Kevana Zerîn: Heta ku tecrîd bi dawî bibe dê berxwedan bidome

Hunermendên Kevana Zêrîn li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bertek nîşan dan û bang li hunermend û rewşenbîran kirin ku li dijî vê rewşê derkevin û peyam dan ku heta tecrîd bi dawî bibe dê berxwedan bidome.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Çand û Hunera Jinan Kevana Zêrîn, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di dîrokê de tu mînaka tecrîda li ser Rêber Apo tune ye. 20 meh in tu agahî jê nayê girtin” û hat diyarkirin ku di tu benda hiqûqê de ev rewşa heyî nikare were pênasekirin.

‘Hiquqa navnetewî hat binpêkirin’

Di berdewamiya daxuyaniyê de bertek nîşanî Komîteya Pêşîgirtina Îşkence ya Konseya Ewropayê (CPT) dan û wiha hat gotin:

“Nêzî 20 meh in bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin ku di bin tecrîdeke giran de ye. Ev rewşa ku cihê xwe di hiqûqê de nîne, herî dawî piştî ku CPT çû Îmraliyê û ragihand ku hevdîtin bi Rêber Apo re hatiye kirin, gelê Kurd û dostên wan hîn bûn ku hevdîtineke bi vî rengî nehatiye kirin, lewma jî fikarên li ser rewşa Rêberê me zêde bûn. Ev fikar bû hêrsek li hemberî helwesta saziyên navneteweyî ya binpêkirina hiqûqa xwe.”

‘Komplo bi şêweyên cûda didome’

 Di daxuyaniyê de hat ser ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gel bi salan e li dijî her cure hîleyê bi berxwedanê bersiv dide û wiha hat domandin; “Berxwedana Rêberê me û gelê me ku bi navê mirovahiyê nîşan dide, li gel lîstik, fen û fûtan dewam dike. Lê belê êrîşên li ser Rêberê me ku ji bo gel û jinên Kurd xeta sor e û komploya navneteweyî ya li ser Rêberê me 24 sal in bi rê û rêbazên cuda dewam dikin. Ev qonaxa nû ku CPT jî tevlî bûye, metirsiyeke cidî li ser hebûna fîzîkî ya Rêberê me çêdike. Ji ber vê yekê di serî de Kevana Zêrîn em bang li hunermendên jin, hemû hunermendan û rewşenbîran dikin ku heta CPT daxuyaniyekê bide û parêzer û malbata Rêberê me biçin hevdîtinê pê re bikin, bi çalakiyan wezîfeya xwe pêk bînin.

Bang li rewşenbîr û hûnermendan

Eger em îro karin muzîk, şano, sînema û hunera bi Kurdî bikin ev yek bi saya Rêber Apo û wan lehgan e ku bi felsefeya Rêber Apo li ber xwe didin. Heta ku em encamê werbigirin bi hunera xwe dakevin qadan, heta tecrîda li ser Rêber Apo bê şikandin li ber xwe bidin û rewşenbîr û hunermend bi rola xwe rabin.”