyê hatin, li hember van kiryaran bêdengiya hêzên navneteweyî wiha nirxand: “Ew raperîna ku li wir destpêkirî, li beramber dîktatoriya Îranê bû. Îro di bin navê Îslamiyetê de bi dehan rêbazan bi kar tînin û di bin vê rêbazan de jinan hedef digirin. Bûyera di serê Jîna Emînî re derbas bûye, em hemû dizanin di encama zihniyeta dîktator û şexsên ku îradeya jinê qebûl nakin, wekheviya civakê qebûl nake û pêkhateyên civakê qebûl nake, pêk hat. Ev bû salek serhildan dewam dike û gel li hember dîktatora heyî têdikoşe. Mixabin em îro dibînin li hember helwestên gel yan jî desteka ji bo gel, hêzên navneteweyî bêdeng e. herkes dizane ger gelê Rojhilatê Kurdistanê bighêje mafê xwe, wê bandor li her derê bike. Pergal xwe li ser qirkirina gelan avakiriye, ji lewra metirsiyên hêzên navneteweyî ji vê hêz, yekitî û wekheviya gel heye. çiqas nakokî di navbera dewletan hebe jî, ku bi taybet nakokiyên hin dewletan bi Îranê re hebe jî, em dibînin ew dewlet tu helwes raberî Îranê nake. Ji ber herkes ji îradeya gelê azad û nasnameya azad ditirse. Em di wê bîr û baweriyê de ne ku wê ev raperîn bighêje armancê xwe û wê azadiya civakê misoger bibe.”

‘Jîna Emînî ji jinên cîhanê re bû mînak’

Endama Koordînasyona Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Mîzgîn Çolax weke Çand û hunera jinê destekên xwe wiha ji bo serkeftina serhildana Rojhilatê Kurdistan-Îran parve kir: “Di serî de em şoreşa Rojhilatê Kurdistan û Îranê silav dikin û Jîna Emînî bi bîr tînin. Şoreşa Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi keziya Jîna Emînî destpêkir û heta roja îro gelek jin pêşengtiya vê şoreşê kirin. Em çawa dibêjin şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinê ye,  şoreşa Rojhilatê Kurdistanê jî bi pêşengtiya jinê destpêkir. Yên ku xwedî li çand, civak û şoreşa xwe derdikeve jin e. Em dibêjin Jîna Emînî bû mînak ji şoreşa jinê re û em dibêjin wê ji tevahî şoreşa jinê ya cîhanî re bibe mînak. Em jî wek Jinên Çand û Hunerê ku çanda xwe diparêzin em piştewanî didin jinên Rojhilatê Kurdistanê û em dibêjin ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê em pê doza jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ne. Ji ber yên ku xwedî li şoreşa xwe derdikeve jin e. Çi di milê çandî, civakî û parastina jinan de be çi di warên din de em ê xwedî li şoreşa jinê derkevin.”