Kesên li Şehbayê hatin qetilkirin hatin oxirkirin

Kesên di êrişa dewleta Tirk a li ser Şehbayê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmekê bi heybet hatin oxirkirin.

Şehba – Di şeva 23'ê Cotmehê de dewleta tirk bi êrişên xwe li navçeya Til Rifetê ya kantona Efrîn-Şehba komkujiyek pêk anî. Di encamê Melek Şiyar a 5 salî, dayika wê Cemîla Weqas a 37 salî, Ibrahîm ê Şêxo 55 salî û Mihemed Weqfî yê 47 salî hatin qetilkirin. Kesên ku hatin qetilkirin û di heman demê de endamek Hêzên Rizgariya Efrîn Iskender Efrîn demê li ser kar xwe bû jiyana xwe ji dest dabû bi merasîmekê hatin oxirkirin.

Merasîm bi derxistina cenazeyên pakrewanan ji Nexweşxaneya Avrîn û ber bi goristana pakrewanan a Şehît Zozan Amanos li navçeya Fafînê ve birin, destpêkir. Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpêkir, piştre Endama Meclisa Malbetên Şehîdan Efrîn-Şehba Hscer Miho axivî.

Hacer Miho di kesayeta 4 pakrewanan de hemû pakrewanên azadiyê bi bîranî, soza tolhildana wan nû kir û got: "Em di kesayetên van çar pakrewanên xwe de hemû pakrewanên doza azadiyê bi bîr tînin. Dewleta Tirk têkçûyîna xwe bi komkujiyên gelê sivîl vedişêre. Loma rojane êrişî gel û destkeftiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike ji Şehbayê bigire ta Dêrîk û heya başûrê Kurdistanê Şengal. Hebûn û vîna gelan di heman demê de hevgirtinên wan li dijî siyasetên dagirkeriyê ye ji ber vê yekê êrişên xwe pêk tîne. Bi destê îxanetê ev êriş û komkujî pêk tên. Em soza tolhildana pakrewanên xwe carek din nû dikin û em ê şopdarê xetê wan bin. Ew pakrewanên rizgariya Efrînê ne."

Paşê wesîqeya pakrewanan ji aliyê mamoste Rûken Ehmed ve hate xwendin û diyarî malbetên pakrewanan hat kirin.

Merasîm bi oxirkirina pakrewanan û bi diruşmeya "Şhîd namirin" û "Bijî berxwedana Til Rifet" dawî bû.