KJAR'ê piştgirî da pêngava ‘Dema Tolhildanê’

Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi daxuyaniyeke nivîskî piştgirî da pêngava ‘Dema Tolhildanê’ ku ji aliyê Komelgeha Jinên Ciwan ên Rojhilatê Kurdistanê (KJCR) û Komelgeha Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) ve hate destpêkirin.

Navenda Nûçeyan- KJAR’ê di destpêka daxuyaniya xwe de bal kişand ser girîngiya rola jin û ciwanan a di nava civakê de û ev yek got: ‘’Heya roja me ya îroyîn her dem dîrok li her devereke cîhanê bûye şahîd ku her dem pêşengên şoreş û serhildanan jin û ciwan in. Ciwan hêz û potansiyela civakan in. Ruhê ciwantiyê, ruhê serhildêrî û berxwedanê ye. Civak bi jin û ciwanan bi hêz dibin û azadiya xwe bi dest dixin. Di hemû şoreşên Kurdistanê de  her dem jin û ciwan xwediyên hêza pêşeng bûne. Ev yek heya roja me ya îro jî berdewam e. Di şoreşa; ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de jî yên ku bê rawestan têdikoşin dîsa jin û ciwan in. Li kolanan ciwanên ku hêz û parastina wan tenê îrade û eşqa wan ya azadiyê bû, bi rêbazên herî hovane bi destê rejîma xwînmij ya Îranê hatin qetilkirin. Jin û ciwanên ku bi hemû hêza dengê xwe bang dikirin û daxwaza azadiya xwe dikirin, hatin êşkencekirin û zindankirin. Bi sedan  jin û ciwanên ku daxwaza jiyaneke azad dikin, ji aliyê rejîma Îranê ve hatin sûcdarkirin û li pêşiya çavê mirovahiyê hatin darvekirin.’’

‘Pêngava ‘Dema Tolhildanê’ di nav civakê de belav bû’

KJAR’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku pêngava ‘Dema Tolhildanê’ di demeke kurt de di nava civakê de belav bûye û piştgiriya xwe ji bo pêngavê bi van gotinan eşkere kir: ‘’Pêngava ‘Dema Tolhildanê’  pêngava me tevan e. Ev pêngav ji aliyê tevgerên jinên ciwan û ciwanan hatiye destpêkirin. Ji ber ku em dikarin bes bi tolhildana şehîdên xwe, xwedî li şoreşa azadiyê derkevin. Pêngava ‘Dema Tolhildanê’ ya ji aliyê  Komelgeha Jinên Ciwan ên Rojhilatê Kurdistanê (KJCR) û Komelgeha Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) ve hatiye destpêkirin û di demeke kurt de dengekî mezin û çalakvaniyeke berfirej derxist holê.

‘Rejîma Îranê bi awayekî hovane êrîşî li jin û ciwanan dike’

 Ev yek dide diyarkirin ku tevahiya gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê hêrsa tolhildana şehîdên xwe di nava her hucreyeke bedena xwe de hîs dike. Rejîma Îranê bi awayekî hovane êrîşî li jin û ciwanan dike. Ji bo ku bitirsîne, ji tekoşîn û berxwedana ji bo azadiyê dûr bixe, serî li her rê û rêbazên hovane dide. Lê belê jin, ciwan û tevahiya gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji bo yek kêliyê be jî netirsiyane û gav paş de navêtine.  Serîtewandina li hemberî vê rejîma xwînmij tê wateya îxanetkirina li xwîna şehîdên ku canê xwe di nava şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de fedayî azadî û demokrasiyê kirine. Pêwîst e ku em weke  jin û ciwanan tu carî  vê îxanetê ji xwe re qebûl nekin. Rihê ciwantiyê ne îxanet e, tolhildan e.’’

‘Bi hemû hêza xwe beşdarî vê pêngavê bibin’

KJAR’ê di dawiya daxuyaniya xwe de banga xwedîderketina pêngavê kir û daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Em weke KJAR’ê  bi wesîleya vê daxuyaniya piştgiriyê Şehîd Sara, Bişeng, Tolhildan, Nîka, Sarîna, Komar, Hedîs û hemû şehîdên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi rêz û minetdarî bi bîr tînin. Her wiha em didin diyarkirin ku ji bo tolgirtina hemû jin û ciwanên ku bi destê deshilata qirêj hatine qetilkirin, em jî piştgiriya xwe ya ji bo pêngava ‘Dema Tolhildanê’ eşkere dikin. Li hemû qadan em ê li ser vî esasî xebat û têkoşîna xwe  bihêztir bikin. Her wiha em bang li tevahiya jin û jinên ciwan dikin ku bi hemû hêza xwe beşdarî vê pêngavê bibin û bi ruhê tolgirtinê  jiyan bikin. Em ê bi tolhildanê berdewamiyê bidin şoreşa xwe, azadiya xwe bi dest bixin û bigihîjin jiyana birûmet.’’