Koçberên Efrînî: Em ê heta vegera Efrînê têkoşîna xwe bidomînin

Jinên koçber ên Efrînî yên li Şehbayê dijîn, diyar kirin ku tevî hemû şert û mercên jiyanê yên zehmet jî heta vegera Efrînê têkoşîna xwe ya jiyanê ya li Şehbayê bidomînin.

Şehba- Bi ser koçberkirina gelê Efrînê ya ji bo Şehbayê 7 sal derbas dibe. Di nava van salên koçberiyê de gel hemû şert û mercên jiyanê yên zehmet jiyan kirin û bi îradeya xwe heta niha li Şehbayê berxwedana xwe didomînin. Di aliyekî de Hikumeta Şamê dorpêça xwe ya li ser herêmê didomîne û li aliyê din jî dewleta Tirk her roj êrîşê herêmê dike. Armanca van êrîşan jî ew e ku berxwedana gelê herêmê qels bikin û deriyê koçberiyê carek din vekin. Gelê herêmê, diyar dikin ku heta vegera Efrînê û dawîanîna dagirkeriyê dê di nava têkoşîn û berxwedanê de bin.

Jinên Efrînê yên koçberî deverên Şehbayê bûn û têkoşîna jiyanê didin, ji ajansa me ra axivîn.

'Em ê heta vegera Efrînê têkoşîna xwe ya li Şehbayê didomînin’

Jina bi navê Emîna Şêxo, behsa zehmetiya jiyana xwe ya li Şehbayê ya di nava dorpêç û êrîşan de kir û wiha got: "Ev bû 7 sal in em ji cih û warên xwe koçber bûne û li vir têkoşîna jiyanê didin. Tevî koçberbûna ji bajara xwe jî li dijî me dorpêç tê meşandin û ferzkirin. Ji ber Hikumeta Şamê mazotê derbasî herêmê nake, em gelek caran bê kehrebe dimînin. Em di jiyanek gelek zehmet de dijîn, lê dîsa jî em bi temenê xwe ya mezin berxwe didin û ji bo Efrînê tevahî şertên jiyanê tehmûl dikin. Li şûna ku alîkarî bidin me dorpêç li ser me ferz dikin û her roj êrîşê me dikin. Em ê heta vegera Efrînê, têkoşîna xwe ya li Şehbayê didomînin.”

'Ne dorpêç û ne jî êrîş nikare berxwedanê têk bibe’

Fatimê Mihemed jî destnîşan kir ku ne êrîş û ne jî dorpêç nikare bandorê li ser berxwedana wan bike, îradeya wan qels bike û wiha got: "Em rojane benda vegera Efrînê û li benda agahiya serkeftinê ne. Ne dorpêç û ne jî êrîşên dijmin wê nikaribe bandor li ser berxwedana me bike û îradeya me qels bike. Em ê heta dawiyê li Şehbayê li berxwe bidin, ji ber ku ev berxwedanî wê vegera Efrînê misoger bike. Ev 7 sal in em di nava zor û zehmetiyan de dijîn, lê em ê tu carî dev jî berxwedana xwe ne berdin  û em ê ji bo vegera Efrînê li dijî zehmetiyên berxwe bidin.”