KJK: Biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ne têrker e

Koordînasyona KJK’ê diyarkir ku divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo dawîanîna bê hiqûqiya li Îmraliyê bi lez bikeve nava tevgerê û got: “ Divê ne li êşkenceyê temaşe bike, asteng bike.”

Navenda Nûçeyan- Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Îmraliyê ku sîstema êşkenceyê heye û têkiliya bi Rêber Apo re bi temamî hatiye qutkirin, rejîmeke taybet a li derveyî mirovahiyê di meriyetê de ye. Dewleta komara Tirk a faşîst qirker û desthilatdariya AKP-MHP'ê ji vê qirkirinê berpirsyar in. Heta ku ev sîstem ji holê neyê rakirin di serî de jin û ciwan gelê me wê azad nebe.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 17'ê Îlonê de ji bo vê mijarê nîqaş bike li hev kom bû û 20'ê Îlona 2024'an daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Îmraliyê binpêkirin heye. Li gel vê yekê diyar kir ku wê salekê bişopîne û di Îlona 2025'an de karibe biryareke navberê bide.

‘Sîstema li Îmraliyê êrişa li dijî îradeya gelê Kurd e’

Bi taybetî Rêber Apo 43 meh in di rewşeke bêtêkiliya mutleq de tê ragirtin. Li gel vê yekê Rêber Apo 26 sal in li sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê tê ragirtin. Hewl didin ku ji cîhanê û gel bê îzolekirin. Sîstema Îmraliyê êrîşa li dijî îradeya gelê Kurd e ku ji bo hebûn û azadiya xwe li ber xwe dide. Şerekî qirkirinê ye. Êrîşek ji bo tinekirinê ye, çikandina kokê ye. Hebûna vê sîstemê her roj weke êrîşek li dijî jin, ciwan, çand, ziman, bawerî, rêbaza jiyanê, hebûn û azadiya Kurdan di pratîkê de ye. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê her wiha bandorê li parçeyên din ên Kurdistanê jî dike, encama êrîşên qirkirinê bandorê li hemû Kurdan dikin ku li cîhanê belav bûne. Heta ku sîstema Îmraliyê bi vî rengî neyê pênasekirin her şîroveya bê kirin wê bê wateya erêkirina siyaseta qirkirinê. Ragirtina mirovekî di nava van şert û mercan de ku bi milyonan mirov weke Rêberê xwe dibînin êşkenceya li milyonan mirovî ye. Ev sîstema êşkenceyê ya li ser Rêbertî sîstemeke êşkenceyê ya li ser tevahiya gelê Kurd, mirovahiya cîhanê ya ku temsîliyeta modernîteya demokratîk û Rojhilata Navîn dikin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst qirker bi sîstema Îmraliyê hewl dide gelê Kurd terorîze bike, bi vê rêyê gefê li hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê bixwe, dîktatoriyê bike. Li Tirkiyeyê faşîzmek welê heye ku xweziya xwe li faşîzma Hîtler tîne. Li Tirkiyeyê hêzên demokratîk ên Tirkiyeyî nikarin bijîn. Çavkaniya van hemûyan sîstema Îmraliyê ye. Ev biryara ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wergirtiye, rê dide wê yekê ku faşîzma li Kurdistanê di asta qirkirinê de ye û li hemberî derdorên rewşenbîr-demokrat ên Tirkiyeyê tê meşandin, dewam bike.

‘Daxwaza hevpar a mirovahiya cîhanê, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

Sîstema Îmraliyê sîstemeke welê ye ku hebûn û wateya mirovahiya cîhanê lê tê tecrûbekirin. Ji ber vê yekê dostên gelê me yên li tevahiya cîhanê li hemberî tecrîda mutleq û êşkenceya li ser Rêberê me di nava çalakiyan de ne. Mirovên têne naskirin, ramanger û yên ku li qadên huner, siyaset, zanistî û felsefeyê pêşengiyê dikin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me bang kirin, name nivîsandin û ketin nava hewldanan. 69 kesayetên ku xelata Nobelê wergirtin di heman çarçoveyê de bang kirin. Ji Rojhilata Navîn heta bi Abya Yala, ji Asyayê heta bi Efrîkayê li her qadê, bi kurtasî li hemû parzemînan gel, sazî û rêxistinan ji bo Rêberê me kampanya meşandin, çalakî kirin, daxuyanî dan. Daxwaza hevpar a mirovahiya cîhanê, hesreta wan azadiya Rêber Apo ye.

Rêberê me afirînerê dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ye. Ev dirûşm şêweyê herî cewherî, bi wate, xurt û bedew ê vegotina daxwaza jiyana azad e ku mirovahiyê digihîne hev. Ev dirûşm di heman demê de bilêvkirina azadiya Rêbertî ye. Rêberê me ku ev dirûşm afirand, ev felsefeya jiyanê ava kir û mirovahiya li tevahiya cîhanê di heman gotin û çalakiyê de gihand hev, li dora heman nirxên bedew ên mirovahiyê civand, di nirxên demokratîk de li hev kom kir, divê êdî ji aliyê fîzîkî ve azad bibe.

‘Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê divê sîstema Îmraliyê bi rengekî rast pênase bike’

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku îdîa dike ew qîmetê dide nirxên demokratîk, encama ku ji nîqaşên wê dihate hêvîkirin ew bû ku heqîqetê ji xwe re bike esas û sîstema êşkenceyê ya dewleta Tirk bi rengekî rast pênase bike. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku binpêkirin heye. Li Îmraliyê binpêkirin heye, lê belê ji binpêkirinê wêdetir tecrîdeke mutleq û êşkenceya bi rêk û pêk heye. Rêberê me 43 meh in nikare bi parêzer, malbat, saziyên demokratîk û nûnerên siyasî yên ku derfetên xwe yên hevdîtinê hene, hevdîtinê bike. Ev rewşa agahîwernegirtinê di serî de jin û ciwanan gelê me bi hêrs dike. Ev hêrs her gavê mezin dibe û dûrî konfederalîzma demokratîk a ku Rêberê me ji bo Rojhilata Navîn destnîşan kiriye, xizmetê ji mezinbûna zinarê navbera gelan vedike. Ev rewş gefê li ser jiyana aştiyane, azad a mirovahiyê dixwe. Nayê qebûlkirin ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê çavên xwe ji van rastiyan bigire. Jİ ber vê jî divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryara xwe ji nû ve binirxîne û sîstema Îmraliyê bi rengekî rast pênase bike.

Sala ku weke muhletê hatiye dayin, çi ber çi ye? Nedîtina hovîtî û êrîşên qirker ên dewleta Tirk ji bo salekê, bi kêrî Kurdan, mirovahiya cîhanê û Konseya Ewropayê nayê. Jihevxistina sîstema Îmraliyê, afirandina şert û mercên jiyana azad a Rêberê me, wê bibe sedem ku Tirkiye li gorî pîvanên Yekîtiya Ewropayê li ser bingeha demokratîk guhertinan bike. Nayê qebûlkirin ku pêvajo heta Îlona 2025'an bê dirêjkirin. Rêberê me 26 salên temenê xwe di nava şert û mercên dûrî ji tenduristiyê yên Îmraliyê derbas kir û niha 74 salî ye. Dirêjkirina saleke din a vê pêvajoyê dûrî bendewariyên gelê me, jinan û tevahiya gelên cîhanê ye, destûrdayina ji kiryarên qirker ên delweta Tirk e, ji bo Konseya Ewropayê jî rewşeke welê ye ku nayê qebûlkirin.

Em biryara ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wergirtiye têrker nabînin. Bi vê biryarê re sîstema êşkenceyê ya li ser Rêberê me ji nedîtî ve hatiye, ji bo ev sîstema qirker ji aliyê dewleta Tirk ve bê dewamkirin destûr hatiye dayin.

Em ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dixwazin û hêvî dikin ku di mijara êşkenceya li ser Rêberê me de bi xurtî hişyariyê bide dewleta Tirk, desthilatdariya AKP-MHP'ê, ji bo rawestandina êşkenceyê gavên pratîkî biavêje. Divê polîtîkaya xwe biguherîne ku nobedariya sîstema Îmraliyê ji dewleta Tirk re dihêle û şert û mercên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bêne afirandin. Ya ku ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê tê hêvîkirin ev e.

‘Nêzîkatiya dewleta Tirk a li hiqûqê dîroka mirovahiyê qetil dike’

Dewleta Tirk bi cezayên dîsîplînê yên bi hincetên bêbingeh û bi rêbazên cezakirinê yên kes pê nizane û nabîne li Îmrlaiyê rejîmeke qirkirinê dimeşîne. Bi vê rêyê sîstema êşkenceyê her roj nû dike, di heman demê de hewl dide rewşa hiqûqî ya 'mafê hêviyê' ji holê rake. Ji aliyê hiqûqî ve jî rêyên têkoşînê digire, biryarên siyasî dide, hiqûqê li gorî berjewendiyên desthilatdariya xwe binpê dike ku zerarê dide hesta edaletê ya gelên me. Nêzîkatiya dewleta Tirk a li hiqûqê dîroka mirovahiyê qetil dike. Divê bê zanîn, Rêber Apo hêviya jiyana bi wate û azad a yekane ya gelê Kurd e. Jin û gelê Kurd bi xurtî bi vê zanin. Ji ber vê yekê jî têkoşîn wê hîn bi xurtî dewam bike. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo dawîanîna li vê dijminatiya li hiqûqê ya li Îmraliyê divê bi lez bikeve nava liv û tevgerê. Divê ne li êşkenceyê temaşe bike, lê asteng bike.

Gelê Kurdistanê û dostên wan, saziyên azadîparêz û demokratîk, rêxistinên sosyalîst şoreşger ên li Kurdistanê û tevahiya cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî kampanyayê dimeşînin. Di vê çarçoveyê de bi sed hezaran mirov her roj li qadan e, li çalakiyan e. Ev têkoşîn wê ti carî nesekine, wê her mezin bibe û heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me wê dewam bike. Ji ber vê jî em bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dikin ku bexwedana jinên berxwedêr, gelan û mirovahiya cîhanê fêhm bike, rastiyê bibîne û li aliyê rast ê dîrokê bisekine. Di vê mijarê de em bang li raya giştî jî dikin ku bi baldarî û berpirsyarî tevbigere."