KJK: Divê jinên cîhanê li Şoreşa Jinên Rojava xwedî derkevin

KJK'ê da xuyakirin, ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên qirkirinê yên li hemberî Rojava bi awayekî eşkere sûcê şer kiriye û got, "Banga me ya ji bo jin û gelên bindest ên cîhanê ew e ku bi çalakî û helwesta xwe li kêleka Şoreşa Jinê ya Rojava bin."

Navenda Nûçeyan - Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a faşîst, qirker, zihniyeta DAIŞ'ê ya gelekî hov û hovtir li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne.

Daxuyaniya KJK’ê wiha ye:

Dewleta Tirk a qirker ya faşîst, zîhniyeta DAIŞ’ê ya gelekî hov û nemerdane li ser gelên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. Rastiya herî sade û tazî ya siyaseta dijminê Kurd careke din ev e; Gelê me bi qutkirina demarê wan ê jiyanê, bi darê zorê derbasî rêyên koçberiyê, koçberkirina wan û guhertina demografiyê kirin hedef. Hemû xetên jiyanê yên civakê, av, elektrîk û genim jî di nav de, ku beşên herî bingehîn ên jiyana mirovan in, hatin bombekirin û bêfonksîyon kirin. Em hemû şehîdên di êrişên li dijî mirovahiyê, hovane û qirkirinê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û soz didin ku bi zindî kirina bîranînên wan di têkoşîna xwe de, em ê têkoşîna ku di berdêla wê de şehîd bûne bigihînin serkeftinê. Em ji malbatên wan û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

‘Dewleta Tirk li pêşberî çavên hemû cîhanê bi awayekî eşkere sûcê şer li Rojava kir’

Dewleta Tirk li pêşberî çavên hemû cîhanê bi awayekî eşkere sûcê şer li Rojava kir. Hemû cîhanê çavên xwe ji vê rastiyê re girt. Ev rastiyeke tê zanîn ku hêzên hegemonîk ên emperyalîst û dewletên netewên statukoparêz ên herêmê bêdeng û bêbersiv in û piştgirî, tevkarî û rê li ber berjewendiyên xwe vedikin. Weke gel û jin em vê rastiyê dizanin û di ferqê dene. Lê bêdengî û xemsariya kesên ku xwe wek çep, sosyalîst û alîgirê bindestan bi nav dikin û kom, rêxistin û hêzên ku ji bo vê dozê şer dikin şerm e û nayê qebûlkirin. Dîsa ne rast e ku bê helwestiya hinek partî û dezgehên Kurdistanî bi taybetî li Başûrê Kurdistanê wek tirs û xweparastinê bi nav bike û qebûl bike. Eşkere ye ku ev rewşa ku dijmin Kurd xistiye nav hinekan tirs û xweparastinê ye, di hinekan de jî hevkarî û îxanet e. Dewleta faşîst a Tirk bi rihê xitimî û têkçûnê êriş dike û sûcên şer dike. Zarok, jin û jinên 65 salî qetil kirine. Em weke Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê ne tenê van êrişan şermezar dikin, her zemîna ku gelê me û jin lê ne; Em ê erka xwe bi hêztir bi cih bînin ku li dijî vê koma faşîst wê bikin qada têkoşîn û berxwedanê. Em careke din diyar dikin ku em ê ji ber qetilkirina gelê Kurd û xirakirina qadên jiyanê ji wan hesab bipirsin.

‘Dewleta Tirk jinê weke xenîmeta şer û madî dibîne’

Di serî de Hewrîn Xelef li Rojava di dehan mînakan de hate dîtin ku dewleta Tirk jinê weke xenîmeta şer û madî, weke nîşaneya rihê DAIŞ’ê dibîne. Dîsa di pêvajoya xwerêveberiyê de em bi dehan jinên ku di nav wan de heval Ekîn Van bedenên wan tazî kirin û eşkere kirin, dizanin û nas dikin. Li gelek herêmên şer û pevçûnan dîmenên bi vî rengî tên dîtin. Em vê di şerê Balkanan de, şerê Ermenistan-Azerbaycanê û herî dawî jî di pevçûnên di navbera Hamas û Îsraîlê de dibînin. Em diyar dikin ku tazîkirina cenazeyên jinên sivîl û leşkeran ên hatine qetilkirin, nîşandayîn û pêlpêkirina wan nemerdane dibînin û ev pêkanîna faşîzm û zîhniyeta DAIŞ’ê ye. Em van êrişên hovane yên li ser jinan, kî, dibin kîjan nav û nasnameyê de dike bila bike, weke êrişeke zilamsalar, faşîst şermezar dikin û diyar dikin ku divê bêyî lê û lê bê helwest bê girtin û li dijî wan derkevin. Em bang li hemû jinan dikin ku dengê xwe bilind bikin û li dijî vê helwesta herî gemar, şerm û dijmirovî ya mêraniyê derkevin. Eşkere ye ku êrişa qirkirinê ya dewleta Tirk a li dijî gelê me yê Rojava, berdewamî û pêkanîna komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê me ye. Em diyar dikin ku divê hemû gelê me, jin û ciwan her zemînekê weke zemîna parastin û têkoşîna rewa bibînin û bersivê bidin.

‘Divê li herderê û her zemînê têkoşîn bê bilind kirin’

Bêhelwestî û bêdengî li hember komplo û qirkirinê bêdeng mayîne. Bi taybetî li Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava û Ewrupayê divê li her derê û li her zemînê têkoşînê bilind bikin. Erka her welatparêz û mirovekî Kurd e ku bi zimanê ku jê têdigihin bersivê bide. Li dijî siyaset û êrişa tunekirina Kurdan di warê siyasî, madî û menewî de divê em çalakiyên xwe yên siyasî, aborî û menewî pêş bixin û bi xurtî bersivê bidin wan û wan vala derxînin. Banga me ji bo jin û gelên bindest ên cîhanê ew e ku li dijî vê êrişa qirkirinê helwesteke xurt nîşan bidin. Divê li kêleka Şoreşa Jinê ya Rojava bi çalakî û helwestên xwe bibin alî û têbikoşin.

Em bang li hêzên koalîsyonê û bi taybetî jî DYA’ê dikin ku dev ji durûtî û dev ji siyaseta xwe ya ku Kurdan li dijî dewleta Tirk weke malzemeyên kêrhatî dibînin û helwesta xwe ya fedakirina Kurdan ji bo berjewendiyên xwe berdin. Em diyar dikin ku em vê helwestê qebûl nakin.”