Kesên nenas li gundewarê Dêrazorê zarokek kuştin û jinek birîndar kirin

Çekdarên nenas îro danê sibê, êrîşî xaniyek li gundewarê bakurê Dêrazorê kirin. Di êrîşê de zarokekê jiyana xwe ji dest da û jinek birîndar bû.

Navenda Nûçeyan – Hinek çekdarên nenas îro danê sibê êrîşî gundewarên Dêrazorê kirin. Dema ku çekdaran êrîşî mala Mihemed Elêwî El-Kurdî ya li bajarokê El-Hesîn a dikeve gundewarê bakurê Dêrazorê, zaroka du salî a bi navê Reşa hat kuştin û diya wê Hemîda El-Kurdî bi guleyê birîndar bû. Rewşa Hemîda ya li nexweşxaneya bajarê Hesekê tedawî dibîne giran e. Çekdarên êrîşkar berî ku bên girtin ji cihê bûyerê dur ketin.
Di 19'ê Adara 2019'an de Hêzên Sûriya Demokratîk hebûna DAİŞ'ê bidawî kiribû, lê hîn jî herêm ji êrîşên DAİŞ'ê ku sivîlan hedef digire, baş pak nebûye. 
22'ê çileya 2021'an jî çeteyên DAİŞ'ê êrîşî mala Hevseroka Meclisa bajaroka Til El-Şayir a navçeya Dişîşê ya kantona Hesekê Seda El-Hermas û cîgira wê  Hind El-Xidêr kiribûn. Her du girtin û birin bi îşkencê qetilkirin, piştî 8 rojan cenazê wan hatibû definkirin.