KJK: Li dijî komploya navdewletî em çalakiyên cîhanî silav dikin

KJK’ê têkildarî çalakiyên ku li cihên cuda ji bo ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin lidarxistin bal kişand ser pêşengiya jinan û wiha hat gotin: “Li dijî komploya navdewletî em çalakiyên azadiyê silav dikin.”

Navenda Nûçeyan - Koordînasyona KJK’ê (Komaleya Jinên Kurdistanê) têkildarî pêngava “Ji Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” daxyaniyek da û çalakiyên ku di 10’ê Cotmehê de li 100 cihên navendî yên cîhanê hemwext hatin lidarxistin silav kir.  Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çalakiyên azadiyê yên kurevî ku li dijî komploya kurevî tên lidarxistin, hêz û destekeke mezin dide azadiya Rêberê Gelê Kurd û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd.

Berdewama daxuyaniyê wiha ye;

“Rêber Abdullah Ocalan 25 sal in li Îmraliyê bi serê xwe di hucreyek de ye. Li dijî mercên esaretê yên ku bi komploya navneteweyî dest pê kir, di 10’ê Cotmehê de hemleya bi navê “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku hatibû plankirin li 74 cihên navendî yên cîhanê pêk were, li 100 cihan çêbûbû. Em dostên xwe yên ku tevli hemleyê bûbûn pîroz dikin. Ji Bangladeş, Tokyo, Hindistan, Kenya, Afrîkaya Başûr, Emerîkaya Latîn heta Ewropayê li gelek derên cîhanê hemwext çalakî hatibûn lidarxistin. Ji ber pêşengiya jinan a van çalakiyan, daxuyaniyên ku dan, em li ser navê Tevgera Jinên Kurd wan silav dikin.

Van çalakiyan girîngiya hevgirtina enternasyonalîst derxist holê

Em dixwazin balê bikşînin ku çalakiyên ji bo azadiyê yên li dijî komploya navdewletî çêbûn, ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd piştgirî. Encama serkeftî ya vê pêngavê em bi van çalakiyan ve girê didin. Çalakiyên ku li cîhanê çêbûn, bandora fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên li cîhanê nîşan dide. Di heman demê de girîngiya hevgirtina gelên bindest, jin û ji aliyê hêzên li dijî pergalê ve derket holê. Li gel dostên ji çîn û beşên civakî yên cuda, di srî de çepgir, sosyalîst, antî kapîtalîst, ekolojîst, anarşîst û beşdariya jinan; sekna jinan û gelan a têkoşîna rêxistinbûyî nîşan dida. Vê hevgirtin û yekitiya ku bingeha wê çêbûye divê mezintir bibe û were pêşxistin. Ev yek dê li dijî şer, qirkirin, faşîzm, zayendperestî, netewperestî, texrîbkirina xwezayê dê bibe sekn û helwesteke mezin.

Êrîş li dijî hemû Kurdan veguherîn hewldanên qirkirinê

Êrîş û tecrîda giran a ji ji aliyê dewleta Tirk ve, li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, li dijî hemû Kurdan bûye veguheriye êrîşên qirkirinê.

Li Rojava, Başûrê Kurdistanê, Mexmûr û Şengalê warên sivîlan tên bombekirin, mirovên sivîl, jin, zarok, extiyar û hêzên parastinê tên qetilkirin. Li kampa Mexmûrê ya di bin parastina NY’yê de ye, malên mirovan û îbadetxane hatine bombekirin, jin û zarok birîndar bûn. Van êrîşên qirkirinê dê Kurdan ji têkoşîna wan dûr nexe. Bi vê wesîleyê em diyar dikin ku em li ba gelê xwe yê Mexmûrê ne, em ji birîndaran re şîfayê dixwazin. Dê rejîma qirker a Erdogan têk biçe. Berxwedana gerîla ya bi heybet û îradeya gelê me yê ji pola dê bigihîje serkeftinê.

Em hemû dostên gelê Kurd silav dikin

Em careke din dostên ku beşdarî pêngava ji “Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bûn silav dikin. Di vê serdema ku cîhana me bi şerên qirêj ên desthilatdariyan serobin bûye, cewherê mirovahiyê bi peyamên humanîter, enternasyonalîst, demokratîk, hêvû û heyecana cîhaneke azad ava kiriye. Em hêvî dikin ku vê terzê çalakiyê di têkoşîna antîkapîtalîst de, bibe mînak û dê ji bo hevdîtina li dijî kapîtalîzma hov bibe bersiv. Em dibêjin ku berxwedana Rêber Apo ya ku a me hemûyan e dê bigihîje serkeftinê. Bi hêza têkoşîna me ya hevpar dê Rêber Apo bi fizîkî azad bibe.”