Kesên li Şengalê hatin qetilkirin li Beşîkayê hatin bibîr anîn

Şêniyên li bajarokê Beşîkayê bi merasîmekê cangoriyên komkujiya Şengalê bibîr anîn û bang li hikumeta Iraqê hate kirin ku zagona rizgar bûyiyan weke tê xwestin bîne cih.

Navenda Nûçeyan – Şêniyên bajarokê Beşîka ya li Nînovayê, bi merasîmekê cangoriyên komkujiya 3’ê Tebaxê ya li dijî Êzidiyan bibîr anîn.

Di merasîmê de tevî çalakiyan, peyam jî hatin xwendin. Di peyaman de hate gotin ku ev 10 sale li ser karesatê re derbas dibe, lê heya niha jî ev êş ji bîra Êzidiyan neçûye, sucên çeteyên DAIŞ’ê heya niha jî li ser asta navxweyî navnetewî, weke jenosîd nehatiye naskirin. Di peyaman de ev tişt hat gotin: “Parlamentoya Iraqê zagona rizgarbûyan derxist, lê heya niha jî ev yasa weke tê xwestin nehatiye bicih anîn.”