Koçberên Îraqê yên qampa Holê vedigerin cihên xwe

Şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê ragihand ku Iraqê 142 malbatên Iraqî ji Wargeha Holê vegerandin wargeha Cede ya li Musilê.

Navenda Nûçeyan- Şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê li ser medyaya dîjîtal ragihand ku 142 malbatên Iraqê ji Wargeha Holê vegerandine Wargeha Cede ya li parêzgeha Musilê. Piştî ku malbatên hatîn vegerandin di çareseriyên derûnî re derbas bûn wê vegerînin nava civakê.

Li gor ew zanyariyên Şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erec belavkirî da zanîn ku hewldanên wan yên ji bo tunekirina çavkaniyên terorê û girtina Wargeha Holê ya li Suriyeyê dewam dikin.

Li gora zanyariyan nêzî 70 hezar kesê ji netewên cûda di kampa Holê de bi cîh bûne. Ji van hêjmaran zêdeyî 30 hezar kesên Îraqîn e. Ev qampe ji bo êrîşên DAÎŞ û Tirkiye metirsiyek mezine, ji ber wê Rêveberiya Xweser divê çarçoveyê de bang li welatên din kirin ku bi fermî hemwelatiyên xwe vegerinîn welatên wan.

Herwiha wezîra koç û koçberên Îraqê Evîn Cabrû, di destpêka salê de ragihand ku lez dane xebatên ji bo vegerandina koçberê Îraqê û piştî ku ew perwerde kirin wê têkevin nava civakê.