Koçberên kampa Waşokanî kiryarên dewleta Tirk şermezar kirin
Koçberên Kampa Waşokanî, bi armanca şermezarkirina hewldanên dewleta Tirk a dagirker ji bo kirîna milk û erdên welatiyên Kurd ên ji Serêkaniyê bi zorê koçberkirî, meşek li dar xistin.

Hesekê - Koçberên Kampa Waşokanî, bi armanca şermezarkirina hewldanên dewleta Tirk a dagirker ji bo kirîna milk û erdên welatiyên Kurd ên ji Serêkaniyê bi zorê koçberkirî, meşek li dar xistin. Bi sedan koçber, ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Turkmen, beşdarî meşê bûn.
Di meşê de alên Kongra Star, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên “Na ji guhertina demografyayê re” û “Firotin an kirîna milk di bin dagirkiriyê de ne qanûnî ye” hatin hildan.
Meş li ber Meclisa Kampa Waşokanî dest pê kir û li ber Navenda Rêveberiya Kampê veguherî mîtîngekê. Piştî deqeyekê rêzgirtinê, Newaf Hesen, bi navê koçberên Serêkaniyê, bal kişand ser daliqandina alên Tirkiye û Pakistanê li ser avahiyên giştî yên bajarê dagirkirî û got: “Em bilindkirina alên Tirkiye û Pakistanê li ser avahiyên bajarê me bi tundî şermezar dikin. Ev binpêkirineke eşkere ya qanûnên navneteweyî ye. Ji sala 2019’an ve em li kampê dijîn, lê em ê heta dawiyê ji bo vegerandina ser erd û milkên xwe li ber xwe bidin.”
Koçberan bi dirûşmeyên “Na ji firotina milkên Serêkaniyê, na ji guhertina demografî, na ji bicihkirina çeteyan li Serêkaniyê” meşa xwe bi dawî kirin.