KJAR’ê li hemberî zewaca temenê biçuk kampanya da despêkirin

Koordînasyona KJAR’ê li dijî zewaca temenê biçûk kampanyayek da despê kirin û da diyarkirin ku desthilata mêrsalar hêza jinan û ciwanan ji civakê qut dike.

Navenda Nuçeyan -  Koordînasyona Komela Jinên Azad ya Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ê bi daxuyaniyekê kampanya li dijî zewaca temenê biçûk da destpêkirin û bi bîr xistin ku ev zîhneyete wisan dike ku jin û ciwanan li gora xwe perwerde bike. Ew jinan mehkumê malê dikin û weke ku peyîwiera jinê tenê di malê de kar bike û zarokan xwedî bike dibîne.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandina  ser zewaca temenê biçuk û wiha dom kir:“Desthilata Îranê dixwaze li gora xwe şêwe bide jinê û temenê zewicîna zarokên keç bi piştgiriya şerîyetê gihandiye temenê zaroktî û niqaşê li ser kêmkirina wî temenê diyar kirine jî dikin. Li gora daneyên hatin ragihandin tenê di peyîza sala bûrî de heft hezar zarokên keç di temenê 10-14 salî de li Îranê hatine zewicandin. Tevgera me têkoşîna li dijî vê desthilatê ku rojane bi hebûna civakê di leyîze. Heta niha me kampanayayek bi navê ‘Li dijî qirkirin û darvekirina jinan, dema parastina jiyana azade’ da destpêkirin. Emê çalakiyên berfireh encam bidin û hêjmarek berbi çav ji çalakvanên civakê, yasayî û jinan li jêr yek sêwanê de kom bikin.”
“Bi yekîtiyê emê dawî li zayendperestî û zewaca zarokan bînin”
Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişana li ser mezinkirina kampanayayê û wiha dom kir: “Tevgera me vê carê dibin dirûşma ‘Zewicandina zarokan, qirkirina jinane’ di 26’ê Tîrmeha 2021’an de me kampanyayek li dijî sîstema mêrsalarî û zayendparêziyê ya desthilata Îranê daye destpêkirin û emê li dijî bigeha yasayî, şerî, piropaganda û perwerdeyî ku destê nêzîkatiyên ji derveyî mirovane li dijî jinê û zarokan tê meşandin bi sekinin û emê civakê li beramberî vê yekê hişyar bikin. Her wiha emê têkoşînek bê hempa li dijî vê zîhînyetê bikin. Bi dirûşam ‘Bi yekitiyê emê li dijî zayendperestiyê dawî li zewaca zarokan binîn’ divê hemû kes bejdarî kampanaya meya li dijî zewaca di temenê biçûk de bibin.”