"Kilîda çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn şikandina tecrîdê ye"
Endama Meclisa Edaleta Jinan a herêma Firatê Felek Yusif der barê tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike got: "Rêber Apo ne tenê ji bo doza Kurdan têkoşiya, ji bo hemû gelên bindest şer kir û behsa azadî, wekhevî, demokrasî, edalet û mafên gel ên herî rewa kir. Bi milyonan kesan fikr û felsefeya Rêber Apo xwendiye û li pey wê ne, şagirtên gihîştine wê têkoşînê bidomînin heta serkeftinê.”
DILUCAN BOZÎ
Kobanê – Gelek ronakbîr û siyasetmendar sedema aloziyên herêmê bi tecrîda girankiriya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê dewam kirin ve girê didin. Herî dawî 25’ê Adarê bi telefonê li gel birayê xwe axivîbû, ji wê demê ve gelê Kurd li benda agahiyekê ne û her hefte parêzer ji bo ku karibin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin lê serlêdan têne redkirin. Piştî 8 salan cara pêşî 22'yê Gulanê, 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an bi parêzerên xwe re hev dîtibû. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û wir ve hemû serlêdan bêbersiv hatin hiştin. Dîsa bi serlêdana parêzeran a di Çileya 2021'ê re, derketibû holê ku cezayek dîsîplînê yê nû dane Ocalan. Ji bo şikandina tecrîdê greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê despêkirî li Wargeha Penaberan a Mexmûrê û Kampa Penaberan a Lavroî ya Yunanistanê jî dewam dike.Têkildarî mijarê Felek Yusif Endama Meclisa Edaleta Jinan a herêma Firatê Felek Yusif ji ajansa me re nirxandin kir.
"Bi girtina Rêberê me re nikarin şoreşa me pûç bikin"
Felek di destpêka axaftina xwe de behsa tecrîda di girtîgeha Îmraliyê de dewam dike kir û wiha got: "Rast e ev bû 22 sal in rêberê me di girtîgehê de ye lê fikir û felsefeya wê di nava cîhanê de belav bûye. Rêber Apo bi komployeke navneteweyî bi destên îxanetkararan hat girtin lê armanca wan ne tenê girtina Rêber Apo bû xwistin bi vê plana qirêj gelê Kurd bi tevahî tune bikin. Di girtîgehên Tirkiyeyê de û bi taybetî ya Rêber Apo de gelek rêbazên derexlaqî û dijî mirovahiyê tên bikaranîn. Ev yek mirov dikare wiha bigre dest, pergala AKP-MHP'ê hemû zagonan binpê dike û hewl dide pergala projeya demokratîk têk bibe. Pêkanînên ku dewleta tirk li serê girtiyan dike ne zagon û ne jî ol vê yekê dipejirînin. Di hemû girtîgehan de divê mafên girtiyan di milê hevdîtin, serdan û rewşa tenduristî de bê aşkerekirin lê em dibînin û dibihîsin ku di hundirê girtîgehên dewleta tirk de ev tişt hemû jî tune ne û Rêber Apo ji hemû mafan mehrûm e."
Felek wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rêber Apo ne tenê ji bo doza Kurdan têkoşiya, ji bo hemû gelên bindest şer kir û behsa azadî, wekhevî, demokrasî, edalet û mafên gel ên herî rewa kir. Hemû dewletên hegemonîk dizanin ku derketina Rêber Apo ji bo wan xeteriyek e. Her kes dizane ku dema Rêber Apo bê derxistin wê yekser hêza dewletên desthilatdar têk biçe, wê pergala wan hilweşe. Şoreşa tevgera azadiyê ji bo me Kurdan ne şoreşa yekemîn e, beriya vê şoreşê bi dehan şoreş û serhildan çêbûne lê bi rêbazên cuda cuda ev şoreş hatine vemirandin. Wekî ku me anî ziman her di her şoreşê de pêşeng dihatin girtin an jî kuştin, ji ber ku hêza dewletê yan jî dijmin têrê nedikir ku şoreşên me bi bin bixe, bi destên Kurdan Kurdên xayîn wek ku niha çawa PDK'e bi dewleta tirk re dibe hevkar, îro dîrok xwe dubare dike. Di her şoreşê de Kurd bi destên hev hatine qetilkirin. Şoreşê ji hundir ve dirizînin."
"Dewleta tirk hewl dide şoreşa me têk bibe"
Felek di nava axaftinên xwe de teqez kir ku dewleta tirk bi hişmendiya nijadperestî dixwaze projeya gelan têk bibe û wiha domand: "Rast e belkî Kurd di demên berê de çavgirtî bûn, an jî ne di wê ferqê de bûn ku ev dijminekî hov e û her tim dixwaze şoreşa Kurdan têk bibe. Piştî ku fikr û felsefeya Rêber Apo derket holê êdî Kurd zana bûn, ketin wê ferqê ku dewleta tirk dijminê wan ê hov e. Di nava van hewldanan hemûyan de jî dewleta tirk û hevkarên wî bi ser neketin, li dijî van siyasetan gelê Rojhilata Navîn û di heman demê de Rêber Apo di hundirê girtîgehê de têdikoşe êdî Rêber Apo bû Rêberê mirovahiyê. Her kes xwe li felsefeya Rêber Apo digre û bi taybetî jî jin vê felsefeyê wek ronahî û xelasbûnê digrin dest. Li dijî vê felsefeyê dewleta tirk Kurdan bi Kurdan dide kuştin û şerê navxweyî derdixe holê. Îro ew hevkariya PDK'ê bi dewleta tirk re tê diyarkirin ku dixwazin vê şoreşê vemrînin. Em di serdemeke nazik û hesas de ne divê li hemberî van gef û kiryaran em yekitiyekê bidin avakirin, ji ber ku hêza me ya yekane ancax li hemberî dewleta tirk bibe bersiv."
"Em ê parastina xwe ya rewa bikin"
Felek bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî; “Bi îsrar em ê şoreşa gelan bi ser bixin û pergala AKP-MHP'e hilweşînin, çi dibe bila bibe divê em parastina nirxên şoreşê bikin. Ev destkeftiyên ku me bi dest xistine divê em biparêzin û xwedî li wan derkevin, ji ber ku di planên dijmin an jî di projeya wan de têkbirina van destkeftiyan heye. Bi taybetî mala Berzanî divê li hemberî vê hevkariya bi dewleta tirk re hişyar be, jixwe rojana gef û kiryar li ser herêmên me tên kirin, li rex wê jî bi sedan gelê ji Bakurê Kurdistanê û siyasetmedarên HDP'ê di girtîgehên dewleta tirk de ne. Heya ku rêberekî wek Rêber Apo hebe em ê parastina xwe ya rewa bikin, bi milyonan kesan fikr û felsefeya Rêber Apo xwendiye û li pey wê ne, şagirtên ku têgihîştine wê felsefeyê, wê têkoşînê bidomînin."