Koalîsyona Jinan bang li şaredariyan kir: Pêşerojê bi hevre em bi guherînin

Koalîsyona Jinan bang li şaredariyan kir û got: “Beriya hilbijartinê me got em ji başiya xirabiyê razî nabin. Em divê mijarê de bibiryarin. Em bang li şaredariyên daxwaza guherînê dikin! pêşerojê bi hevre em bi guherînin”

Navenda Nûçeyan- Koalîsyona Jinan bi sernavê ‘Em bang li Şaredariyan dikin’ daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bal kişand ser encamên hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adare û destnîşan hat kirin ku faturaya sîstema xwe dispêre yek mêr ku roj bi roj bûye navend birîne û got: “Ev daxwaza hevpar ya guherînê di navxweyî de derket holê, ji aliyê rêxistinên jinan ve hertim tîne ziman û jiyana rojane ya hatî polîtîkkirin çiqas giringe carek din daye nişandan. Niha di rêzê de tişta pêwîst were bicihkirin û guherînek rast were rêxistinkirin.”

‘Tu cihên ku jin lê nîne, guherînên baş çênabe’

Di daxuyaniyê de bi awayê şaredariyên nû ji nûve hatîn hilbijartin ‘guherîna rast, bajarên em lê jiyan dikin û navçeyan  rêvebirinên rast dibe bang kir wiha hate gotin: “Weke koalisyona jinan, zêdeyî 20 salane di şaredariyan de polîtakayên wekhev û maknîzmayên beşdariyê ji bo bikeve meryetê, li her aliyê Tirkiye rêxistina jinan ên yekitiya me re têkoşîn didin, şaredariyên guh didin dengê me û pêkanînên ku hêz didin em dixin meryetê. Em dizanin li tu cihên ku jin bi awayek rast lê neyî wê guherînên rast çênebe.”

'Werin em bi hev re rêyên rêvebirina şaredariyan peyda bikin’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di xebatên şopandinê yên heta niha Koalîsyona Jinan pêkaniye de, hatiye nîşandan di komîsyonên ku di xalên biryargirtinê yên wekî cîgirên serokên şaredariyan, endamtiyên encûmentiyê, îmar û bûdce bibandor de temsîliyeta jinan kêm e û ev daxwaz cih girtin: “Destpêkê em daxwaz dikin ku hejmara hevşaredarên jin ên di vê hilbijartinê de zêdebûne, di hemû rêveberiyan de cih bigre, di xala biryargirtinê de hin zêdetir jin cih bigrin, di meclîsan de 'komîsyona wekheviya zayendî ya civakî' bê avakirin û hemû şaredariyaran diyar bikin ku alîgirên hevpeymanên navneteweyî ne û Peymana Stenbolê li herêmên xwe bidin jiyîn. Em bang li şaredariyan dikin; ‘guherîn, pêşerojê û nexşerêyê bi hevre amade bikin, bi hevre pêkbînin, bi hevre bi nirxînin…’ planên stratejik planên çalakiyên wekhev ên xwecihî bi hevre amade bikin, her sal şopandin û nirxandin bi rêxistinên jinan re bikin. Werin em bi hevre rêbazên rêveberiya şaredariyan bibînin. Mekanîzmayên bejdarvanan di wateya rast de dixe meryetê,rêveberiyê bi hevre ava bikin!

Beriya hilbijartinê me got em ji başên xirab re razî nabin. Em divê mijarê de bi biryarin. Ev îradeya civakî li aliyê guherînê, vegera rêveberiya nêzîkatiyek alternatif bi hevre em dikarin serbixin. Em bang li şardariyên ku daxwaza guherînê dikin! pêşerojê bi hevre em bi guherînin.”