Kobanî li dijî êrîşa dewleta tirk meşiyan
Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê li dijî êrîşa dewleta tirk a li ser Kobanê bi diruşma "Bi ciwanî em ê şoreşa xwe bilind bikin, dagirkerî û îxanetê têk bibin" meşiyan.Ciwanên Helebê ji li hemberî tecrîdê meşiyan.
Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê li dijî êrîşa dewleta tirk a li ser Kobanê bi diruşma "Bi ciwanî em ê şoreşa xwe bilind bikin, dagirkerî û îxanetê têk bibin" meşiyan. Ciwanên Helebê ji li hemberî tecrîdê meşiyan.
Kobanê - Dewleta tirk duh bi keşifa bê mirov li maleke sivîl da, di encama bûyerê de birîndar û şehîd çêbûn. Ev cara 6’emîne dewleta tirk bûyerên bi vî rengî dike û bi taybet sivîlan dike hedef. Li dijî bûyera duh, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ya kantona Kobanê bi diruşma "Bi ciwanî em ê şoreşa xwe bilind bikin, dagirkerî û îxanetê têk bibin", meşeke girseyî li darxistin. Di meşê de pankartên bi nivîsa "Bimre Îxanet" û "Bimre terora dewleta tirk", hatin hildan. Meş ji qada Azadî destpêkir û ber bi cihê buyerê ve dewam kir. Li cihê bûyerê ji bo pakrewanên azadiyê deqeyek rêz hat girtin, paşê axaftin ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kobanê Xunav Xelîl ve hat kirin.
"Bi ciwanan em ê dagirkeriyê têk bikin"
Xunav di nava axaftina xwe de teqez kir ku bi hêz û vîna ciwanan dê îxanet têbiçe û wiha got: "Bûyera duh li Kobanê qewimî ne bûyereke tesaduf bû, ev ne cara yekemîne û ne ya dawiyê ye dewleta tirk bi keşifa bê mirov sivîlan dike hedef. Bi van êrîşan em tune navbin û vîna me lewaz nebe. Em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin û li dijî van êrîşan di nava çalakiyan de bin. Gef û bûyerên bi vî rengî tu carî wê vîna me lewaz neke. Em dizanin sîxurên dewleta tirk van agahiyan didin hevkarên xwe, bi destê ciwanan em wan tune bikin, beriya vê dîsa jî li Qamişlo malbata welat parêz malbat Gulo hat hedefgirtin. Hemû bûyer ji hevdû ne cuda ne. Bi van êrîşan wê dewleta tirk û hevkarên wê bi sernekeve, ev gel xwedî destkeftiyên mezinin yê ku vê şoreşê biparêze emin, divê em hemû bi hev re li dijî van dagirkeran bisekinin."
Meş bi siloganên "Bimre Îxanet" û "Şehîd namirin", bi dawî bû.
Ji jinên ciwan ên tevlî meşê bûne Xezal Miho da zanîn ku dewleta tirk êrîşî cihê pîrzo dike û wiha domand: “Ji ber ku salvegera Kobanê nêz bûye, ji bo wê ev bûyer pêk anî. Mirov van buyeran wiha dikare bi nav bike, bûyerekî bê exlaqiye, dij mirovahiyê ye."
Emel Kino jî got: "Dewleta tirk her roj sivîlan dike herdef, em wek xwendekar van êrîşan bi tund şermezar dikin. Her êrîşeke dewleta tirk û hevkarên wê ji me re dide xuyakirin ku Rusiya bi erkên xwe ranabe, di hemû bûyeran de Rusiya bê deng dimîne. Tu kes van kiryaran qebûl nake, roj bi roj em tên kuştin. Lê hêza me ji dagirkeran mezintire û em tu carî lewaz nebin."
Ciwanên Helebê jî li hemberî tecrîdê meşiyan
bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Helebê meşek girseyî hat lidaxistin. Meş ji pêşiya jêrzemîna Yasîn a dikeve taxa Şêx Meqsûd Xerbî dest pê kir, li pêşiya Navenda Mecilîsa Şehîd Gelhat a taxa Şêx Meqsûd Şerqî dawîbû. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongra Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya jinên Ciwan û pankertên bi nivîs “Dem dema azadiya Rêber Apo ye” û “Werin cenga azadiyê” hatin hildan. Li ser navê Yekîtiya jinên Ciwan Maye Mihemed got: “Heya em agahiyekê ji Rêberê xwe negirin em qet ranaweswtin.