KJK: Li Rojava êrişî projeya jiyana hevpar tê kirin

KJK’ê destnîşan kir ku êrîşên li ser Rojava armanc dikin ku pêvajoya aştî, azadî û modela jiyana hevpar a gelan têk bibin, û banga tekoşîn û xwedîderketina li Rojava kir

Navenda Nûçeyan – Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK), der barê êrişên li ser nirxên Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand.

KJK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de di şexsê cangoriyên Rojava yên hatin ragihandin de hemû cangoriyê şoreşê bi bîr anî û sersaxiyê ji malbatên wan ên hêja re xwest: “Weke hewladên bi rûmet ên mirovahiyê wan ji bo pêkanîna armanca jiyana azad têkoşîneke mezin meşandin û tevlî karwanê nemiran bûn. Di serî de xelkê Rojava, malbatên wan û hevrêyên wan em bang li mirovahiyê dikin ku xwedî li nirxên şervanên me yên azadiyê û jiyana bi rûmet derkeve û ji bo dilsoziya bi bîranîna wan re beşdarî avakirina civaka azad û demokratîk bibe.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku gelê Kurd li dijî polîtîkayên qirkirin û dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê bi dayina berdêlên giran têkoşîn û berxwedaneke bi heybet meşand û wiha hate gotin: “Ev têkoşîna ku me bi pêşengiya jinê meşand, rê li ber şoreşan û guherîna civakî vekir. Şoreşa Jinê ya Rojava weke asta herî bilind a mîrate û daneheviya dîroka têkoşîna jinê û têkoşîna me ya 53 salan kete meriyetê. Şervanên azadiyê bi pêşengiya jinên Kurd li dijî çeteyên DAÎŞ'ê dîrok ji aliyê gelan ve jinûve bi tîpên zêrîn nivîsandin û ispat kirin ku jiyaneke alternatîf dikare bê avakirin. Bi vî rengî ji cîhanê re bûn hêvî.”

‘Ev êrîş li hemberî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hate kirin’

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku li dijî jin û gelê Rojava ku hêvî, xeyal û wijdanê mirovahiya bi rûmet temsîl dikin, polîtîkayên qirkirinê û metirsî dewam dike û ev yek hate gotin: “Êrişên ku bi Helebê destpê kir û bi Kobanê û Hesekê dewam kir, li dijî nirxên demokrasî û azadiyê ne ku bi pêşengiya jinê hatin afirandin. Ev êriş li hemberî pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' a ku Rêber Apo di 27'ê Sibata 2025'an de da destpêkirin û di şexsê Rojava de li dijî alternatîfa jiyana hevpar a gelan hate kirin.

Ji van êrişên li Rojava li dijî têkoşîna hevpar a gelan, li dijî nirxên bi berdêlên mezin hatin afirandin, li dijî sembol, sazî û xelkê me yê welatparez bi rengekî daîmî têne kirin, ne gelên qedîm ê Sûriyeyê, lê belê hikumeta Şamê, hevkar û çeteyên wan berpirsyar e. Dewleta Tirkiyeyê û hêzên navneteweyî jî ji ber ku piştgiriyê didin polîtîkayên êrişkariyê yên li ser cihêrengî, gelan, çand û baweriyan, yan jî ji ber ku êrişan asteng nakin, di heman astê de berpirsyar in. Ev êriş ji polîtîkayên navneteweyî cuda nikare bê dîtin û ger dewam bike wê di serî de gelên Sûriyeyê gelên herêmê hemû zerarê jê bibînin.

‘Hewl didin bi provokasyon û komployan bajaran dagir bikin’

Ev êrişên li Rojava û Sûriyeyê li dijî gelê Kurd û mazlûman têne kirin, revandina mirovan, qetilkirina mirovan a ji ber nedana fîdyeyê, êrişa li ser keda şehîdên me yên mezin hatine afirandin û destdirêjiya li nirxên me israra li ser şer e, israra li ser polîtîkaya qirkirinê ye. Ya ku nekarîn bi rêbazên dagirkeriyê yên leşkerî bikin, hewl didin bi provokasyon û komployan, bi rêbazên şerê psîkolojîk û taybet, bi amadekirina bingehê re bikin û bajaran dagir bikin. Êrişên qirêj ên bi rojan e di serî de li Hesekê li hemberî nirxên gelê Kurd têne kirin, provokasyoneke eşkere ye û polîtîkaya bê Kurd hiştina herêmê ye. Divê ev yek bê zanîn; yên ku dixwazin jiyana hevpar a jinan û gelên Rojava, têkoşîna li ser bingeha perspektîfa Sûriyeya Demokratîk û têkiliya demokratîk a bi dewleta Sûriyeyê re ji bo armancên xwe yên qirkirin û tasfiyeyê bi kar bînin, wê winda bikin.”

KJK’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir tu civakek dîrokî û yên ku li pey jiyaneke birûmet in, li hemberî êrîşên li ser hebûn, nasname û nirxên xwe bêbertek namînin, wiha anî ziman: “Wekî ku berê di berxwedana Kobanê û Bendava Tişrînê de çêbû, ev berxwedan, ruhê yekitiya gelên demokratîk û têkoşîna jiyana azad a jinên ku di pêşengiya Arîn û Denîzan de bi porên xwe yên hûnandî bûn sembol, dê bi ser bikeve. Li ser vî bingehî, hemû gelê me yê Rojava û jin bi berpirsiyariyeke dîrokî re rûbirû ne; ku hebûn, azadî û pergala xwe ya civaka demokratîk biparêzin û li dijî êrîşan têkoşînê di asta seferberiyê de bidomînin. Gel û jinên Rojava dê li dijî vê zîhniyet û siyasetên ku êrîşî nasname, nirx, hebûn û civakbûna gelê me dikin ku bikar anîna zimanê zikmakî heta sê saetan kêm dikin berxwedana civakî û avakirina civaka demokratîk pêk bînin û komployê têk bibin.

‘Hemû kes dizane ku êrîşa li ser Rojava, li dijî hemû Kurdan, jinên Kurd û hemû mirovahiyê ye’

KJK anî ziman ku hemû kes dizane ku her êrîşa li ser Rojava, li dijî hemû Kurdan, jinên Kurd û hemû mirovahiyê ye. Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li hemberî van êrîşên li ser hebûna Kurdan, gelê Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava neçar in ku vê plana navneteweyî vala derxin. Îro roja xurtkirina yekitiya neteweya Kurd a demokratîk a li dora Rojava û roja têkoşînê ye. Jinên Kurd li Kurdistanê û li ku derê bin, divê di asta seferberiyê de xwedî li Şoreşa Jinan a Rojava derkevin û bi çalakiyên hevpar ruhê yekitiya neteweyî di qadan de xurt bikin.

Li dijî van siyasetên mêrparêz, zayendperest û neteweperest ku dijberî jin û azadiyê ne; em tevgerên civaka demokratîk ên li pey jiyana alternatîf, mirovahiya biwijdan û birûmet vedixwînin ku rê li ber komkujiya Kurdan ku van rojan di şexsê Hesekê de provaya wê tê kirin bigirin û xwedî li vê şoreşa mirovahiyê derkevin, di asteke navneteweyî de bibin dengê gelê Rojava."