Koçberên kampa Waşokanî: Em daxwaza keda xwe ya bi salan dikin
Koçberên Kampa Waşokanî bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê banga vegera li bajarê xwe kirin û gotin: “Her malek û erdek li Serêkaniyê bi salan bi ked û xwêdana me hat çêkirin.”
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Piştî di sala 2019’an de bajarê Serêkaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin, bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûn. Her koçberek xwedî mal û milk bû, bi ked û xwêdan malên xwe ava kiribûn. Bi keda bi salan ku ji dapîr û bapîrên xwe girtibûn jiyana xwe didomandin. Di şevekê de dewleta Tirk bi çekên qedexekirî û balafiran êrîş kir, di encamê de bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûn. Çeteyên dewleta Tirk dest dan ser mal û milkên koçberan. Koçberên Kampa Waşokanî diyar kirin ku dagirkirina Serêkaniyê binpêkirina keda bi hezaran mirovan e. Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê jinên koçberên Serêkaniyê ên li kampa Waşokanî dijîn ji ajansa me re axivîn.
‘Dewleta Tirk ked û mafên mirovan binpê dike lê cîhanê çavên xwe girtiye’
Koçbera bi navê Şemsa Elî da zanîn ku dewleta Tirk zagonên navdewletî binpê dike, bêdengî erêkirin e û wiha axaftina xwe domand: “5 sal in em di kampa Waşokanî de li ber xwe didin. Yên ku herî zêde zorî û zehmetî dibînin jin in lê yên ku jiyanê diafirînin û berxwedaniyek mezin dimeşînin jî jin in. Li Serêkaniyê em xwedî mal û milk bûn, her koçberek xwedî erdekî bû. Ev erd û mal keda bi salan bûn. Bi dagirkirina Serêkaniyê re keda bi salan hat binpêkirin. Dewleta Tirk tu nirx û hurmet nîşanî keda mirovan nade. Bêdengiya dewletên navneteweyî jî binpêkirina ked û hebûna mirovan e. Em bi boneya vê rojê daxwaza vegera xak û malên xwe dikin.”
‘Berxwedana me ya li kampê ji bo vegera Serêkaniyê ye’
Koçbera bi navê Cemîla Mihemed jî teqez kir ku di kampa Waşokanî de îro bi hezaran kes kedek mezin didin û wiha axaftina xwe domand: “Hebûna me li kampê ji bo vegera bajarê me ye. Ger dewleta Tirk bi dagirkeriyê dixwaze keda me binpê bike em jê re nahêlin îro di kampê de ked û têkoşînek mezin dimeşînin ji bo ku xwedî li keda xwe û ya dapîrên xwe derkevin. Bila dewlet nebêjin mafên mirovan an roja kedkaran. Di roja ku em koçber bûn de kî xwedî li me derket? Heya roja îro rêxistinên mirovî tu alîkarî nadin koçberên Serêkaniyê. Ya me birêxistin kir û ji me re cih ava kir, Rêveberiya Xweser bû. Heya roja îro jî ruxmî êrîş û aloziya ku em tê de ne çi ji destan tê dike. Di kampê de rewşa koçberan bi hatina havînê dikeve xeterê, zivistanê jî serma ye. Em li hêviya kesê namînin em ê bi berxwedaniya xwe xwedî li keda xwe derkevin.”