‘Keziya jineke Kurd pergala serdest hêjand’

Rêvebera Desteya Jin a Herêma Cizîrê Evîn Paşo bal kişand serhildana jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ber bi şoreşê ve diçe û got ku keziya jina Kurd Jîna Emînî pergala dewletê hêjand.

ROJ HOZAN

Qamişlo – Gelên serhildêr yê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ev 3 meh zêdetir e hêrsa xwe ya qetilkirina Jina Emînî ya ji aliyê ‘polîsên exlaqî’ ve didomîne. Dewleta Îranê ji bo serhildanên gel bi dawî bike hezaran kes girt, îşkence li wan kir û herî dawî jî dest bi darvekirinan kir. Lê gel li hemberî her cûre erîşan li berxwe didin û diyar dikin ku sîstema heyî qebûl nakin û encam çi dibe bila bibe wê ji  bo azadiya xwe têbikoşin. Derbarê vê mijarê de Rêveberiya Desteya Jin a Herema Cizîrê Evin Paşo nêrînên xwe anî ser ziman û got ku serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê rû dide ji bo hemû jinên cîhanê dibe hêza çavkaniyê.

‘Rojhilata Navîn her tim bûye navenda têkoşîna jinan’

Evîn Paşo anî ziman ku netew-dewlet  xwe bi hişmendiya sîstemek serdest bi rêve dibe û ji bo sîstema xwe ya zordest mayînde bike mafê jinan tûne dihesibîne da ku vîna jin ji holê rake. Evîn Paşo gotinên xwe wiha domand: “Bê guman jin jî her tim li hember aqilê mêr-dewletê ji bo azadî û mafê xwe di nav raperînê de bûn. Dema em li dîrokê jî meyze dikin jin her xwestiyê cewhera xwe derxîne holê û biparêze, bi vê armancê ser dirêjahiya  hezar salan bi sedan jinên tekoşer xwestin qedera ku ji jinê re layiq hatiye dîtin  biguherînin. Ji xwe dewlemandiya tekoşîna jin, qehremantiya jin jî radixîne ber çav. Pergalên ku xwe dispêre ol, di bin navê kevneşopên civakî de dixwazin koletiya jin mayînde bikin û her wiha li gelek qadan jin bê misyon hatiye hiştin. Bê guman ev teyîsandina xwe herî zêde li ser jinên Rojhilata Navîn kiriye ji ber vê sedemê herî zêde jî navenda serhildan û tekoşîna jinan Rojhilata Navîn e.”

 ‘Şoreşa jinên Kurd bu çavkaniya hêzê’

Evîn Paşo bal kişand dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku li Bakurê Kurdistanê yekem car deng veda, bi Şoreşa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re gihîşt armanca şoreşê û îro li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ber bi şoreşê ve dimeşe û wiha pêl da gotinên xwe: “Weke em dizanin Tevgera  Azadiyê ne tevgereke nû bû, lê belê rêgezên xwe bi felsefeya azad da rûnişkandin û ji bo tevahî jinan bû riya heqîqetê. Ji bo wê şoreşa 19’ê Tîrmehê bi ‘Şoreşa Jinan’ hate naskirin. Destkeftiyên ku îro jinan di vê şoreşê de bidest xistine ne tenê destkeftiyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriye ne, ev destkeftiyên tevahî jinên cîhanê ne. Dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku dirûşmeya esasî ya şoreşa jinên Bakur û Rojhilatê Sûriye bû di serhildana jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de zindî bû.”

Jinên Kurd ber bi şoreşê ve dimeşin   

Evîn Paşo ya destnîşan kir ku serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji bo tevahî jinên cîhanê dibe çavkaniya hêze, wiha got: “Yek ji sîstemên ku ewqas di Rojhilata Navîn de li dijî jinan dixebite û astengiyan jêre derdixe sîstema mela ye ku ewqas ji bo jinan kole bihêle her cureyên tundiyê li ser dide meşandin. Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kir ji bo jinan bû hêz. Serhildana jinên Rojhilatê Kurdistanê piştgiriyeke xurt ji tevger û rêxistinên jinan girt û bû efsaneyeke cîhanî ku hemû jin îro di şexsê jinên Kurd de li dijî sîsteman xwedî rihekî têkoşîn bin. Berdewamiya jinan ji serhildanê re israrkirineke di guhertin û veguhertina sîsteman de ye. Heya vê kêliyê jî berxwedaniyeke mezin bi pêşengiya jinan tê meşandin û dîrok dema binivisîne jî wê bibêje keziya jineke Kurd sîstemeke serdest hejand.”

‘Bi rihê şoreşê em dibêjin Jin, Jiyan, Azadî’

Evin Paşo di dawiya gotinên xwe serhildanên jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îran ê silav kir û piştgiriya xwe anî ser ziman. Her wiha bal kişand ser tendûristiya jina kurd Zeyneb Celaliyan a ku ev 15 sal e li girtigeha Îranê tê girtin û got:  “Jina kurd Zeynep Celaliyan a ku niha di girtîgeha Îranê de ye rûxmê rewşa tendûristiya wê giran e, lê dewlet nahêle derbasî nexweşxaneyê bibe. Em wek jinên Rojavayê Kurdistanê piştgirî didin jinên Rojhilatê Kurdistanê û bi rihê şoreşa xwe em dibêjin Jin, Jiyan, Azadî.”