Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi awayek girseyî werin oxirkirin

Di 3’ê Çileyê de ji bo Emine Kara, Mîr Perwer û Abdurrahman Kızıl’ê ku di komkujiya Parîsê de hatin qetilkirin wê merasîma bîranînê were li darxistin û wê piştî merasîmê cenaze werin oxirkirin.

Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanî yên Ewropayê (KCDK-E) ji bo Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî (Emîne Kara), endamê Yekîtiya Hunermendên Kurd Tev Çandê Mîr Perwer û welatparêz Abdûrrahman Kizil ku di 23’ê Kanûnê di êrîşa li ser Navenda Çanda Ahmet Kaya de şehîd bûn, wê 3’ê Çileyê di saet 12.00’an de werin bîranîn û merasîma oxirkirinê were lidarxistin.

Wê cenaze werin oxirkirin

Wê merasîm  li salona Villiersya li 12 bis Avenue des Entrepreneurs, 95400 Villiers-le-Bel, France were li darxistin, di heman demê de wê ji 7’ê Çileyê heta 9’ê Çileyê wê li dijî komkojiya dûem ya Parîsê miting û meş werin li darxsitin. Piştî merasîma bîranîne wê cenazeyê Emîne Kara ber bi Mexmûr, cenazeyê Abdurehman Kizil berbi Qersê û wê cenazeyê Mîr Perwer jî berbi Mûşê ve were oxirkirin.

Bang hat kirin

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanî yên Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyek hevpar dan û bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku bi awayek xurt tev li merasîma bîranînê bibin. Di daxuyaniyê de diyarkirin ku li dijî şerê Tirkiye yê qirkirinê têkoşîna rêxistinkirî ya siyasî û civakî pêwîste û wiha hate gotin: “Dewleta faşîst ya Tirk ji jinên Kurd û gelê rêxistinkirî ditirse, di destpêkê Firansa bi dostên xwere ji Avrûpa divê em bersîvek dîrokî bidin. Bi vê berxwedaniyê encaq hikumeta Fransa beriya 10 salan ew sucê ku serde girti , ji bo hevkarê vî sucê were aşkira kirin rola meya dîrokiye.”