KJK: Li hemberî qetilkirina Narînê hêrs û îsyana me nayê pênasekirin

KJK’ê der barê Narîn Guran a li Amedê hat qetilkirin de daxuyanî da, banga têkoşînê kir û got: “Ev kuştin bi serê xwe kuştineke bêrehm a rejîma qirker, daîreya kontrgerîla û sîstema şerê taybet e."

Navenda Nûçeyan- Koordînasyona Komelaya Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî qetilkirna Narîn Guran a 8 salî ku piştî 19 rojan cenazeye wê hate dîtin, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bi gotinên; “Xemgînî, hêrs û îsyana me nayê pênasekirin” KJK’ê bal kişand ser girêdana dewlet û malbatê bi hev re û diyar kir ku ji bo kujerên Narînê bên eşkerekirin, pêwîst e hesab ji rejîma qirker a sedsalî û rêxistina wê ya şerê taybet bê xwestin.

Daxuyaniya KJK'ê bi vî rengî ye:

"Li hemberî kuştina Narîn Guran a li taxa Tavşantepeya Rezana Amedê xemgîniya me nayê vegotin, hêrs û îsyana me mezin e. Yek ji qurbanên dawî yên vê cîhana dojehî ya ku li Kurdan, jinan û gelan tê ferzkirin Narîn e. Mekanîzmaya ku Narînê qetil kir polîtîkaya bi rêk û pêk û taybet a navenda şerê taybet û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ye ku dijminatiyê li jinan dike û qirkirinê li Kurdan ferz dike.

‘Narînê peywir û berpirsyariyek ji me re hişt’

Ev kuştin bi serê xwe kuştineke bêrehm a rejîma qirker, daîreya kontrgerîla û sîstema şerê taybet e. Li hemberî jiyan û hişmendiya azadiyê ya li Kurdistanê ku bi pêşengiya jinan tê meşandin, rastiya rizandinê ya bi polîtîkayên destavêtin, narkotîk û fuhûşê li ser civakê tê ferzkirin, di şexsê Narînê de bi rengekî bêrehm, bi kuştinê xwe nîşan da. Kuştineke gelekî giran e ku ne bi şermezarkirinê ne jî bi nerazîbûneke rûtîn nayê derbaskirin. Narînê wezîfe û berpirsyariyek ji me re hişt. Li hemberî êrîşên rizandina civakê ku weke polîtîka û rejîma dijminê jinan û qirkirinê tê meşandin divê em bi îsyan û têkoşîneke encamgir rabin.

Narîn çima hat qetilkirin, ji aliyê kê ve hat qetilkirin, Narînê çi dît ku hat qetilkirin? Divê ev yek weke polîtîkayeke dewletê bên dîtin û di heman demê de hemû kesên li bersiva van pirsan digerin û hesab dipirsin divê têkoşînê mezin bikin. Gel û jinên Kurd bi bersiva van pirsan dizanin. Çavên Narînê şahidî ji vê rizandinê, encamên polîtîkaya astengkirina sekna azad a gelê Kurd û têkoşîna azad a jinan re kirin. Têkoşîna azadiyê ya jinan a cîhanê û gelê Kurd ê bi rûmet divê tişta ku Narînê dît nîşan bidin û hesab ji vê şebeke û polîtîkaya kuştinê bixwazin.

‘Ev gund cihê qetilkirina gelek jinan e’

Ji bo kujerên Narînê bên eşkerekirin, beriya her tiştî divê rastiya li gundê Çoliyê bê eşkerekirin. Bûyerên ku qewimîn pêwendiya xwe bi avakirina baregeh û navendên rêxistinên paramîlîter ên mîna DAIŞ, Hîzbulkontra û cerdevaniyê heye ku ji aliyê dewleta mêtinger ve hatine afirandin. Ev navend yek ji deverên kontra, cebilxane û gora komî ye û yek ji wan deveran e ku gelek jin lê hatine qetilkirin. Ev gund ew gund e ku qirkirina Kurdan û qirkirina jinan temsîl dike. Lewma ji bo kujerên Narînê bên eşkerekirin pêwîstî heye ku hesab ji rejîma qirker a sedsalî û rêxistina wê ya şerê taybet bê xwestin.

‘Ev sîstema ku hilweşîn û rizandinê ferz dike divê bê redkirin’

Tiştên ku Narînê dîtin û jiya, gorên komî û cebilxaneya Hîzbûlkontra ne, destavêtina li kursên Quranê ye, tundiya mêr mîlîtarîst e, amûra şerê qirêj ê rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ye. Kuştina Narînê, daxwaza windakirina wê û astengkirina dîtina wê bi 19 rojan hemû ji bo windakirina van delîlên sûc bû. Bi dijminatiya li dijî Kurdan, civaka Tirkiyeyê mehkûmê rizandin û dejenerebûnê bûye. Ev sîstema ku hilweşîn û rizandinê li Tirkiyeyê, qirkirinê li jin û Kurdan ferz dike divê bê redkirin.

Ya ku bi serê vî gundî ve hatiye şebekeya kuştinê ya 17 hezar kuştinên kiryar nediyar e ku dewleta Tirk a mêtinger di salên 1990'î de ji bo tasfiyekirina têkoşîna jinan û gelê Kurd bi rêxistina Hîzbulkontra pêk anî. Rejîma qirker a AKP-MHP'ê şebekeya Hîzbulkontra veguherand Hudaparê, li şaredariyên ku desteser kiribû qadeke rêxistiniya civakî û îdeolojîk pêşkêşî Hudaparê kir û qirkirinê berfirehtir kir. Ligel êrîşên tasfiyeyê ku bi operasyonên li dijî destkeftî û tevgera jinan têne ferzkirin, li Kurdistanê jî rêxistinên kontra yên çetekar û li Tirkiyeyê terîqet û cemaetan bi cih kir.

Dijminatiya li gelê Kurd, dijminatiya li jinan bi birêxistinkirina neteweperestî û zayendperestiyê pêk anî. Li gel vê yekê li ser bingeha plana têkbirinê ya li dijî gelê Kurd, bi rêxistinên DAIŞ û OSO’yê ji bo tasfiyekirina şoreşa Rojava, qirkirina li Şengalê û dagirkirina Başûrê Kurdistanê êrîş dan destpêkirin. Piştî ku ev êrîş hatin têkibirin, bi piştgiriya ji NATO'yê girt Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Bi hevkariya hêzên xayin û noker, sîxur û kontra operasyonên dagirkerî û îlhaqê bi rengê siyasî, leşkerî û îdeolojîk li her qadê berdewam dike. Serdana Erdogan a li Hewlêrê, di pîrozbahiyên Melazgirê de fermîkirina tifaqa AKP-MHP-Hudapar li merasîma dewletê, hevdîtina Mesûd Barzanî û serokê giştî yê Hudaparê Zekeriya Yapicioglu ya di dema nêz de hat kirin û di encama vê hevdîtinê de jî yek ji lîderên girîng ên DAIŞ'ê yê 6 salan girtîbû ji aliyê PDK'ê ve hat efûkirin û berdan; ev hemû nîşan didin ku li hemberî gelê Kurd û jinan wê êrîşên qirkirinê yên berfireh bên kirin.

‘Em bang li jinan û gelê xwe dikin ku têkoşînê mezintir bikin’

Eşkere ye ku komkujiya jin û zarokan a li Tirkiye û Kurdistanê ne tenê karê kes an jî feraseta feodal e, polîtîkaya şerê taybet a bi rêk û pêk e. Zêdebûna komkujî, destavêtin, destdirêjî, fuhûş û narkotîkê parçeyek ji komkujiya jin û zarokan e.

Pêwîstî heye ku bi sekneke hevgirtî û têkoşînê deng û çalakî bê bilindkirin. Li ser vê bingehê ji bo ronîkirina kuştina Narînê û parastina zarokan ji vê rejîma qirker; em bang li jinan û gelê xwe dikin ku têkoşînê mezintir bikin.”