KJK: Divê jin li dijî komplo û tecrîdê têkoşînê bilind bikin

Koordînasyona KJK'ê, bi wesîleya salvegera komploya 15'ê Sibatê daxuyanî da û bi gotinên; “Têkoşîna azadiyê meşeke ji rêzê nîn e, rêwîtiya jiyana azad, demokratîk û wekhev e” bang kir ku bi ruhê seferberiyê çalakî bên lidarxistin.

Navenda Nûçeyan- Koordînasyona KJK'ê, ji ber salvegera komploya 15'ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku bi têkoşîna azadiyê meşa jiyana azad, demokratîk û wekhev didome û banga tevlibûnê ji bo çalakiya mezin a li Kolnê hat kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Di sala 25'an a komploya navneteweyî de, di şexsê endama Komîteya Jinûve Avakirina PKK'ê hevrê Viyan Soran de ku gotibû 'Bi sîstema Îmraliyê re jiyan nabe', hemû şehîdên xwe yên ku bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' li dora Rêber Apo bûn xelekek ji agir, bi rêzdarî bi bîr tînin.

Em çalakgerên greva birçîbûnê yên li zindanan, dayikên xwe yên di nobeda edaletê de ne û meşvanên azadiyê hemûyan silav dikin, berxwedana jinan, gelê me û dostên me pîroz dikin ku li dijî komployê ji Kurdistanê dest pê kirin û li tevahiya cîhanê belav bûn û 25 sal in berdewam dike.

Em dewletên ku tevlî komploya navneteweyî bûne careke din şermezar dikin, diyar dikin ku wê li pêşberî gelan, li pêşberî dîrokê bên darizandin û bi vî sûcê qirêj bên bibîranîn.

‘Komplo ji aliyê modernîteya kapîtalîst a global ve hat kirin’

Hêza esasî ya ku komploya navneteweyî kir, sîstema modernîteya kapîtalîst a global bû. Armanca wan ew bû ku di şexsê Rêber Apo de tevgera azadiyê ya Kurd biqedînin, di serî de Kurdistan, bikaribin destwerdanê li tevahiya Rojhilata Navîn bikin.

Ji bo cîhanê bi dest bixin, Rojhilata Navîn parve bikin di nava xwe de şerekî mezin ê berjewendiyan bidin meşandin, gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn kirin qurbanên berjewendiyên xwe yên qirêj.

Li hemberî vê komploya qirêj ku rojeke qirkirinê ya Kurdan û jinan e, Rêber Apo çareseriya Modernîteya Demokratîk destnîşan kir ku ji bo gel û jinên Kurd bû riya serkeftina têkoşîna hebûn û azadiyê. Destnîşan kir ku riya esasî ya civakeke demokratîk jî xwe dispêre şoreşa azadiya jinan û şoreşa ekolojîk.

Bi afirandina hêzeke bi vî rengî ya çareseriyê, rastiya hêzên modernîteya kapîtalîst ên ku komploya navneteweyî kirin nîşan da ku dijminê azadî, demokrasî, jinan û gelan e û van hêzên ku xwestin wî û di şexsê wî de civaka demokratîk bidarizînin, wî bi xwe ew darizand û mehkûm kir.

‘Rastiya Rêber Apo li hemberî hêzên komploger jinan kir hêz û riya rizgariyê’

Di nava sîstema qirkirinê ya Îmraliyê de ku ji bo wê digotin 'Em ê hucre bi hucre bikujin, tune bikin', Rêber Apo guhertina paradîgmayê pêk anî û bi gotina 'Bûyîna 3'yemîn' pêk anî. Li cihê ku dihate gotin ku fikirîn lê nabe, Rêber Apo fikrên nû yên bûn hêviya cîhanê afirand û dengê jiyana azad a ku hêzên hegemon dixwestin bibirin, gihîştand tevahiya cîhanê. Ji ber vê yekê jî careke din divê bê destnîşankirin ku komploya navneteweyî bi berxwedana Rêber Apo û rêbaza wî ya têkoşînê li Îmraliyê hat pûçkirin.

Li hemberî komploya navneteweyî ku hat xwestin roja mirovahiyê bê tarîkirin, Rêber Apo ket nava têkoşîneke mezin, asta rêbertiya reteweyî gihîştand rêbertiya gerdûnî. Bû rêberê bindestan, jinan, mirovahiyê û gelan. Rastiya Rêber Apo li hemberî hêzên komploger jinan kir hêz û riya rizgariyê.

Li dijî vê sîstema ku jinan bê nasname kiriye, bêqîmet kiriye, kiriye mîna metayeke ku bên kirîn û firotin, ji nirxên wan dûr xistiye, li nava dîwarên malê hepis kiriye, yan jî li nava sînorên dewletan girtiye, bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinan dîwarên vê jiyana dîlgirtî ya ku weke qederê li jinan dihate ferzkirin, parçe kir.

‘Divê têkoşîna li dijî tecrîdê bê xurtkirin’

Li dijî hêzên modernîteya kapîtalîst a ku ji bo pêşketin û berdewamiya xwe jinan weke milkê xwe yê herî girîng dibîne, paradîgmaya azadiyê ya Rêber Apo bûye deriyê jiyana azad a ku jin pêl bi pêl ber bi wê ve diherikin. Pergala ku bi karekterên serdestiya mêr û jinên kole xwedî dibe, li hemberî paradîgmaya me ya jiyana azad têk diçe. Ji ber vê jî di sedsala 21’ê de ku em weke sedsala jinan pênase dikin, baştir dibînin ku komploya navneteweyî di rastiyê de komployeke li dijî hemû jinên ku li jiyana azad digerin e. Ji bo vê jî divê jin bi hişmendiya ku komplo û tecrîd li dijî wan e li dijî komployê û tecrîdê têkoşînê bilind bikin. Di ferqa ku azadiya Rêber Apo azadiya wan e, heta ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk were divê bi ruhê seferberiyê beşdar bibin û rêxistina xwe xurt bikin.

‘Ev meş ne meşeke ji rêzê ye’

Bi vê wesîleyê, em bang li tevahiya gelê xwe, bi taybetî jin û ciwan, raya giştî ya demokratîk û dostên xwe dikin ku ji bo şikandina dîwarên esaretê yên Îmraliyê ku tên wateya qirkirina jin, xweza û mirovahiyê, li dijî komploya navneteweyî ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi ruhê seferberiyê tevli çalakiyan bibin.

Em guh bidin banga şehîd Serxwebûn Serhed ê di operasyona şoreşgerî ya Ş. Helmet Derelûk de ku gotibû, “Ev meş ne meşeke ji rêzê ye, di şexsê me de dîrok û neteweyek e ku ji bo hilanîna tola salan bi ser dijmin ve dimeşin.” Ev meş ne meşeke ji rêzê ye û bi hişmendiya ku ev meş ber bi jiyana azad, demokratîk û wekheviyê ve ye tevbigerin. Di serî de meşa mezin a li Kolnê, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo, bi ruhê seferberiyê em beşdarî hemû çalakiyan bibin. Em li ser bingeha azadiya jinan avakirina pergala xwe ya konfederal a demokratîk û azadîparêz, bi pêş bixin û bi xwendin û têgihîştina Rêber Apo li her qada em lê ne hêza xwe ya rêxistinbûyî xurt bikin."