KJK: Heta ku Îran demokratîk nebe, krîz çareser nabin

Di salvegera çaremîn a serhildana “Jin Jiyan Azadî” de KJK'ê daxuyaniyek da û anî ziman ku rejîma Îranê nikare bi polîtîkayên xwe yên zordar bersiva krîzan bide. KJK’ê da xuyakirin ku rêya yekane ya çareseriyê demokratîkbûna Îranê û parastina jiyana azade

Navenda Nûçeyan – Serhildana “Jin Jiyan Azadî” ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê destpêkir û derbasî sala xwe ya 4’emîn dibe. Bi vê wesîleyê Koordînasyona Komeleya Jinên Kurdistan (KJK) daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rejîma Îranê ji ber polîtîkayên xwe yên zordar nikare bersivê bide çareseriya pirsgirêkên gel û hate destnîşankirin ku heta Îran demokratîk nebe wê nikaribe ji nava krîzan rizgar bibe.

‘Em ê bê deng nemînin bi têkoşîn û rêxistinbûnê hesab bipirsin’

KJK'ê di destpêka daxuyanê de diyar ki ku di sedsala 21'emîn de guherînên bi lez diqewimîn û wiha anî ziman: “Di salvegera çaremîn a şoreşa 'Jin Jiyan Azadî' de, di şexsê Şilêr Resûlî û Jîna Amînî de em hemû şehîdên şoreşê bi hurmet û minet bi bîr tînin ku li kolanên Îran-Rojhilat di protestoyên komkujiyê de hatin qetilkirin û hatin darvekirin. Her wiha di salvegera 4'emîn a qetilkirina Jîna Amînî de em Nîlûfer Mojawar bi bîr tînin ku ji aliyê hişmendiya zilamsaler ve bi îşkenceyekê hovane hate qetilkirin. Her wiha em soz didin ku em ê bêdeng nemînin, bi têkoşîn û rêxistinbûnê em ê hesab ji kujeran bipirsin.”

‘Rêya çareseriyê israra di jiyana azad de ye’

KJK destnîşan kir ku tundiya rêxistinbûyî û bi rêk û pêk a li dijî jinan di şexsê Nîlûfer Mojawar de xwe careke din nîşan da. KJK tekez kir ku “Li dijî vê sîstema kujerê kastîk û rêxistinbûyî, israra li ser jiyana azad û bi wate ji bo me jinan yekane rêya çareseriyê ye.”

Heta ku Îran demokratîk nebe nikare xwe ji krîza giran rizgar bike’

KJK di berfirehiya daxuyaniya xwe de balkişand ser guherînên ku çêdibin û wiha domand: “Di sedsala 21'an de guherînên gelekî bi lez rû dan û hîn jî rû didin. Pêvajoya jinûve vejînê ya Kurdan a bi pêşengiya Rêber Apo ne tenê li Tirkiye-Bakurê Kurdistanê di heman demê de li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê jî bandor û dengvedaneke mezin kir. Li ser bingeha demokratîkbûna bi çar dewletên li herêmê re projeya entegrasyona demokratîk xist rojeva raya giştî ya cîhanê. Li ser vê bingehê, Rojhilat-Îran ji ber şerê ku dem bi dem dewam dike, yek ji wan qadan e ku divê teqez demokratîk bibe. Ji ber ku rejîma Îranê a zordar nikare ji pirsgirêkên gelê Îranê re bibe bersiv û çareserî. Lewma heta ku Îran demokratîk nebe ne çareseriyek dikare pêk were ne jî dikare ji krîza giran rizgar bibe. Eger gelên Îranê li ser bingeha pêvajoya ku 13'ê Îlona 2022'an bi qetilkirina Jîna Amînî ya bi hinceta nixumandinê destpê kir û xwe spart felsefeya Jin Jiyan Azadî di salvegera 4'emîn a serhildanê de ji bo alternatîfeke Îranê ya demokratîk têbikoşin, bêguman wê Îran karibe demokratîk bibe."

‘Şer û sîstema rêjîma Îranê bêhn li jinên Îranê çikandiye’

Di daxuyaniya KJK’ê de hat diyar kirin ku: “Li gel ku şerê Îran-Îsraîl-DYE’yê bi şêweyên cuda dewam dike jî rejîma Îranê êrîşkarî, girtin û darvekirinên li dijî gel dewam dike. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Hem ji ber şerê giran ê navbera Îran-Îsraîl-DYE'yê hem jî ji ber êrîşên rejîmê bi taybetî bêhn li jinên Îranê tê çikandin. Rewşeke nebaş a ji mirinê xerabtir li jinan bi taybetî jî li jinên Kurd tê ferzkirin. Lewma meseleyeke jiyanî ye ku li vê rewşê bê pirsîn. Lêgerîn û lêpirsîn mirovan ber bi bersivên rast ve dibe. Pêşengiya jinan a ji protestoyên li Îranê bi lêpirsîna li vê sîstemê destpê kir. Li Îranê koletî li gelên Kurd, Azerî, Belûc, Fars û li jinan dihate ferzkirin. Di şexsê Jîna Amînî de jinên Îranî ev ferzkirin qebûl nekirin û dest bi lêgerîna li jiyana azad kirin. Ev lêgerîn bi felsefeya Rêber Apo û bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî gihîşt asta herî bilind ku bingeha têkoşîna zêdeyî 30 salî ya Tevgera Jinên Kurd bû. Careke din eşkere bû ku lêgerîn û lêpirsîn, têkoşîna azadî û wekheviyê bi pêşengiya jinan bi encam dibe.”

‘Li Îranê li ser bingeha demokratîkbûnê wê guherîn pêk werin’

Koordînasyona KJK   tekez kir ku: “Jiyaneke bê wate û dûrî pêşengiya jinê nikare mayînde û domdar be. Di heman demê de jiyanek dûrî azadiyê nikare bê jiyîn. Her ku gel bi pêşengiya jinê daket qadan, mêr ên ku ji vê rejîmê û sîstemê aciz in dan ser şopa jinên berxwedêr û daketin qadan. Ev rastiya mêr jî nîşan dide ku li Îranê li ser bingeha demokratîkbûnê wê guherîn pêk werin. Ya rast mêr ne tenê li hemberî zextên li dijî jinê, di heman demê de li dijî zextên li hemberî xwe daketin qadan û tevlî serhildana Jin Jiyan Azadî bûn. Li aliyekî rastiya mêr a hişk û serwer, li aliyê din jî rastiya mêr ê ku dixwaze bi rengekî azad û wekhev bijî, di serhildana şoreşa Jin Jiyan Azadî de şênber bû. Berxwedana Jîna Amînî, Şilêr Resûlî û Nîlûfer Mojawar, jin û ciwanê ku di şexsê jinên berxwedêr de li bajarên Îran-Rojhilat hatin qetilkirin, nîşanî me didin ku felsefeya Jin Jiyan Azadî çawa dewam bike û bê parastin. Di heman demê de berxwedan û sekna ku bi pêşengiya Zeynep Celaliyan, Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî de li girtîgehên rejîma Îranê tê nîşandan, radixe pêş çavan ku têkoşîna şoreşa Jin Jiyan Azadî wê bê navber dewam bike.”

‘Jina zana û rêxistinbûyî wê li dijî her şêwe koletî derkeve’

KJK destnîşan kir ku jin bi rêxistinbûyîn û têkoşînê dikarin li dijî sîstema kujer li berxwebidin û wiha dewam kir: “Eger em bidin ser şopa jinên berxwedêr, em ê karibin li dijî sîstema kujer bi rêxistinbûyî têbikoşin. Ji ber ku jineke bê komîn û bê rêxistin di nava sîstema kujerê jinan de bê parastin dimîne. Ji bo em karibin xwe biparêzin di salvegera 4'emîn a serhildana Jin Jiyan Azadî de divê em xwe hîn zane bikin, têkoşîna xwe mezin û xurtir bikin. Rêber Apo gelê Kurd ji ser maseya kuştinê derbasî ser maseya çareseriyê kir. Bi taybetî jinên Kurd, Fars, Belûc û Azerî divê di nava piştevanî û yekîtiyê de komînên xwe, rêxistinî û akademiyên xwe, qadên xwe yên perwerde, zanebûn û parvekirinê biafirînin û bi pêş ve bibin. Jin her ku parve dike mezin dibe û digihêje hemû jinan. Ji ber vê jî jin hemû xwedî li şoreşa Jin, Jiyan, Azadî derketin. Ji ber ku çanda destavêtinê li her devera cîhanê li dijî jinan û civakê bi heman şêweyî tê meşandin.”

Di salvegera çaremîn de jinên zana wê jiyanek hevpar û demokrat ava bikin

KJK anî ziman ku ev çanda destavêtinê bi rêxistinî mezin dibe; sîstema kujer jî ji pêşengiya jinan û rêxistinbûyîna wan ditirse. Lê belê her ku êrîş zêde dibin bêguman piştevanî, yekîtî û parvekirina jinan jî zêde dibe. Di dawiya daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Di salvegera 4'emîn a şoreşa Jin Jiyan Azadî de em hêvî dikin ku jin ne bi tabloyên bîlanço yên kuştinê, lê belê bi komîn, akademî û qadên hînbûna azadiyê ya jinan bikevin rojeva raya giştî ya cîhanê. Di salvegera 4'emîn a qetilkirina Jîna Amînî de divê her kes bi taybetî jî jin dakevin qadan û nerazîbûna xwe nîşan bidin. Li ser vê bingehê em di wê baweriyê de ne ku jin, ciwan û gelên me wê têkoşîna azadiya jinê veguherînin têkoşîna avakirina jiyaneke hevpar û demokratîk."