KNK serdanên xwe yên li hember dagirkeriyê li Bexdayê dewam dike
Şandeya KNK’ê bi armanca dagirkeriya Tirk ya li ser Başûrê Kurdistan û Iraqê bixe rojeva hêzên Iraqî, li Bexdayê rêze hevdîtina pêktînî.
Navenda Nuçeyan - Şandeyek Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi armanca dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kuristan û Iraqê bixe rojeva hêzên Iraqî, ev çed roje li Bexdayê rêze hevdîtinan dike. Şandeya KNK’ê ku ji Cîgira Hevserokên KNK’ê Şehla Hefîd, endama rêveberiya KNK’ê Zeyneb Mistefa û Dr. Hakim Ebdulkerîm û Hacî Azad pêktê, serdana aliyên siyasî û rêxistinên jinan û civaka sivîl kirin. Di serdanan de behsa dagirkeriya dewleta Tirk û li hemberî wê rola jinê hat kirin.
Şande bi Komeleya Jinên Iraqî re civiya
Şanda KNK roja 14’ê Tebaxê serdana Komeleya Jinên Iraqê kir û ji aliyê rêveberiya Komeleya Jinên Iraqê ve hat pêşwazî kirin. Di hevdîtinê de behsa giringiya hemahengiya azadî û serxwebûna gelê Iraq û herêmê kirin. Her wih behsa rola jinê di dîroka dûr û nêz ya Iraqê de hate kirin.
Roja 15’ê Tebaxê şandeyê serdana Tevgera Eta kir û ji aliyê endamê Meclîsa Tevgera Eta Heyder El-Temîmî û endamên rêveberiya Tevgerê ve hate pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de mijara dagirkeriya dewleta Tirk ya li Başûrê Kurdistanê û Iraqê weke mijara sereke hate destgirtin û pêwîstî bi helwestek hevpar a xurt li dijî destwerdan û dagirkeriyê hat destnîşankirin. Weke encam, her dû alî li ser têkoşîna hevpar ya li dijî fanatîzmaya olî, etnîkî û netewperestiyê hem fikirbûn û soza têkoşîna hevpar ji bo başkirina rewşa siyasî û jiyanê dan.
Piştre di heman rojê de şande bi Eniya Kurdên Feylî û Hevpeymana Nîştimanî ya bi serokatiya Eyad Ebdula re civiya û behsa êrîşên dewlet Tirk yên li ser Iraq û Başûrê Kurdistanê kirin. Di civîna her dû aliyan de behsa pêvajoya hilbijartinên pêşwext yên Iraq, dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistan û destwerdana dewletên derve ya li nav xaka Iraqê hatiye kirin. Hevpeymana Nîştimanî diyarkiriye ku divê bi hemû awayî dijî dagirkeriya Tirk were rawestandin. Iraq divê bi ruhê serdemê û nîştimanî hemberî vê rewşê raweste.
Şandeya KNK’ê paşê jî serdana Eniya Kurdên Feylî kir û ji aliyê berpirsên eniyê ve hate pêşwazîkirin. Li gorî agahiyan di civînê de derbarê rewşa Herêma Kurdistan û Iraqê de nîqaş hatiye kirin. Di hevdîtinê de Kurdên Feylî ji KNK’ê xwestine, di qada navnetewî de ji bo pirsa Kurdên Feylî û nasandina jenosîdê, hewldan bike. Eniya Kurdên Feylî ji şandeya KNK’ê re gotine ku ew dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê ne.