KJK’ê bi daxuyaniyek polîtîkayên şerê taybet şermezar kir
Koordînasyona KJK’ê têkildarî êrîşên li ser jinan, bûyerên kuştina jinan û polîtîkayên şerê taybet daxuyaniyek da. KJK’ê: “Pirsgirêk divê tenê weke dozên herêmî û şexsî neyê dîtin. Divê pêkanînên şerê taybet werin eşkerekirin û belavkirin.”
Navenda Nûçeyan – Koordînasyona KJK’ê Xezal Mewlan a di êrîşên Îranê de jiyana xwe ji dest da bi bîr anî, bal kişand ku di serî de Gulistan Doku gelek dosyayên jinan munferîd nîn in, encamên polîtîkayên şerê taybet ê rêxistinkirî ne.
Di daxuyaniya KJK’ê de wiha hat gotin:
“Li dijî têkoşîna gelê Kurd a ji bo hebûnê û statuyê, polîtîkayên li dijî çareseriyê, dejenerebûn û îmhayê tên meşandin. Di encama êrîşên leşkerî yên rejîma Îranê ku bi heman rengî tevdigere de, em Xezal Mewlan a di encama êrîşan de şehîd bû bi bîr tînin, ji malbata wê, rêxistina Komala û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Tevî ku li dijî dewleta Îranê tu çalakiyeke leşkerî nekirine jî; rejîma Îranê li dijî rêxistinên ji bo hebûna gelê Kurd têdikoşin êrîşan dike. Em ji ber van êrîşan rejîma Îranê şermezar dikin, wî vedixwînin ku bi hêza tifaqê ya îradeya siyasî ya gelê Kurd re li ser esasê komara demokratik, ji bo guherînê muzakereyan bike. Em bang li jinên Kurd dikin ku li Xezal Mewlan xwedî derbikevin, têkoşîna wê ya ji bo yekîtiya neteweyî mezin bikin.
‘Gulistan Doku di bin koordînatoriya walî de bi hovîtî hatiye kuştin û windakirin’
Pêşketinên dawî yên di bûyera Gulistan Doku ya winda de çêbûn, nîşan didin ku pergala şerê taybet, li Kurdistanê bi amirên mulkî, hêzên leşkerî û hêzên herêmî yên hevkar re toreke çawa dimeşînin. Gulistan Doku di bin koordînatoriya walî de bi hovîtî hatiye kuştin û windakirin. Em ê polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jinên Kurd nepejirînin. Bi polîtîkayên siyasî, leşkerî re ferzkirina dejenerebûnê û desteserkirinê tu carî nayên efûkirin. Em baş dizanin ku bûyerên wiha munferîd nîn in, rêxistinbûneke kûr a şerê taybet in. Doza N.Ç ya li Mêrdînê ku hemû kiryarên wê peywirdarên giştî bûn û dozên weke vê tên zanîn. Li rojavayê Tirkiyeyê, li ser esasê hêz û dewlemendiyê cînayetên jinan, êrîşên zayendî tên meşandin, li Kurdistanê jî bi destê walî, qeymeqam, serbaz, polîs, mamoste, cerdevan û hêzên herêmî yên hevkar li dijî jinan polîtîkayan dimeşînin. Bi fuhûş û madeyên hişbir bi deh hezaran jinên ciwan, dikevin vê tora xirab. Cînayetên ku di nava vê torê de tên kirin û dozên êrîşên zayendî, bi helwesta ‘ewlehiya dewletê’ tên tarîkirin.
Di cînayeta Rojîn Kabaîş a beriya salek de kiryar hatin veşartin, di doza Îpek Er de çawişê pispor beraet bû û di doza Narîn Guran de tarîtiya heyî, hemû polîtîkayên şerê taybet in. Van dozan hatine rewşeke ku nayên kontrolkirin. Bi sedan bûyerên bi vî rengî yên êrîşên zayendî hene.
‘Ji derveyî şoreşger û demokratan ji derveyî welatparêziyê bi tu hêz û aliyan re têkiliyan çênekin’
Li ser vê esasê me bang li gelê xwe û rêxistinên jinan dikin: Ji bo şopandina van dozan û cezakirina sûcdaran divê têkoşîn mezintir bibe. Pirsgirêk divê tenê weke dozên herêmî û şexsî neyê dîtin. Divê pêkanînên şerê taybet werin eşkerekirin û belavkirin. An na dê ev rewş bidome. Di serî de em bang li ciwan û jinan dikin: Ji derveyî şoreşger û demokratan, ji derveyî têkiliyên ji bo welatparêziyê; bi tu hêz û aliyan re têkiliyan çênekin. Parastina herî mezin ev e. Parastin û xwedîderketina li civakê parastina herî mezin e. Di heman demê de bi rêgeza esasî ya azadiya jinan ku em jê re dibêjin ‘xwebûn’ divê tekiliyên jin û mêr li ser esasê pîvanên azadiyê çêbibin.
Li dijî êrîşên dewlet, desthilatdarî û serdestiya mêr divê her kes di warê civakî de şiyartir bibe, bi ruhê seferberiyê tevlî têkoşîna ji bo hebûn û parastinê bibe.”