KJAR: Divê gelê me yê Êzîdî hîn bêhtir xwe rêxistin bike

Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi boneya 10’emîn salvegera komkujî û Fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2013’an daxuyaniyekê nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de banga hîn zêdetir rêxistinbûnê kir.

Navenda Nûçeyan-Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi boneya 10’emîn salvegera fermana 74’an ya li ser Êzidiyan daxuyaniyek nivîskî weşand û got: belav kir. KJAR’ê got: “Divê gelê yê Şengalê hîn zêdetir xwe birêxistin bike û di her warî de xwe perwerde bike.”

Berfirahiya daxuyaniyê wiha ye:

“Di 10’emîn salvegera êrişa hovane ya DAÎŞ’ê li ser Şengalê û komkujiya Êzidiyan, em hemû qurbaniyên komkujiyê, her wiha şehîd Dilşêr Herekol, Egîd Civiyan, Memo Mêrdîn, Nujîn Sêrt, Çeto Çatak, Şîlan Goyî û hemû şehîdên di rêya rizgariya Şengalê de canê xwe feda kirîn bibîr tînin.

Di 3’ê Tebaxa 2024’an de çeteyên DAÎŞ’ê êrişî Şengalê kirin û hêzên PDK’ê jî di encama lihevkirinek berê hatî kirin de herêmê vale kirin. Bi vê yekê careke din cewher û rûyê xiyanetkar yê Barzaniyan ji her kesî re eşkere bû. Ev 74’emîn êriş û fermana li dijî Kurdên Êzidî hatî pêkanîne. 74 kumkujiyên hovane û tejî êş. Êrişa Fermana 74’an ji bo tunekirina nasnameya Kurdên Êzidî bû. Lê vê carê di şerê li dijî DAÎŞ’ê de bi pêşengiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê berxwedan û têkoşîneke mezin ku bandor li hemû cîhanê kir, hate raberkirin.

Hedefa sereke jinên Êzidî bû

Ev berxwedana dîrokî ji bo hemû azadîxwazan bû îlham. Bi taybet bandorê li hemû dijminên gelê Kurd û mirovahiyê kir. Di serî de rejîma Tirk a faşîst û dagirker a bi pêşengiya Erdogan, bi piştgiriya DAÎŞ’ê hewl da ku Kurdên Êzidî ji herêmê heta hetayê ji holê rake. Lê rastî berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hatin û plan û polîtîkayên wan têk çû.

Xelkê Êzidî ew civaka ku ji 73 êriş û komkujiyên berê hatîn pêkanîn rizgar bûn û hêviya xwe ya jiyan û azadiyê ji dest nedane. Gelê ku bi baweriya bi felsefe û îdeolojiya Serok Apo rêya berxwedanê dît û bi rêxistinkirin û berxwedanê bersiveke tund da faşîzma Erdogan, xiyaneta Barzanî û hovîtiya DAÎŞ’ê. Di vê êrişa hovane de hedefa sereke jinên Êzidî bû ku di dîrokê de herî zêde rastî zerer, êş û êşkenceyê hatin. Gelek ji wan hatin qetilkirin, dîl hatin girtin û li bazaran hatin firotin, gelek ji wan rastî destavêtin û êşkenceyê hatin.

Lê tevî van jî Kurdên Êzidî hêviya xwe winda nekirine, berevajiyê wê bi saya berxwedana dîrokî ya gerîlayên YJA Star û HPG’ê û bi fikir û felsefeya Rêber Apo, di warê civakî, siyasî û leşkerî de dest bi rêxistinkirina xwe kirin. Hêzên xwe yên YBŞ û YJŞ’ê avakirin. Ev hêz li gel parastina gelê xwe, di rizgarkirina jinên Êzidî de rolek giring leyîstin ku jinên Êzidî çavên xwe li sibeheke tijî hêvî û ken vekirin.

Divê gelê me hîn zêdetir xwe birêxistin bike

Di nava van 10 salan de, tevî hemû êrişên hovane yên rejîma faşîst a Tirk, gel û civaka Şengalê bi perwerdekirin û rêxistinkirina xwe li gorî felsefe, rêgez û îdeolojiya Rêber Apo, êdî dikare di her qadê de xwe biparêzin. Divê gelê Şengalê bi taybet jinên Êzidî vê rastiyê baş fêm bikin ku dijminê talanker ti carî dest ji kiryarên xwe yên hovane bernedaye û ji bo tinekirina gelê Êzidî bi her rê û rêbazê, hewla pêkanîn plan û komployan dike. Ji bo wê divê gelê me hîn zêdetir xwe birêxistin bike û di her warî de xwe perwerde bike.

Em jin xwedî dîrokek pir kevnar a tije ezmûn, çand, siyaset, nasname û gelek destkeftî ne. Bi hezkirin û baweriya bi azadî û jiyana azad, em dikarin hemû cîhanê bi azadiyê xemilînin. Di vî warî de divê em ked û fedekariyek mezin bidin. Divê perwerde û xwerêxistinkirin di serê xebatên me de were.”