Koçberên Kampa Serêkaniyê li dijî tecrîdê meşiyan
Bi armanca şermezarkriina Tecrîdagirankirî yê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Koçberên Kampa Serêkaniyê meşek li dar xistin.

Hesekê – Bi sedan koçberên Kampa Serêkaniyê ya girêdayî Kantona Hesekê- Bakûr û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Di meşê de alê Kongra Star, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa ”Bi ruhê berxwedana Îmralî em ê komploya 9’ê Cotmehê û xeta Ixanetê têk bibin” hatibûn hildan. Meş li ber Navenda Kongra Star a Kampa Serêkaniyê destpêkir û li ber Navenda Hêza Parastina Cewherî ya Kampa Serêkaniyê veguherî mitîngê.
Piştî deqeyek Rêzgirtin, Bi navê Kongra Star a Kampa Serêkaniyê daxuyanî ji aliyê Endama Kongra Star a Kampa Serêkaniyê Xedîca Silo ve hate xwendin.
Xedîca Silo têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha anî ziman: “Qanûnên ku li ser Rêbertî tên pêkanîn, hemû qanûnan bin pê dikin. Dewleta tirk a dagirker tecrîdeke girankirî li ser Rêbertî dide meşandin. Ew jî bi rêya wê yekê ye ku nahêle parêzer û malbata wî pê re hevdîtinê bikin. Li hemberî vî sûcî jî saziyên mafê mirovan bêdeng mane. Em vê bêdengiyê şermezar dikin û dibêjin eger hûn rast mafê mirovan diparêzin pêwiste hun bêdengiya xwe bişkînin û dewleta tirk li hemberî kiryarên hovane yê ku di derheqê gelan jî pêk tîne ceza bikin.”
‘Em ê bibin xelek û rêbertiya Xwe biparêzin’
Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Rîma Îsa wiha got: “Îro tecrîdek girankirî li ser Rêbertî heye, bi hîncetên bê bingeh bi dehan car cezayê hûcreya yek kesî û cezayên cûr be cûr lê hatiye birîn. Bi ti awayî ne ji aliyê malbatê ve û ne jî ji aliyê parêzeran ve ti agahî ji Serokatiya me nayê girtin. Em vê tecrîdê şermezar dikin û bang li tevahî cîhanê dikin ku li hemberî vê tecrîdê bêdeng nemînin. Dixwazin Rêber Apo di zindana Îmraliyê de bêdeng bihêlin, em wek gelê Kurd, gelê aştîxwaz destûr nadin vê yekê heta ku yek ji me li ser rûyê erdê be, em ê Serokatiya xwe biparêzin. Em ê wek jin li dora Rêberê xwe bibin xelek û em vê tecrîdê qebûlnakin. Em dibêjin dewletên cîhanê, Neteweyên Yekbûyî li hemberî vê zilm û tecrîda li ser Rêbertî her wiha êrişên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê -Rojava û tevahî herêmên din yên Kurdistanê bêdeng nemînin. Em wek gelê Kurd yê di welat û derveyî welat de pêwîste heta em Rêbetiya xwe bi fîzîkî azad nekin em li ser piyan bin.”
Meş bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Îmralî” bi dawî bû.