Kesên ne nas êrîşî dibistana Gundê Şawazî kirin

Şava 6’ê Hezîranê çend kesên ne nas êrîşî dibîstana zarokan a Şawazî Bineretî kirine derî, pencere û hemû kel û pelên di nava dibîstanê de şikandin e.

Xaneqîn - Şeva 6’ê Hezîranê dibistana zarokan a Şawazî Bineretî ya gundê Şawazî ya girêdayî herêma Xaneqîn ji aliyê çend kesên ne nas ve rastî êrîşê hat. Di êrîşê de ziyanek mezin a kel û pelên dibistanê yên weke mêze, amêrên muzîkê, texte, pencere derî û herwiha kaxez û pirtukên dibistanê jî hatine qetandin û piraniya dibistanê hatiye têk dan. 
Rêveberiya dibistanê da diyarkirin ku hêzên asayîşê hatine lêkolîn kirine biryar dane ku di derbarê bûyerê de lêpirsin were kirin. Muxtarê gund jî da zanîn ku heta niha tiştek wisa li dibistanê çênebûye.