KJK: Newroza îsal wê bibe wesîleya azadiya Rêberê me

Koordînasyona KJK'ê Newroza 2024'an pîroz kir û got, "Em cejna vejînê Newrozê li gelên Mezopotamya û Rojhilata Navîn pîroz dikin. Em bawer in ku Newroza îsal wê bibe wesîle ji azadiya Rêberê me re."

Navenda Nûçeyan – Koordînasyona KJK'ê daxuyaniyek weşand û Cejna Newrozê pîroz kir. KJK'ê di serî de Mazlûm Dogan, Çaran, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Sema Yuce hemû pakrewanên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi bîr anî û got, "Newroza Azadî ji Rêber Apo re ku ji bo jinan, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn cejna vejîn û berxwedanê ye, di serî de li Rêber Apo, li hemû şehîdên ku ji bo Newrozên azad canê xwe feda kirin, li hemû jinan, gelê me û gelên Mezopotamyayê pîroz be."

Daxuyaniya KJK'ê wiha ye:

"Ji Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan ku li zindana Amedê bi sê derbikên niftikê xwe kir rêya rizgariya ji zilma zaliman heta bi Çaran ku bi gotina 'yê agirê vemirîne xayin e' agirê berxwedanê geş kirin, ji Zekiye Alkan ku bi gotina 'Newroz bi dadana agirê Newrozê tê pîrozkirin' ji bo parçekirina tirs û bêçaretiya di şexsê Amedê de li Kurdistanê dihate ferzkirin li ser Sûrên Amedê bedena xwe da ber agir heta bi Rahşanan ku gora li metropolan li gelê me dihate ferzkirin têk bir û ji bo gelê me yê li metropolan xwe bigihîne Kurdistanê bi rola pirê lîst, ji Ronahî û Bêrîvanan ku li dijî kolekirina jina ya bi destê sîstema zayendîpıerest bi hêrseke mezin weke milîtanên azadiyê yên jinê bûn malê dîrok û mirovahiyê heta bi Sema Yuce em hemû şehîdên Newrozê bi hurmet û minet bi bîr tînin. Mîna ku Rêber Apo dibêje, yên ku jiyan herî baş fêhm kirin ev hevrê bûn. Di şexsê van hevrêyan de em dilsoziya xwe ya bi şehîdên xwe re dubare dikin.

Newroza Azadî ji Rêber Apo re ku ji bo jinan, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn cejna vejîn û berxwedanê ye, di serî de li Rêber Apo, li hemû şehîdên ku ji bo Newrozên azad canê xwe feda kirin, li hemû jinan, gelê me û gelên Mezopotamyayê pîroz be.

‘Newroz li Kurdistanê navê jinûve vejîna jinê ye’

Rêber Apo bi têkoşîna xwe ya zêdeyî nîv sedsalê, Newroz ji her demê bêhtir kir Newroza azadiyê, ji bo gelekî ku tinekirin li ser dihate ferzkirin, ji bo jinan kir wesîleya jinûve vejînê. Lewma Newroz bi qasî lêgerîna nasnameya neteweyî ye, di heman demê de lêgerîna li jinbûyîna azad e, bi qasî ku nîşaneya vejîna neteweyî ye di serî de ji bo jinên Kurd nîşaneya vejîna jinên tevahiya Rojhilata Navîn e. Newroz li Kurdistanê navê jinûve vejîna jinê ye.

Li hemberî vê hişmendiya neteweyî û welatparêziyê ku Rêber Apo afirandiye, dijminên mirovahiyê bi polîtîkayên qirkirina ekolojîk dixwazin Kukrdistanê ji mirovan xalî bikin û Kurdan bê welat bihêlin. Bi polîtîkayên qirkirina jinê re dixwazin ruhê berxwedanê yê jinên ku bi Newrozê vejiyane bişikînin, li ser rengînî û zindîbûna Newrozê mejiyê yekperestiyê ferz dikin. Li hemberî polîtîkayên qirkirin, qirkirina jinê, qirkirina ekolojiyê yên rejîmên dîktator divê li her derê û her tim bi ruhê Newrozê têkoşîn bê bilindkirin û ruhê Newrozê her tim di asta herî bilind de bê hiştin. Çawa ku Rêber Apo nîv sedsal e her kêliya xwe bi vî ruhî dijî û têdikoşe, em jin jî divê her rojê di atmosfera Newrozê de bi coş têkoşînê mezin bikin. Deriyê jiyaneke azad, bi rûmet û wekhev tenê bi vî rengî li me jinan dikare bê vekirin.

Newroz ku nîşaneya jidayikbûn, zindîbûn, rengînî, coş û nûbûnê ye, herî zêde bi jinan dibe xwedî wate ku jin jî xwedî van hemû taybetmendiyan e. Jin bi hêza ji heman ruhî divê hîn bêhtir xwedî li Newrozê derkevin û bi coş û moralê ji 8'ê Adarê wergirtî biherikin qadan û bersiva herî xurt bidin Dehaqan.

‘Newroza îsal wê bibe wesîle ji azadiya Rêberê me re’

Rêber Apo got, dijmin dibêje 'Newroz ji bo Kurdan vejîn e, ji bo min jî mirin e', lewma dijmin di her biharê de hîn bêhtir êrîşî gerîla û gelê me dike. Eger djimin bi vî rengî dike, ya ku divê em bikin jî ew e ku ji salên derbasbûyî hîn bêhtir li ber xwe bidin. Di van rojan de ku em nêzî Newroza 2024'an bûne ku wê weke Newroza Azadî ji Rêber Apo re bê pîrozkirin, em planên qirêj ên ku li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê li dijî tevgera me ya azadiyê û gelê me tê kirin dibînin û diyar dikin ku em ê bi ruhê Newrozê bersivê bidin van êrîşan. Ji ber ku Rêber Apo rastiya gelekî welê afirand ku ji gelekî qirkirin lê dihate ferzkirin, bêhêvîtî û bêçaretî lê dihate ferzkirin, ne tenê rojekê hemû rojan bi Newrozê, bi ruhê Newrozê, bi coşa Newrozê li ber xwe dide.

Roj ew roj e ku li dijî terora zaliman ji bo têkbirina tirsa ku afirandine gavên hîn bi wêrekî bêne avêtin û agirê serketinê li her derê bê geşkirin. Roj ew roj e ku jinên di Newroza Azadî ji Rêber Apo re dixwazin jiyaneke nû û demokratîk biafirînin bi reng, tilîlî û raperîna xwe ya li dijî sîstema bi serweriya mêr qadan dagirin.

Di serî de jin û ciwan em bang li tevahiya gelê xwe û gelên Mezopotamyayê dikin ku beşdarî Newroza Azadî ji Rêber Apo re bibin, meşaleya jiyana azad bilind bikin, bi vejîn û hêza Newrozê bijîn, li ber xwe bidin û jiyana azad biafirînin. Em careke din cejna vejînê Newrozê li jin, ciwan, gelê Kurd, gelên Mezopotamya û Rojhilata Navîn pîroz dikin û bawer dikin ku Newroza îsal wê bibe wesîle ji azadiya Rêberê me re."