Kiryarên Talîbanê di nav civakê de tundiyê zêde dike
Talîbanê bi qamçîkirina mirovan li ber çavên girseyên gel di nava civakê de şîdet, tirs û bêewlebûnê zêdetir kiriye. Bi taybetî jî jinan ji vê yekê zirara fizîkî, derûnî û civakî dîtine.
BAHARAN LEHÎB
Efganistan – Piştî ku Talîban di sala 2021’ê de carkeke din li Efganistanê hat ser desthilatdariyê, kiryarên xwe domand, yek ji wan jî li qadan li ber çavên her kesê qamçîkirina mirovan e. Talîban qamçîkirina mirovan bi gotinên; “bicihanîna şerîetê” pênase dike, saziyên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî balê dikşînin ku ev yek îşkence û binpêkirina mafên mirovan e.
Cihên ku ji bo van cezayan amade dikin, qadên sporê, hewşên saziyên dewletê û mizgeft in. Talîban zorê li gel dike ku li van dîmenan temaşe bikin.
Ev ceza zêdetir, di encama biryarên dadgehên Talîbanê de tên pêkanîn lê dadgeh ji delîlên pê bawer, ji parêzerên ku diparêzin û ji pêvajoya darizandina adil bêpar in.
Gelek kes bi îtirafên bi zorê yan jî bi giliyên nava malbatê tên cezakirin. Darizandinên ku li dijî rêgezên hiqûqa navneteweyî ne, di demek kurt de bêyî krîterên hiqûqî tên kirin. Ji ber vê yekê gelek kes, bi hincetên nediyar an jî bêyî delîl tên cezakirin.
Bi gelek hincetan li qadên giştî qamçîkirina mirovan
Çend ji hincetên sûcên qamçiyê “tekiliya ne rewa”, “reva keçikan ji malê”, “bê mêr bi tena xwe derketina derve”, “vexwarin alkol”, “têkiliya ji derveyê zewacê” û tiştên weke “diziyê” hene. Gelek ji van sûcan di hiqûqa navneteweyî de sûc nayên dîtin lê Talîban sûcên xwe dixe kategoriya “sûcên şerî.” Ên ku herî zêde ji vê yekê zirarê dibînin jî jin in lewre di civaka Efgan de itibara civakî ya jinan hesastir tê dîtin û cezakirina li ber çavên her kesê ji bo wan encamên xirabtir bi xwe re tîne.
Raporên medyayê û rêxistinên mafên mirovan, nîşan didin ku li Faryab, Badghis, Tahar, Gaznî, Herat, Kabîl, Bamyan, Ghor û li bajarên din gelek jin ji ber axaftina bi nemehreman re, ji ber ku ji nava malê reviyane yan jî bêyî mêrê mehrem derketine derve li meydanan hatine qamçîkirin. Hinek ji wan jinan diyar dikin ku piştî hatine qamçîkirin, ji aliyê malbatên xwe ve hatine vederkirin an jî di civakê de bi biçûkxistin û demxebûnê re rûbirû mane. Bi zirara fizîkî re, travmayên ruhî bi jinan re çêbûne.
Rastî ji bûyerên hatine qeydkirin pir zêdetir e
Rexistina Şopandina Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên weke Rexistina Efuyê ya Navneteweyî, heta niha her çendî bi dehan bûyerên qamçîkirinê qeyd kiribin jî diyar dikin ku hejmara rast pir zêde ye lewre zêdetirî van bûyeran li herêmên dûr tên jiyîn û gel ji ber tirsa Talîbanê nake rapor. Astengiyên li ser medyayê, tunebûna rojnamegerên serbixwe û zexta heyî, li pêşiya qeydkirina van bûyeran dibin astengî. Daneyên heyî jî jixwe tenê li ser kaxiz dimînin û tu muameleyek hiqûqî nayê kirin.
Zanyarên olî diyar dikin ku di îslamê de ji bo cezayan, şertên pir hişk hene. Weke hebûna şahidên rast, pêvajoya darizandinê ya bi hûrgilê û mafê parastinê yê bersûc lê di pergala daraza Talîbanê de yek ji van cezayan jî nayê pêkanîn. Ji ber wê qamçîkirin, ne hukmeke şerî ye, amûra ji bo kontrola civakî û nîşandana hêza siyasî ye.
Ev pêvajo di civakê de gelek encamên neyînî bi xwe re tîne. Bi çêkirina tirsê, astengkirina azadiya şexsî, zêdekirina zexta li ser jinan û zêdetir qelskirina pergala hiqûqî ya welat. Gel xwe di bin temînata hiqûqî de hîs nake dizane ku ji ber giliyên ji rêzê jî dê li pêş civakê were biçûkxistin.
Bi cezayên li ber çavên girseyan di nava civakê de şîdet tirs û bêewlebûn zêde bûye
Talîbanê bi qamçîkirina mirovan li ber çavên girseyên gel di nava civakê de şîdet, tirs û bêewlebûnê zêdetir kiriye. Bi taybetî jinan ji vê yekê zirara fizîkî, derûnî û civakî dîtine. Berdewamkirina van binpêkirinan, nîşan dide ku li Efganistanê rewşa mafên mirovan heta tu bibêjî xirab û bi fikar e û pêwistî bi mudaxeleya lezgîn a saziyên mafên mirovan heye.
Ji ber tunebûna dadgehên adil, bikaranîna ceza bi armancên siyasî zirarê dide rûmeta jin û mirovan, ewlehiya jiyanê nahêle. Ev pêvajo her diçe vediguhere krîzeke mezin a mafên mirovan. Heta ku pêşî li van cezayan neyê girtin û pergaleke adil a darizandinê çênebe, gel, bi taybetî jî jin dê bit irs, zirar û bêdadiyê re rûbirû bimînin. Ji bo bidawîbûna vê rewşê dive saziyên cihî, herêmî û navneteweyî bi baldarî li ser bisekinin.