Kevneşopiya bi hezaran sal a gelê Mezopotamyayê: Şeva Yelda

Şeva Yelda (Şeb-î Yelda) ku di 21’ê Kanûnê de tê pîrozkirin, ji aliyê gelan ve wek kevneşopiyek sembola dawî li tarîtiyê bîne û derketina ronahiyê tê zindîkirin.

Navenda Nûçeyan – 21’ê Kanûnê, ango şeva herî dirêj û tarî ya salê, ji aliyê gelên Kurd, Azerî, Fars, Sûryanî, Tirkmen, Mezopotamya û Asyaya pêşî ve mîna Şeva Yelda (Şeb-î Yelda) tê pîrozkirin. Ev şeva taybet, wek bidawîbûna tarîtiyê û destpêka kêliya ji nûve gihîştina ronahiyê tê zanîn.

Şeva Yelda, di heman demê de sembola derketina hêviyê ye. Li Îranê ‘Yelda’ bûye sembola têkoşîna wê heqîqet û ronahî her bidest bikeve. Ev pîrozbahî tenê bi Îranê re ne sînordar e, salên dirêj ku gelên cûda ên herêmê tîne ba hev û nûnertiya bîra çanda hevpar kiriye.

Şeva Yelda, an jî bi navê berê şeva ‘Çile’, kevneşopiyek ku zêdeyî 2 hezar sal e tê pîrozkirin e. Di van merasîmên ku xwe dispêre baweriyên Zerdeştî, gel di şeva herî dirêj a salê de tên ba hev û ronahiya destpêkê a rojê pîroz dikin û wek merasîma hêviyê ya kolektîf li dijî taritiyê pêk tînin.

Sembola dîtina ronahiyê

Koka Yelda, efsaneyek miletek ku her roj derketina rojê ya ji taritiyê temaşe dike, ye. Dema mirov difikirin ku tarîtî wê heta dawiyê bidome, derketina rojê pîroz dikin ku hêvî zindî dihêlin. Dema di aliyê mîtolojîk de lê tê nihêrtin, xwedawenda Mihr dema her roj derdikeve, tarîtiyê bin dixe, di rojavayiyê de jî tarîtî wê bin dixe û roja din cardin derdikeve. Ev zivrînek heta Newrozê didome. Lê belê Mihr vê têkoşînê bi tena serê xwe nake, li gel gelên ku ji ronahî û sibehê bawer dike tevgerê dike.

Efsaneya Yelda, girîngiya qebûlkirina hebûna tarîtiyê bi bîr dixe. Di heman demê de kes û civakan vedixwîne amadekariyek kolektîf. Xwe amadekirin, hişyarkirin, bidestxistin, şopandin û guherînê.

Yelda di nava gelan de, ji gotina ku dawî li tarîtiyê were wêdetir, bûye sembola di nava tarîtiyê de lêgerîna ronahiyê û dîtinê.