Koçberên Efrîn û Şehbayê: Çeteyan komkujî li dijî sivîlan pêk anîn

Jinên ji Şehba Til Rifet û Efrînê ber bi herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve koçber bûne behsa êrîşa çeteyên dewleta Tirk li dijî herêmên wan kirin.

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê- Çeteyên dewleta Tirk di 27’ê Mijdarê de êrîşî bajarê Helebê kirin û xistin bin kontrola xwe. Paşê êrîşek dagirkeriyê li ser kantona Şehba û Til Rifetê meşandin. Di encama vê dagirkeriyê de bi deh hezaran malbat berê xwe dan herêmên bi ewle yên Rêveberiya Xweser. Jinên koçber ên ku bu cara duyemîn e ji warên xwe derdikevin, behsa hovîtiya çeteyên girêdayî dewleta Tirk a di rêya koçberiyê de, kirin.

"Bi îradeya hêzên xwe yên leşkerî em ê Efrînê azad bikin"

Koçbera ji Efrînê Almaz Hiso destnîşan kir ku ev cara sêyemîn e ji malên xwe koçber dibin û wiha got: “Cara yekê di destpêka krîza Sûriyê de bû, em ji bajarê Helebê koçber bûn û vegeriyan Efrîna xwe. Wê demê me azar kişandin lê belê ji ber em vegeriyan cih û warê xwe Efrînê û me di nav xelkên xwe de jiyan kir, em pir neêşiyan. Cara duyem jî dema çeteyan êrîşî Efrînê kir. Em bi darê zorê koçber bûn û agir bi dilê me ket. Me rojên gelek zehmet di bin topan, tankan û dengê balafirên şer de jiyan kir. Me dest ji bajarê xwe berda û em koçberî Şehbayê bûn. Dema em gihîştin çiyayê Xewnê, min li paş xwe li Efrîna xwe nihêrt û hêstir ketin çavê min. Tevî van hemû zehmetiyan jî, hêviyeke me ya mezin hebû ku em ê rojekê vegerin Efrîna xwe.”

Almaz Hiso destnîşan kir ku bi derketina wan a ji Efrînê berxwedan û têkoşîna wan ranewestiyaye û wiha got: “Ji beriya 7 salan ve me li Şehbayê li ber xwe dida, bi armanca em bajarê xwe ji çeteyan rizgar bikin. Me hemû zehmetî derbas kirin, tenê ji bo ku em vegerin. Em wek gelê Kurd hêviya me bi hêzên me û fikrê rêberê me yê di zindana Îmraliyê de ji beriya gelek salan ve li ber xwe dide mezin e. Em ê bi îradeya xwe Efrînê azad bikin. Wê demê em ê ji cîhanê re isbat bikin ku hêz û berxwedana me ji bêdengiya wan xurtir e.”

‘Çeteyan komkujî pêk anî’

Emîne Mihemed der  barê binpêkirinên çeteyan ên li ser welatiyên Efrîn û Şehbayê de got: “Dema dewleta Tirk û çeteyên wê bajarê Efrînê dagir kirin, em neçar man jê derkevin û em ber bi bajarê Til Rifetê ve çûn. Ev cara yekê bû em koçber dibûn. Tevî binpêkirinên wan ên berdewam, me 7 salan derbas kir. Me berxwedaneke mezin raber dikir ji bo em li nêzî Efrîna xwe bijîn. Beriya çend rojan çeteyên dewleta Tirk êrîşî Til Rifetê kirin. Me dizanîbû eger Til Rifetê dagir bike, wê komkujiyan li dijî me pêk bîne, bi taybet li dijî jinan. Ji ber wê gel neçar ma koçber bibe. Me bihîst ku çeteyan kesên nikarîbûn xwe ji wê derê xilas bikin îşkence û qetil kirine, her wiha hêzên ku kar li ser derxistina welatiyan dikirin, girtine."

‘Dema em derketin hêzên me bi me re bûn’

Emîne Mihemed anî ziman ku riya heta Tebqayê gelekî zehmet bûye û wiha got: “Em du rojan li ber sermayê tevî zarokên xwe li derve manbûn. Dema em gihîştin Tebqayê em şevekê tenê di navenda stargehê de man, paşê me biryar da em werin Kobanê. Alîkarî pêşkêşî me kirin. Dema em derketin, hêzên me bi me re bûn ji bo me biparêzin. Çete li kêleka rê sekinîbûn. Henekê xwe bi me dikirin û wêne û vîdyoyên me dikşandin.”