Koçberên Heleb û Kantona Şehba-Efrîn gihîştin Reqayê

Piştî êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Heleb, Kantona Şehba-Efrînê bi sedan malbatên koçber gihîştin Kantona Reqayê.

Navenda Nûçeyan- Vê sibehê bi sedan malbatên koçberên ji bajarê Heleb û kantona Efrîn- Şehbayê gihiştin kantona Reqayê.

Koçber li navendên ku Rêveberiya Xweser amade kirine, hatine bicihkirin.

Maseya Krîzê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê duh (2 Kanûnê) ragihand ku ji bo pêşwazîkirina koçberên ji Heleb û kantona Efrîn-Şehbayê cih amade kirin.

Di çarçoveya amadekariyan de  10 dibistan hatin hazkirin û li Stadyuma Beledî ya li bajarê Reqayê çadir hatine danîn. Li van cihan pêwîstiyên germkirin, xwarin û vexwarin û tenduristî hatine bicihkirin.