KJK: Qeyûma li ser şaredariya Wanê êrişa hêzên dijberî çareseriyê ye
KJK’ê got, “Divê em qeyûma li şaredariya Wanê hatî tayînkirin weke êrişa hêzên dijberî çareseriyê bibînin û li hemû Kurdistanê ji bo azadiyê dest bi berxwedanê bikin. Wan Kurdistan e, berxwedan berxwedana azadiya Kurdistanê ye.”

Navenda Nûçeyan – Koordînasyona KJK’ê têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyaniyeke nivîskî da.
Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî ye:
“Em salvegera 26’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêber Apo, bi hêrseke mezin pêşwazî dikin û soz didin ku bi berxwedanê komployê pûç bikin. Em komplogeran jî şermezar dikin. Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ew roj e ku li ser gelê Kurd biryara qirkirinê hatiye dayîn û 26 salan di nava xefika qirkirinê de hatiye hiştin, ew roj e ku mehkûmî tarîtiya herî nemerd a dîrokê hatiye kirin. Ew roj rastî dîroka dîlgirtina Şêx Seîd anîn, Rêbertiya me teslîmî Tirkiyeyê hate kirin. Ew roj dewama siyaseta qirkirinê ya tunekirin û îmhakirina pêşengên gelê Kurd û gelê Kurd bû, dewama statuya mêtingeriya navneteweyî ya sedsalî ya li ser bingehê peymana Lozanê bû. Gelê Kurd ê bi wêrek, ciwanên Kurd ên qehreman, jinên Kurd ên fedayî, dost û hevrêyên şoreşger û enternasyonalîst bi şîara ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ li dijî komploya 15’ê Sibatê serhildan dan destpêkirin û berxwedana wan a lehengane ya 26 salan, nehişt ku komploger bigihijin armanca xwe.
Lê belê, yê ku nehiştî biryara qirkirin û komployê bigihije encamê, yê komplo pûç kirî, Kurd ji sîstema ‘Xefika Qirkirina Kurd’ rizgar kirîn û felsefeya ‘Bijî-Bide Jiyîn’ pêşkêşî gelan kirî, Serok Apo ye. Serok Apo ji bo vê yekê paradîgmayeke guhertinê ya mezin pêk aniye, yekîtiya wekhev û azad a her kesê pêk aniye û gelek caran pêvajoya Aştî û Çareseriyê pêş xistiye, rejîma qirkirinê têk biriye. Rêber Apo di nava tarîtiyeke bêeman û nemerd de ji bo gelê me mîna rokê jinûve ji dayik bûye. Ev rok wê qet neyê tarîkirin, ev rok wê weke çavkaniya jiyana bêdawî ya gelan, jinan û ciwanan li ser vê xakê ji dayik bibe.
‘Em li her derê berxwedanê mezin bikin’
Li ser vî bingehî Serok Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêvajoyeke diyalogê ya nû pêş xistiye û pêşniyarên xwe yên ji bo çareseriyê pêşkêşî hemû aliyan kiriye. Kefenê ku weke dîrokî li Kurdan hatî pêçan, hatiye parçekirin û li Rojhilata Navîn li ser esasê azadiya Kurdan jeostratejiyeke nû derxistiye holê. Serok Apo li dijî komplogerên ku di qirkirinê de israr dikin, jiyana wekhev û azad a gelan daniye holê û hêviyeke mezin afirandiye.
Lê belê hikûmeta AKP’ê di rewşa heyî de nîşan da ku ji bo qirkirina gelê Kurd bi biryar e. Vê bi qeyûman, êrişên dagirkirina Rojava, sûîkast û girtinan nîşan da. Di qonaxa niha de dijmintiya AKP’ê ya li Kurdan bûye dijmintiya Tirkiyeyê. Êrişa ku hat kirin û qeyûma ku 15’ê Sibatê li şaredariya Wanê hate danîn nîşan dide ku wê rejîma qirkirina gelê Kurd bi çavsorî li hemberî gelê Kurd pêk bîne û komploya 15’ê Sibatê bidomîne. Ya herî girîng jî Erdogan qeyûm avêtiye pêşeroja Tirkiyeyê jî. Darbe li siyaseta Tirkiyê ya pêşerojê kiriye. Ji hemû rayagiştî re bangawaziya me ye; siyaseta tunekirina Kurdan wê Tirkiyeyê jî tune bike, ji bilî vê ti encameke din jê dernakeve. Pêşerojeke birûmet û azad encex bi jiyana Kurdan a birûmet, azad û wekhev pêkan e. Divê her kes vê bibîne û li dijî rûxandina ku Erdogan ferz dike derkeve. Ji bo pêşeroja gelên me yê hevpar û aştî li van erdan çêbibe roj roja têkoşîna demokrasiyê gihandina lûtkeyê ye. Ji bo hêviya aşitî û li hevhatinê careke din vala neçe, divê hemû aliyên sosyalîst, jin û ciwan bi awayek çalak û bandor têkoşîna demokrasiyê bilind bikin.
Banga me li gelê me yê berxwedêr, jinên wêrek û ciwanên qehreman e; dîrokê hûn wek netewa azadiyê ya serdemê diyar kir. We derfeta azadiyê bi xwîn, can, ked û delaliya xwe afirand. Êdî em ketine wê demê ku welatê xwe bi serkeftina azadiyê tacîdar bikin. Divê em qeyûmê li ser şaredariya Wanê hatiye tayînkirin wek êrişa hêzên li dijî çareseriyê bibînin û li hemû Kurdistanê derbasî berxwedana azadiyê bibin. Wan Kurdistan e, berxwedan berxwedana azadiya Kurdistanê, berxwedan israra xeta çareseriyê û têkçûna dijberên aşitiyê ye. Bi qeyûmê îro tayînî şaredariya Wanê hatiye kirin ne tenê derbe li vîna gelê Kurd hate xistin; ev darbe planeke nû ya komplo û qirkirinê ya li dijî pêvajoyê ye. Em li ser vê bingehê bang li her kesî dikin ku li her derê berxwedanê mezin bikin û li dijî qirkirin, dagirkerî û koletiyê azadiyê mîsoger bikin.”